Hebû tune bû, min zimanek hebû (tune bû)!

Têgihên ku di zimanên serdest an jî yên biyanî de min nedikarî tê bigihîjim, êdî bi saya kurdî zelaltir dibûn di hişê min de.

Ferat Demîroglu

Her carê tê digihîştim tiştek  kêm e  lê min tê dernedixist ka ew tişt çi ye? Min nedikarî tiştinan bînim ziman, carinan min digot qey ez tiştinan hîs nakim an ez her kêm im di xwe de. Ez li bendê bûm li xwe varqilim û xwe bibînim. Nema dihat ew tiştê ku rihekî bide min. Siûdek diviya ji bo min, bi rêyekê hewcedar bûm. Li zanîngehê di nav tarîyê de dipengizîm. Tu tişt bi başî nedibihurî, her tarî bû, hişê min diçû û min nema dikarî pişta xwe rast bikim. Di nav bîr û baweriyên razber de diçûm û dihatim. Li azadiyê digeriyam di nav wan de, min rêyek diviya! Her carê li cihekî dixitimîm, tiştek kêm bû. Min pirr tişt fam kirin bi saya van îdeolojî û bîr û baweriyan, lê hê jî kêmasiyek hebû. Min dipa!

Pirtûkeke kurmancî ket destê min û min xwast tê bigihîjim ka qala çi dike, lê tê nedigihîştim mijarê. Peyvên nas û yên ku min dizanîbûn pirr bûn di nav wan de, hevokên ku ez baş tê digihîştim jî hebûn lê belê di nav tekstan de wenda nedibûm, min leheng fam nedikirin –herçiqas li vir piştre min hay jê çebû ku ev pirtûkên çi roman çi helbest çi jî çîrok in, di xwe de ji aliyê wêjeyî û vegotinê ve bi arîşe bûn, lewma kar û barê min ê famkirina wan jî zehmettir dikir-, leheng bi ser û pê nedibûn. Ew pirtûkên tev ji aliyê weşanxaneyên li Ewropayê hatibûn çapkirin û bi awayekî tesadifî gihîştibûn destê min. Yek ji wan a Îbrahîm Ehmed, Jana Gel bû û ew jî ji aliyê weşanxaneya Komalê ve li Tirkiyê hatibû çapkirin. Di nav wan de Mirina Kalekî Rind a Mehmed Uzun hebû ku şaş nebim ev jî ji aliyê weşanxanaya Dozê ve li Ewropayê hatibû belavkirin. Zimanê Mehmed Uzun zimanê berferatî bû, ji aliyê zimên ve nêzîkî min bû.

Nahê bîra min ka min ew pirtûkên han çend caran xwendin, min peyvên nedizanîn çend caran ji ber kirin û her di hevokan de bi kar anîn, heta ku dema min ji hevalinan dipirsî maneya van peyvan çi ye. Hevalan tinazên xwe bi min dikirin û digotin tu nema karî xwe bi pêş ve bibî û digotin tu li derveyî welêt mezin bûyî.  Lê ya rast ne wisa bû, ji ber ku min tenê sê salên xwe li derveyî welêt bihurandibûn û hew. Jixwe dayika min û bavê min tenê kurmancî û dimilkî dizanîn û fam dikirin, lê dîsa jî ez li zimanê xwe serwext nebûbûm.  Ferhenga min a bêrîkê  ya weşanxanaya Dozê jî hebû, her di destê min de bû. Her diçû min bala xwe zêdetir da ser zimên.

Wê demê weşanxanaya Avestayê li Amedê şaxek vekir û êdî min her kurdî dixwend. Dema ku min didît ez bi pêş ve diçim û bêhtir ji tekstan tê digihîjim, motîvasyon û kelecana min zêde dibû bo ku bêhtir bixwînim. Bi mehan ji xeynî kurmancî bi tu zimanan nepeyivîm, min li tu televîzyonên biyanî temaşe nekirin heta ku bi kurmancî bihizirim.

Hevalên min ên kevn ku me ji zû de hev nedîtibû, gava wan ez didîtim ji ber axaftina min a kurmancî diheyirîn. Wê çaxê min bala xwe da wan rojên ku kurmanciya min qels bû. Di wê gavê de li xwe varqilîm ku zimanê min vebûye, xwe bêhtir tînim ziman, heta ji ber ku kurmanciya min bi pêş ketiye di warê zimanên biyanî de jî serkeftî bûme. A herî baş, tê gihîştim ku ez her kurmancî fikirîme û lewma di zimanê serdestan de min nema karîbûye xwe bînim ziman. Xitimandin û bêzimanbûna min a wê demê tev ji ber vê yekê bûye.

Têgihên ku di zimanên serdest an jî yên biyanî de min nedikarî tê bigihîjim, êdî bi saya kurdî zelaltir dibûn di hişê min de. Hevok û peyvên ji zaravayên din an jî yên me ji bîr kiribûn tev yek bi yek dihatin bîra mîn û min qet zehmetî nedikişand dema ku min ew di hevokan de bi kar dianîn.  Ji xwe min ew her dizanîbûn û ew di bîra min de li benda min bûn.

Piştî vê tecrubeyê min bêhtir bala xwe da ser zimên û têgihîştinê. Herçiqas li dinyayê ev mijar ne nû be jî, ji bo min nû bû û diviya min ji bo kewandina hiş û hizra    xwe zêdetir bixwenda û li ser hûr bibûma. Ji pirtûkên Noam Chomsky bigire heta yên Jacques Derrida, kovar û lêkolînên ji welatên pirrzimanî û pirrçandî heta ku ji destê min hat, min ew bi dest xistin û xwandin. Herçiqas di kovarê de zimanê tirkî hatibe bikaranîn jî, di nav weşanên kurdan de jimareke kovara Bîrê ya di 2005an de ji bo min bû rêber ku kovar li ser bandora bişaftinê ya li ser têgihîştinê bû.

Dizanim ev mesele dûr û dirêj e û ji aliyê ilmî ve ne karê min e ku ez li ser tiştinên nû bibêjim, tiştinan kişf bikim. Lê her kesek ji civaka me heman tiştî dijî, heta ku ew kesên li welêt qet zimanê xwe nizanibin û ji bîr kiribin jî, ji ber bandora bişaftinê ji aliyê derûnî û têgihîştinê ve tûşî heman pirsgirêkan dibin û dibe ku wan hay ji sedemên rewşa tê de ne tune be. Serpêhatiyên me dişibin hev û dibe ku derman heman derman be.

KURDŞOP
945 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!