Ziman, taybetmendiyên zimanî û zimannasî - Beşa 1

Ziman çi ye? Ziman, ew tiştê xwezayî ye ku di navbera mirovan de rê li ber axaftin û lihevkirinan vedike, her weha taybetîyên xwe jî hene. Nexwe çi ne ev taybetiyên zimên:

Şêrko Janzêm

Ziman çi ye? Ziman, ew tiştê xwezayî ye ku di navbera mirovan de rê li ber axaftin û lihevkirinan vedike, her weha taybetîyên xwe jî hene. Nexwe çi ne ev taybetiyên zimên:

 - Ziman zindî ye, diguhere.

-  Bingeha xwe ji civakê û çandê digire lewra ziman civakî ye.

- Amûra ragihandinê ye. (zimanê fizîkî,zimanê nîşandanê)

- Xwedî taybetî ye û di çarçoveya van taybetiyan de pêş dikeve û diguhere.

- Bi zanistên din re di nav têkilîyê de ye.

- Neteweyek li ser ziman ava dibe.

Me li jorê got ku ziman amûreke ragihandinê ya civakî ye, yanî ziman li gora civakê teşeyekê digire. Li gora çand, erdnigarî û zanîna wê civakê zimanek ava dibe. Du aliyên ziman hene yek aliyê civakî yek jî aliyê fizikî ye. Ziman bi çanda gel ve girêdayî ye ev raste rast bi  hêla civakî ve girêdayîye. Meriv nikare ziman, raman, çand, tarîx û erdnigariyê ji hev veqetîne. Ji ber ku ziman di nava van têgehan de ava dibe. Her weha bêyî ku em li çanda civakekê binihêrin dema ku em li zimanê wê civakê biniherin em ê bi rihetî karibin hin tiştan li ser çanda wê civakê bibêjin. Ev jî rê dide ku ziman û civak di nava têkîliyek xurt de ne an jî ziman 'eyne' ya civakê ye.

Bo nimûne gava ku em li zimanê kurdî diniherin em dibînin ku gelek gotin,gotinên pêşîyan,biwêj û mesele li ser mêvantîyê hatine gotin. Dema ku em bala xwe bidin van gotinan em ê baş têbigihêjin ku 'mêvantî' di çanda kurdan de cihekî xwe yê girîng heye.

Her weha bo nimûne gava ku em li zimanê herêmeke germ dinihêrin em ê bibînin ku gelek gotinên wî zimanî li ser germahiyê hene. Ev jî rê me dide ku ziman bi coxrafyayê ve girêdayîye.

Heke ku me behsa civakê û ziman kiribe bêguman divê em behsa meseleya çandên serdest û bindest jî bikin ku bê çawa tesîrê li ziman dike.  Dema ku ziman bi çandê û civakê ve girêdayî be çi bê serê wê civakê ew ê heman tişt tesîrê li ser zimanê wê civakê jî bike. Niha civaka kurdan di bin zilm û zordestiya serdestan de ye û her zilma ku li civakê tê kirin li zimanê civakê jî tê kirin. Me di pênesaya zimên de gotibu ku ziman xwedî hin taybetî ne û di çarçoveya wan taybetiyan de pêş dikeve. Nexwe dema ku ev ji van taybetiyan dûr be ew ê pêş nekeve. Mesela gava ku serdest li bindestan zextan bikin,zimanê wan kêm û tune bihesibînin, zimanê wan ji bo edebiyat û çandekê kêrhatî nebînin û nehêlin ku ew civak bi zimanê xwe biaxive û pêş bikeve hingê ew ê ew ziman gav bi gav ber bi tunebûnê ve biçe. Lewma ziman di heman demê de bi rewşa polîtîk ya civakê bi nêz ve girêdayîye. Ji bo pêşketina ziman divê şert û mercên wê civakê yên polîtîk guncav bin. 

Zimanekî xwerû tune ye, ziman tesîrê li hev dikin. Mesela niha li tevahîya rojhilata navîn tesîra zimanê erebî û farisî heye. Ev ne tiştekî neyênî ye ji bo zimanan.

KURDŞOP
888 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!