Dr. Azad Mukrî
Di wêjeya kurdî de ew helbestvanên ku li başûrê rojhilatê Kurdistanê jiyane gelek in û helbestên bilind nivîsîne. Lê rêbaza nivîsandina wan ji helbestvanên bakurê rojhilatê û başûrê Kurdistanê cudatir e. Di helbesta helbestvanên bakurê rojhilat û başûrê Kurdistanê de, piraniya helbestvanan piştî Nalî, Mehwî û Hacî Qadirê Koyî di warê formê de li pey wan çûne û di çarçoveya qafiyeya erebî de helbest nivîsandine.
Wan helbestvanan hewl daye ku piraniya formên helbestî yên wekî xezel, qesîde, çarîne, dubeytî û formên din ên klasîk biceribînin. Di warê naverokê de jî, helbestên wan di navbera îrfanî û helbesta xenayî û civakî de bimeşin. Bo mînak, di van hemûyê wan qadan de pêyekî Nalî heye ku hem pesn ji bo Pêxember û pîroziyan kiriye, hem helbestên evînî, civakî û hem jî helbestên erotîkî nivîsîne. Mehwî zêdetir xwe di navbera ducemseriya helbestên xenayî û îrfanî de ceribandiye û li cem kesekî wek Hacî Qadirê Koyî aliyê kêşê bo aliyê helbestên civakî yên berpirsyar û netewî ve biriye û giran kiriye. .
Piştî wan jî, heta digihe helbestvanên serdema Komara Kurdistanê her heman atmosfer bi ser helbestên kurdî de serdest bûye. Lê li Kurdistana xwarê her ji mêj ve helbest digel hin ji yasayan rû bi rû bûye. Helbestên helbestvanên yarsanan ku di dîroka wêjeya kurdî de hatine tomarkirin, piraniya wan bi zaravayê hewramî ne û li ser kêşa paragrafî hatine vehûnandin. Di Şahnameya Kurdî de jî her heman giranî û atmosfera pêkhatî tê dîtin. Heman tişt di “Fethnameya Nadrî” ya Elmas Xan Kandûleyî de jî tê dîtin. Kesên wek Xilamriza Erkewazî, Mewlewî û Bêsaranî û gelek helbestvanên Kurdistana xwarê xwe li giraniya helbestên erûz ên erebî nedane. Her ewa jî bûye sedem ku di vegotinên piraniya wan helbestvanan de wekheviyek çê bibe.
Ji aliyê dinê ve, wan helbestvanan hemû mijarên xwe bi her naverokekê di çarçoveya mesnewiyê de vehûnandine. Wate mesnewî hem şêweyekî derbirîna hemasî bûye û hem jî helbesta evîndarî û xenayî bûye. Hem ji bo şînê hatiye gotin û hem jî wek helbest hatiye vegotin. Hem ji bo danasîna xwezayê û hem jî formulek bûye ji bo vehûnandinên olî. Eva di halekê de ye ku li serweyê Kurdistanê ji bo her mijarekê çarçoveyek cuda hebûye. Xezel şêwaza helbestên evîndarî û parçe mijarên civakî û mesnewiya vegotina çîrokê û hwd e. Lê hin helbestvan hebûn ku xwe ji tevahiya wan yasayan dûr girtine. Yanî wan ne xwe di çarçoveya yasayên helbesta Kurdistana xwarê de girê dane û ne jî xwe ji derfetên helbesta li serweyê Kurdistanê bêpar hiştine.
Ji aliyekê ew helbestên paragrafî bi hemû ew wesfên ku me behs kirî hene û ji “cexza” zarave û çarçoveyê ve bigire heta atmosfera naveroka wan gotarên helbestî de mane û di wê atmosferê de nehatine der. Ji aliyekî dinê ve jî, bo mînak bi zaraveyên din û zaravayê soranî helbest vehûnandine. Her çiqas ji bo wê beşa Kurdistanê xweceribandin di vî warî de kareke dijwar bûbe jî, lê kesên wek Seyîd Yeqûb Mahîdeştî ew kar kirine.
Seyîd Yeqûb Mahîdeştî, 220 sal berî niha li herêma Mahîdeşta Kirmaşanê ji dayik bûye. Ew bi eslê xwe digihêje seyîdên Sameraya Îraqê. Seyîd Yeqûb ku bi “Seyîd Yaqo” jî hatiye naskirin, misilman û ser bi ola şîe û ji eşîra kelhûr bûye. Wî xwendina xwe li bajarên Kirmaşan, Bêsitûn, Tehran, Şîraz û Qûmê bi dawî aniye. Piştî bi dawîhatina xwendina xwe di wê serdemê de, ew wek nivîser li baregeha Mihemed Husên Xan ê fermanrewayê kelhûr wezîfedarkirin û heta dawiya jiyana xwe li ser wê pîşeyî maye.
Ev helbestvan, xweşnivîs û tembûrvanekî bi şiyan bû. Helbestên Seyîd Yeqûb di nav guherînkariyan de bandoreke zêde hebûye û şêwaz, cure û lênihêrîna wî li gor helbestvanên berî wî, em dikarin bibêjin ku zêdetir di bin bandora Xanay Qubadî û Elmas Xan de bûye. Herçiqas karekî ku wî kiriye ji karê wan berfirehtir bûye û wek min got, bi ceribandina zaravayên din ên wekî lekî, kurmancî û soranî, qada zimanê xwe yê helbestî berfirehtir kiriye.
Ew jî bo helbestvanekî ku du sede berî niha jiyaye û welat di asta herî bilind a nakokiyên olî de bûye, xebateke girîng e û serdestiya ziman û neteweyê li ser qadên din ên jiyanê nîşan dide. Mijara balkêş li ser jiyana helbestvanî ya Seyîd Yeqûb ew e ku erdnîgariya wî ya xwendinê ji ya helbestvanên Kurdistana xwarê berfirehtir bûye û bi helbesta helbestvanên soranî re gelek eleqedar bûye û ya herî girîng jî bi helbestên Naliyê Şarezûrî re nasyar bûye û ew bi mamosteyê xwe zaniye, heta bi bizavkirina ji berhemên wî, hin helbest vehûnandine.
Di helbesteke dehbergî de wek me berê jî behs kiribû, di warê helbesta evîndariya beytî de yek ji pêşeng e û helbestên wî mil bi milê helbestên kesanên wek Mewlewî Tawegozî û Bêsaranî û Mîrza Ebdulqadirê Paweyî ne. Mînakên wan helbestên wî, em dikarin helbesta “Dile Damenî” bînin ku hem şêwaza dubarekirina hevok û destewajeyan û hem awayê nihêrîna li evîndarê ji gotara serdest a vê cureya helbestê tê.