Mîrza Ebdulrehîm Sablaxî (Wefayî) û hestên dahênerane

Dr. Azad Mukrî  

Dibistana helbestan a Baban bi hebûna kesayet û qelemên naskirî wek "Nalî Şarezûrî" li seranserê Başûrê Kurdistanê bandora xwe diyar kiriye û di sedsala 19`an de derbasî Rojhilatê Kurdistanê bûye. Di nava helbestvanên Rojhilatê Kurdistanê de kesê zana û jêhatî yê Sablaxî wate "Mîrza Ebdulrehîm Sablaxî" ku bi (Wefayî) tê naskirin yek ji wan kesan bû ku hemû warên wê dibistanê naskirin, li ser wan kar kir û heta astekê sûd jê wergirt û gelek tiştên nû li ser zêde kirin.

Raste ku piştî Wefayî û hevdem li gel wî jî gelek helbestvanên din hebûn ku ketine bin bandora wê awaya nû ya edebî. Desthilata zimanî û awayê afirandina wateyan û bikarbirina gotinan, xwesta bêjeyan û çêkirina berhemê nû ji aliyê Nalî bû sedem ku kêm kes bikare xwe ji vê pergalê derbas bike û di şopa wan de neçe (Bizarî wan neke) lê Wefayî helbestvanekî jîhatî bû, wî karî sûdê ji wî zimanê afirandinê werbigre û xwe jê derbas bike.

Wefayî helbestvanekî bê dest û lep (Lawaz) nebû ku bi hemû awayî zimanê Nalî dubare bike. Eger weke naverok temaşeyî berhemên Wefayî û Nalî bikin, bandora wan naverokan xuya dibe. Lê Wefayî bixwe kesekî dahêner bû, herweha di warê xwendin û rewşenbîriyê de jî fikra wî ewqas berfireh bû ku bikare xwe cuda bike û zimaneke taybet bi xwe biafirîne.

Bi dehan helbestên wesa di dîwana Wefayî de hene ku ne tenê bandor (Nîşana) Nalî, li ser nine lê hevdem nîşana ti helbestvanekî din jî li ser nine. ew yek jî gotina mamosta Mihemed Elî Qeredaxî ret dike ku dibêje; Wefayî her di nava vê pergalê de maye.

Zimanê helbestên Wefayî ji zimanê helbestên Nalî nermtir e.

Derbirîna îfade (Wate)`yan di gelek perçeyên helbestan de ji yên Nalî baştir e. tevî ku di helbestên Nalî de teknîk û lîstika bi gotinên dahênerane û hizra avakirina rewşeke zimanî û teknîkî serdest e, bi heman dereceyê di helbesta Wefayî de hestên nazik û şaîrane serdest in û tên dîtin. Ev hevberkirin ne bi wê wateyê ye ku ji pile û asta bilind a helbesta Nalî kêm bibe. Lê ev hevberkirin diyar dike ku li cem yekî hizra dahênerane çalak e û li cem yê din hesten dahênerane serdest in. ew ji ne bi wê wateyê ye ku em bêjin hest û hizir bi hev re li cem wan nînin, berovajî tê wê wateyê ku giraniya karê yekî ji wan li ser hizra dahênerane û giraniya berhemê yê din jî li ser hestên dahênerane ye.

Lê di berhemên her du helbestvanan de helbestên wisa hene ku wan gotinan ret bikin.

Weke mînak di vê xezelê de hestên Wefayî bi ser hizra wî de hukim dikin.

Lew roje we dûr botewe sayet le serî min

Sûtawe le taw it hemû can û cegerî min

Cergim hemû let let bû be sêllawî sruşkim

Çi bikem ke be derya çû we leili û gewherî min

Dey fermû le ser xakî derî xoy ke minî kuşt:

Cennet bese bo xwênî şehîdî nezerî min

Qet wa debê xakî derî to tacî serim bê?

Ew dewlete bo min nîye, hey xak be serî min!

Zulfit ke wekû şamî xerîbane lewêda

Halî çîye daxo dilekey derbederî min?!

Wek bulbulî şeyda be hezar nexme denalêm

Carêkî gull im giwê bide nalley seherî min

Dîm hate ieyadet demî pirr xende bû yeinî

Ruh û dillî bîmare deway gullşekerî min

Bê nore dillim hênde le ser yek meşkêne

Rû wa bike şewqêkî bidata fenerî min

Zulfit sebebî cezbî dillim bû, be biroy to

Kafir buwe bo qîbleyî min rahberî min

Xoş bew deme saqî le derî meykede fermûy:

Ew came le min bigre Wefayî beserî min

Lê eger em temaşeyî vê helbesta Nalî bikin, em ê bibînin ku hizra afrêner ji gotin û wateyan bi ser warê teknîkî û ciwaniya gotinan û bêjeyên nû de serdest e.

Hilqe dir guşî kefî rengînî toye em defe

Ba nenallê, lêy mede en lêtmêhî kef û El -kefe!

Ney, ke sahîb sêrre, ser ta pa be emrî kun kune

Batînî qêf qêf `ela sirrî, be zahîr qef qef e

Xoştire uzrî gunehkaran le sed zîkrî riya

Em be nermî iefwe iefwe, ew be tûndî ief iefe

Şêxî û ser lenge destarî be destarî buzurg

Rindim û destarî kelley min defe, nek mîndefe

Xadîmî mexdûmîye, meiqûllî nameiqûllî ye

Lem dere asef Suleymane, Suleyman asefe

Sahêbî êlim alkîtab e mutrîbî hudhud nefes

Ya Suleymane le îxwan el sefa, asef sefe

Camî taqî meykede mîşkatî qendîlî dill e

Şîşe pirr qerqef le refrref şahî ialî ref ref e

Tebiî Nalî tunde emro, ya be neşey nîm nîgah

Mestî rehrah û mey û rah û qerah û qerqefe?! 

Lê tevî wê yekê jî em nikarin bandora Nalî li ser hizra Wefayî berçav negrin. Ya balkêş ev e, her ji vê dema ku Wefayî di bin bandora hizir û pêkhateya helbesta Nalî de ye, hizra wê yekê kiriye ku bibe helbestvanekî serbixwe.

Weke mînak Nalî di helbesta (Mestûre)yê de hewil dide ku edebiyateke cuda biceribîne ku heta wê demê mînaka wê di nava helbestên Kurdî de nebûye.

Zimanekî tezî, helbestek bi naveroka erotîk û bi gotineke tejî dahênan û dewlemend di warê afirandinê de. Wefayî jî di helbesta (Şîrîn Teşî Derêsê) de xwe di wî warî de ceribandiye. Lê hewil daye ku sînorekê di navbera wan du ceribandinan de bihêle. Careke din em dibînin ku zimanê Wefayî bi hevberkirin li gel zimanê Nalî, veşartî û nerm e.

Herwaha Wefayî ku muzîk û awaza Kurdî dizanî û nas dikir, zimanekî gelek sade bikar aniye ku ew yek tenê di çend helbestên Nalî de tê dîtin.

Weke mînak Wefayî di xezela ..

Nexoş û mestî dû çawî kall im

Heq im be deste eger binall im

Be xemzey çawit be xendey zarit

Birdyan be xaret xew û xeyall im

Zimanê xwe heta asta zimanê axavtina rojane sade kiriye û hin caran pişta xwe bi zimanê folklorî girê daye. Ezmûnek ku li cem helbestvanên klasîk nayê dîtin. Gelek mînakên vê ezmûna neasayî di helbestên Wefayî de hene û em dikarin behsa hin helbestên din bikin wek..

Ew çawaney wa xumarî naz in

Be îma îmanim lê dexwazin

Hate der wek roj şay şeker lêwan

Xemzekew remzî turkî pêş taz in

 destî hêna der pêy le sema da

Çaw mestin çaw bestin ya sîhir bazin

Ew ezmûna Wefayî tevî wê şîna ku bo "Şêx Ubeydullah Nehrî" kiriye, riyeke teze di nava edebiyata Kurdî de vekir ku di nivîsên din de em ê bêhtir behsa wan bikin

Ji aliyê çepê ve kesê sêyem Wefayî ye

KURDŞOP
832 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!