Şêrko Bêkes û nivîs bi ava niştiman

"Nivîsîna bi ava axê" bîranînên helbestvanê mezin ê kurd Şêrko Bêkes e, ku helbestvan ji zarokatiya xwe ve hewl daye serpêhatiyên xwe vebêje û heta kêliya nivîsandina bîranînan, nivîsandina xwe berdewam kiriye. Tiştê ku ez dixwazim li ser bîranînên helbestvanekî teşîrêsk bikim, nayê wateya paşguhkirina helbestên wî û di vê nivîsa kurt de ez ê bi lez li nivîsarên wî yên helbestî binêrim. Lê sedema ku ez li bîranînên wî dinêrim rastiyeke ku heta naha kêm raxistine ber çavan, ev jî ev yeka ye ku Şêrko Bêkas di van bîranînan de rola xwe ya helbestvaniyê nîşan dide û di heman demê de behsa têkiliya xwe ya xweş bi siyasetê re dike.

Bê guman Şêrko Bêkes hem di zimanê Kurdî de û hem jî di cîhanê de helbestvanekî mezin, nûjen û bêhempa ye, lê di van her du bîranînan de em tiştekî din dibînin ku bûye alîkarê nav û dengê ku Şêrko bi dahênanê û nivîsên xwe bi dest xistiye..

Şêrko ji zarokatiya xwe ve mijûlî karûbarên siyasî bûye û di lûtkeya enerjî û şiyana xwe ya helbestî de tevlî tevgereke siyasî ya taybet wate Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê dibe. Ji destpêkê ve wan hêzên siyasî îmkana derbirîna xwe û qada xebatên wêjeyî ji bo wî çê kirine ku helbestvanê dahêner yê Kurd bikare bi awayê herî baş li gel berdengên xwe di têkiliyan de be û bikare nivîsên xwe bi rêya kanala ragihandina wê hêzê bigehîne destê xwandevanên xwe. Ji hêleke din ve jî, serkirdayetiya wê hêzê karîn û mêrxasiya wî baş nas dikir û wek ku di bîranînên xwe de dinivîse, di demên hestiyar de haya wan jê hebûye.

Wek mînak, di dema bilindbûna şoreşê de, dema ku bombebaran û êrîşên rêjîma Beis yên li ser Pêşmerge zêde bibûn, Mam Celal Talebanî di civînekê de biryar da ku Şêrko êdî li çiya û di nav şoreşê de nemîne. Dema ku pirsî çima? Di bersivê de got: "Rêberê siyasî dikare ji nû ve bê avakirin, lê helbestvanekî wek Şêrko dest me nakeve."

Piştî wê biryarê Şêrko çalakî û kanala pêwendiyan ku Yekîtiya Nîştimanî jê re organîze kiribû heta ku ew gihîşt Îtalya vedibêje.

Lê, gera helbestvanê afirîner bi vê yekê naqede û ew bi berdewamî li ser nivîsandina xwe didomîne ka rêxistin û endamên wê şebekeyê ji bo ku wî di konferansên edebî yên Ewrupî de amade bike û bandora wî ya cîhanî zêde bike. Hemû çîrokên ku li Îtalya, Swêd û welatên din vedibêjin jî vê rastiyê îspat dikin.

Ya balkêş di bîranînên Şêrko de helwesta rexnegirên kurd û berdengên Ewrupî yên li hember nivîsên wî ye.

Şêrko behsa vê dike ku, sî helbestên wî wergerandine bi zimanê îngilîzî û di konferansên li wir de hatine xwendin û bi kurdî jî dixwînin. Ew matmayî dimîne ku temaşevanên li wir ji van helbestan bandor bûne, lê rexnegirên kurd li Kurdistanê van helbestan bi lawazî dîtine û bi xerabî li ser wan nivîsandine.

Di dawiyê de, hewlên bênavber ên Şêrko ji bo nivîsandina helbestên nû, afirandina mekanên nû, zimanekî bihêz û bê mînak a wî di helbestê de, kesayetiyek mezin yê wêjeyî avakiriye, ku bilî li Kurdistanê, li hemû cîhanê hate naskirin û helbestên wî bûn manşetên gelek kovar û rojnameyên cîhanê. Li Swêdê xelata Tokholeskî wergirt û di nav nivîskar û helbestvanên cîhanê de hîn bêhtir navdar bû.

Di nav Farisan de nivîsên wî ji dehikên 60`î yên Rojî de, nivîsên wî wergêrandibûn û di kovarên Dunya Suxen, Edebistan, Adîne û … hwd de hatine weşandin. Yekem car helbestvanê navdar ê Faris Seyîd Elî Salihî di kovara Dunya Suxen de gotarek bi navê “Cîhan û nalînên ebedî” li ser mezinatiya Şêrko û bandora wî li ser helbestvanên cîhanê nivîsî. Piştî wan nivîsan Şêrko di nav farisan de bû helbestvanê herî navdar ê cîhanê û piştre Seyîd Elî Salihî navê “Împeratorê Helbesta Cîhanê” da wî.

Ev nasnavê mezin û bibandor yê wî helbestvanî di asta cîhanê de nîşan dide û ji ber mirovekî xeyrî Kurd jî behsa vê yekê kiribû bo nasandina nasnameya wêjeya Kurd di asta cîhanê de girîng e, herçend ku hinek nivîskarên Kurd bi wî nasnavî rabûn û gotin ev naveke siyasiye û ti eleqeya vê bi wêjeyê ve nine, lê ji vê yekê hûr nebibûm ku ev zimanê han zimanekî wêjeyî û xwazayî ye û mebesta helbestvanê mezin yê li herêma wêjeya cîhanê de ye.

Di dawiya vê kurtenivîsê de ez dixwazim bibêjim ku Şêrko Bêkes yek ji helbestvanên Kurd ên herî bibandor li cîhanê bû. Wî cîhana wate û forma helbesta kurdî dewlemend kir û asoyên helbestê fireh kir.

KURDŞOP
716 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!