Hemû berhemên nivîskar Cîhan Roj ji aliyê Weşanxaneya Peywend ve hatin weşandin

Nivîskarê kurd, di sala 1993 an de dest bi nivîsandina bi zimanê kurdî dike. Heta niha, 10 roman,  5 helbest,  yek ji wan bi tirkî û yek ji çîrokên bijare bi tevahî 5 pirtûkên çîrokan bi tevahî 21 berhemên Cîhan Roj hatine weşandin

Kurdshop – Bi boneya 30 sal nivîskariya nivîskarê Kurd Cîhan Roj, hemû berhemên wî ji aliyê weşanên Peywend ve hatin çapkirin.

Nivîskarê kurd, di sala 1993 an de dest bi nivîsandina bi zimanê kurdî dike. Heta niha, 10 roman,  5 helbest,  yek ji wan bi tirkî û yek ji çîrokên bijare bi tevahî 5 pirtûkên çîrokan bi tevahî 21 berhemên Cîhan Roj hatine weşandin. Romana bi navê "Perde" di tirkî de bi navê "Mahrum" hatiye wergerandin.

Pirtûka wî ya yekem a helbestan di sala 2002'an de hat weşandin. Li gelek rojname, kovar û malperên bi kurdî ji karwaniyên ceribînên xwe ên edebîyata sêwirînî û ji xwendinênn xwe ên pêvajoyan, derheq edebîyata kurd de nivîsî nivîsîne."Edebiyata Modern a Kurdî", ji bo çarçoveya 15 hefteyî, her hefte di Rudaw Radyoyê de, di bernama "Wêjevan"ê de bûye mijar.

Darblêdanên nivîskar her li têgeha “bîrxistinê” ye, pê re jî hewl dide hûrgilî zindî bimînin, hukum û bandorên hûrgiliyan bên bala xwendevanên wî.

Di destpêka romana "Perde" de, wisa hatîye nivîsîn: "Em bi zimanê xwe li xeyalên xwe digerin, bi xeyalên xwe li zimanê xwe digerin.”

Nivîskar dibêje ku her ziman û çand bi reng û taybetiyên xwe ne, kesên ku dikarin çanda kurdî bi rengekî xwe li edebiyata cîhanê bifikirin, gelek girîng in.

Ew dibêje ku edebiyata kurdî û edebiyata kurd, exlebe di sed salên dawî de, ji ber qedexe û pêkutiyan wekî "hêtîmê demên modern" bû. Li alî din,  ew balê dibe ser derfetên têkiliyên kurdî û zimanên qedîm ên derdora kurdî,  destanên kurdî, folkloreke pir zengîn û bingehên mezin ên klasîk, bi sedan hezar peyvên kurdî, bi deh hezaran biwêj, têkiliyên bi bawerîyên cuda re, hukmê dengbêjî û mûzîkê, lîrîzma di kurdî de, exlebe rastiyên şevbuhêrkan û zêdekirinên wê ên li vegotinê…

Nivîskar destnîşan kirye ku Yaşar Kemalê li cîhanê navdar e, derheq çavkaniya şêwaza xwe de Evdalê Zeynikê û hêza û taybetiya vegotina dayîka xwe nîşan dane, ev giring e û li me dîtina rastî û hûrgiliyên wisa ferz dike. Şikil û îfadeyên bi kurdî ên biwêjî, lîrîzma kurdî, tesîra îfadeyên eşqê û ên dengbêjîyê, ahenga îfadeyê hem derfetan pêşkêşî nivîskariyê dike hem jî dibe sebebê moral û wêrekiya qeleman. Cîhan dibêje, pir balkêş e, di berhemên çanda devkî de, di destanan de hevsengiyekî di navbera hest û aqil de tê dîtin! Îro ew bi hewl e  ku roman ji alî şikil ve jî xwe pêş ve bibe, xwe ji qalib, jiber û nostaljîyê bike, di vegotina êşê de jî hevsengiya hest û aqil were dîtin. Bi kurtî, meriv dikare behsa berhemên wî bike:

Di Gîtara Bê Têl û Serkêş de, ew rewş û çîrokên mirovên çûne bixwînin û xwe xilas bikin têne dîtin; tê dîtin piştî ew kes bûne xwedî pîşe hay jê çêbûne bê çi valahî mane di dilê wan de, ew çawa ji hezkirinê bêpar mane û a rast xwe xilas nekirine!

Perde û Meşa Morîyan de, balê daye rewşenbîriya kurd ku bê ew ji bo hêvîyên jîyaneke xweş çawa bi têkoşîn û fedekar bûne lê bi îhmalên piçûk re, bi nedîtin û nefikirîna li xwestekên zarokan re, çawa bûne sebeb vaalhî di dilê zarokên wan de bimînin!

Di roman Şeşaqil de, tîne bîra xwendevanên xwe bê hewes û xwesteka hezkirinê tenê ne bes e, di vê mirov bizane hez bike. Di romana dawî 7 Av 7 Agir 7 Derî  de, karaktera romanê Jîna bi pey dikeve mirovek bibîne û binase da ew mirov bihêle jê were hez kirin!

Di gelek romanên wî de , tesîra şer û pevçûnên çil salên dawî ên li takekes, detay encamên wî şerî, çîrokên li ruhê mirovan şop hiştî, rêwitîyên koçberîyê, mijarên dîrokî… têne dîtin. Li gorî rexnegiran di şîyîrên wî de dewlemendîya hêmayan heye. Dosya şîyîrê  a dawî Asê bi têmayên eşq û hezkirinê şikil girtîye, di wê dosyayê de awa û şiklê metnên dengbêjiyê bo şîyîrnivîsîna xwe kirine melzemeyên ceribê.

Di çîrokên wî de mijar bêhtir jin û jîyana jinên kurd in. Di metnên wîde hêmanên civakî, kulturî, takekesî cî digirin. Di çîrokên wî de bêhtir teknîka monologên navxweyî, zimanê tîr û bi hestek li cî tê dîtin. Di hin çîrokan de bi dubarekirin û bikaranîna hêmayan re hewl hatîye dayîn vegotin kûr be.

Li gorî wî hêvîyên derheq kurdî û edebîyata kurd de her diçin geş dibin. Ger astengiyên li pêşberî kurdî bi temamî werin rakirin ew ê bi ziman û edebîyatên din re jîyanê zengîntir bikin. Ew kêfxweşîya xwe tîne zimên ku Weşanên Peywendê di sî salîya nivîskariya wî de hemî berhemên wî weşandine. Bo her kes xwe bigihîne berhemên wî, bo xwendevanan jî gav avêtîye fîyetek kêm li kitêban xistîye. Nivîskar xwedîderketina li berhemên xwe sebebê moralê dihesibîne.

Cîhan Roj dibêje navê edebîyatê ê din, welatê hêvîyê ye, li wî welatî, ez bi zimanê xwe ê zikmakî, bi xeyalên gotinê, bi bîrxistinan hewl didim bibim yek ji rêwiyên hêvîyê!

Ji destpêka Edebîyata Modern a Kurdî:

“Xwezî, aniha, ne weke hêviyekê, weke fotografê edebîyata Kurdî a roja me, mi karibûya gotineke wisa lêkira:

Mîna ruhê Gilgamêş bêhizûr, weke Siyabend li pey kuştina felekê…”

 

KURDŞOP
701 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!