“Elî Herîrî” yekem helbestvanê devoka Kirmancî yê zimanê Kurdî ye

Bêguman ku yekem kesê ku li Kurdistanê helbest bi devoka Kirmancî nivîsiye, Elî Herîrî ye û belgeya herî rast jî heman helbesta Ehmedî Xanî ye, ku wî navborî wek pêşengê xwe hesibandiye.

Di dîroka wêjeya gelan de, pir nav hene neku bi sedema koma berhem û qebareya nivîsên wan, belkî bi serdemên ku di nav de rabûne, navên wan zêdetir ji berhemên wan li ser zimanan bûne û bûne sembola şêwazek li nivîsîn û hizirkirina neteweyî.

Yek ji van kesayetiyên ku dikarin di wêjeya Farisî de bi nav bikin, kesayetiyekî bi navê “Ebû Hafizê Suxidî” ye ku di sala 300an a Koçî de jiyaye û yekane versa wî bi mîrat maye. Û ev yekane versa jî wiha ye:

askî kêwî le deştî çon heldî

ew ke yarî nîye çilon radê

Ev versa hêsan û bê kêmasiye, piraniya lêkolerên helbestên Farsî, bi destpêka veqetandina wî dihesibînin. Qutbûn li çanda nivîsînê di nav Fars zimanan de û bera xwe dan bi mijareke nû. Heta vê demê, piraniya nivîsan li Îranê bi zimanê Erebî hatine nivîsîn û Ebû Hafizê Suxidî bi nivîsîna vê yekane versê, hem zimanê Farsî kire zimanê nivîsînê û hem navê xwe bo her timî di nav dîroka wêjeya Farisî de tomar kir. Dema ku wisa ye, Ebû Hafizê Suxidî, nek ji ber kom û teknîk û naveroka nivîsa xwe, belkî ji ber destpê kirina nû ya wî ye ku bo zimanê Farisî bû deriyek nû. Lewma, heta “Mihemed Riza Şefîi Kedkenî” lêkolerê mezin yê Fars, jî pirtûkek bi navê “Hezareya duyem a xezala çiya” nivîsiye ku mebesta wî heman yekane versa navborî bûye û wisa hesabkiriye ku zimanê Farisî di berdewamiya vê yekane versê de, pêngav avêtiye hundirî Hezareya duyem a jiyana xwe.

Bi heman awayî di wêjeya kurdî de jî çend kesayetî hene ku ne ji ber giranî û mezinahiya nivîsên xwe, ne ji ber awayê raman û teknîka nivîsandinê, belkî girîngiya wan kesayetiyan ji ber vê yekê ye ku destpêkerê rewtekê bûne ku piştî wan dibe bi kevneşopiyeke nivîsandin û ramanê.

Wan ji rêyek ku berê û bi hezaran salan nivîskaran bi zayend û zimanê Kurdî pêda diçûn, dûr ketine. Bi sedan û heta bi hezaran rewşenbîr, nivîskar, feylesof û zanayên olî yên kurd hebûne ku xizmeta ramana kurdî kirine, lê wan ramanên xwe yên mirovî, dîrokî, olî û wêjeyî yên xwe, bi zimanên Erebî û Farisî anîne ziman. Em dikarin behsa gelek kesan bikin wek “Ebû Henîfe Dînewerî, Tacedîn Şinoyî, Îbin Xelekan, û yên nû jî Cemîl Sidîqî Zehawî, Ehmed Şewqî” û gelek kesên din.”

Lê, navek ku me hemiyan bihîstiye û belkî jî ji ber girîngiya derkevtina wî nehatibe me nedîtibe, “Elî Herîrî” ye. Ev nivîskar û helbestvanê navdar, her çend ku em bi rastî nizanin kengê jiyaye jî, lê çendîn belge hene ku vê yekê didin selmandin ku ew bêtir ji çend sedsalan berê jiyaye. Belgeya yekem ew e ku helbestvanê mezin ê kurd “Ehmedî Xanî” di pirtûka xwe ya bi navê “Mem û Zîn” de ku nêzîkî çar sedsalan berê bi zimanê kurdî nivîsandiye, behsa wî kiriye, û dibêje:

Bê navê ruh û meyla Cizîrî.

"Elî Herîrî"Pê fedî bike

Her Ev yek versa nîşan dide ku Elî Herîrî beriya Ehmedê Xanî bi kurdî nivîsandiye û nivîs û zimanê wî bi qasî bandor hebûye ku kesayetiyek mezin wek Xanî di wê baweriyê de ye ku bi nivîsandina pirtûka Mem û Zînê ruhê mezinekî wek Elî Herîrî zindî dike.

“Emîn Zekî Beg” di pirtûka xwe ya “Dîroka Kurd û Kurdistanê” de wiha dinivîse: Elî Herîrî xelkê “Dîr El-Herîr”ê li nêzîkî bajêrê Hewlêrê hatiye dinê û di navbera salên 400an heya 470î Koçî (1010-1077an Zayînî) de jiyaye û hevdemê “Firdewsiyê Tûsî” bûye.

Lê, nerînên din jî hene; Ew li ser vê baweriyê ne ku divê Elî Herîrî direngtir ji vê dîrokê ji dayik bûbe. Yek ji van nerînan ji aliyê “Hacî Qadirê Koyî” ve hatiye gotin. Li gor yek versên helbestvanê Faris “Ebdulrehman Camî” ye. Camî li gorî Hacî Qadirê Koyî nivîsandiye:

Pîrê mir bdidam zî giravê

Nik mir bdidam zî herir

Wisa xuyaye ku mebesta wî jî, ev her du mirov yanî “Melayê Cezîrî û Elî Herîrî” ye. Li gorî vê yekê, divê Elî Herîrî di derdora salên 850an a Koçî de jiyabe.

Di derbarê sala ji dayikbûn û jiyana Elî Herîrî de cudahiyên din ên nerîn û dîtingehan hene. Ku em dev ji behskirina wan berdin. Lê, hemû nivîsan li ser hev bikin; Ew kes yekem bûye ku bi devoka Kirmancî helbest û nivîs hebûne. Wek mînak, “Eliksandir Jaba” nivîsiye ku ew yekem helbestvanê kurd e û pirtûkek wî ya helbest û nivîsandina bi kurdî heye. Lê, ji van her du rêkeftan kîjan rast be jî, bê guman ku yekem kesê ku li Kurdistanê helbest bi devoka Kirmancî nivîsiye, Elî Herîrî ye û belgeya herî rast jî heman helbesta Ehmedî Xanî ye, ku wî navborî wek pêşengê xwe hesibandiye.

Herçawan ku nivîsiye; Dema ku wî Mem û Zîn vehûnandiye, Elî Herîrî nemaye û wî bi vî karî dixwest rihê Elî Herîrî zindî bike. Ev hemû nîşan didin ku Elî Herîrî gelek berî Xanî jiyaye, û aliyê kêm serdema jiyana Elî Herîrî çar sedsalan berê Xanî bûye.

Di pirtûka “Jiyana Zanayên Kurd” de mînakek ji helbesta Herîrî hatiye:

reyahîn sûsen û werdin, le şêx elêy ẍerîb ferdin

weristî ehmer û zerdin, her û sed car di efxan têt

ji efxanan nimayim tîr, dûagoyî to ez bê vir

bi bîne şer dû esleh dîr, heta vî qasidî can têt

bi bîne rûşe malînê, were hindavê balînê

bidest ahanu nalînê, çi reng firyad ji asman têt

bi firyad û bi haware, ji dest ahan min ew kare

ne lazim bendeyê jare, ji seyîdî çi ferman têt.

KURDŞOP
865 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!