Girnijîna Cemedaniyê

Di nava rezekê li binya Kelha Xan

Di nava bexçeyên sêva ên Dim Dim

Di sala reş û şîna Simko

Li ser pira Çemê Bajar

Di nav dîroka tejî xirabî û tawan a eceman de

Li bajarê kesk ê gêlasan û Geliyê Xan

Li gundê çiya û rewezê Berkewil û Mam Brayîm

Li ber zinar û ber beroj

Camêrê welat dane ber gulleyan

Kete ser taqa piştê

Ji xwîna geş a Kurmanc

Li ser xwezaya jîngeha Şêrîn û Ferhad

Savayekî qelem di dest de

Bi nerînek dûr û girnijînek li ser lêvên cemedaniyê

Bi hizr û piş û mîrata Çariyê

Kelehek şîn bû (Kelehek peyda bû)

Baweriyekê rihên xwe kutan

Têgeha mejiyê wî, neyar tevizandin

Tilya wî, nîşana serbestiyê

Dest û mista wî, dawiya jêrdestiyê

Peyamek bî şîlan û swêsinan

Kîvroşka nav genim û bayê zanînê

Bejna wî bi qasî bilindahya çiyayan

Strana wî axîna Kurdistanê

Bi girnijîna cemedaniyeke xwar

Bi tekoşîna şoreş û berxwedanê

Ew bi ser gulên lawlaw (lale) de serket

Bi wê jî nesekinî

Bi berînahiya axeke pir jîn

Dîrokek dûr û dirêj û ne zelal li ser rûpelên dîrokê

Fikreke cemidî ya kevin

Li ser textê xwînê û bejna zirav a seqet

Dubare xebat û xebat û xebat
 komek pirtûk û canteyek tejî qelem

Bi şiyana rojê û tîrêjên wê yên geş

Cemed (qeşa) heland

Di tarîtiya şevê de û li koşka şîn a paşa

Bi riyeke herifî û hilweşyayî

Biryareke qirêj (bi şerm) a dîrokê dan

Ewên ku herdem tînê xwîna geş a şahsiwarên Kurd in

Ên ku carekê ji nişkîve maf dane mirovan

Li Rojavaya tevizî (cemidî)

Li welatê berjewendiyan

Xwîn jî bi pere tê şûştin

Heta gelê ku xemek giran hilgire

Heta di tengasiyê de be

Kelha baweriya wan naherife

Bi gijlokan bersiva barana rehmetê dan

Bi gulleyan li kevokê dan

Aştî sulava xwîna paqij bû

Heta çav dibîne êdî valahî nema

Astengî û zehmetî li çiya û bajar

Caddeya Jîna Bi dengek tejî gewriya bajar

Vê dirûşmê dibêje Qasimlo , Qasimlo 

 Riya te her berdewame Qasimlo

Selîm Heqîq

KURDŞOP
756 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!