Mela Îsamedîn ê Şefiî yê di navbera ol û netew de

Di helbestên Kurdî de jî, mixabin ku pir kêm ber dest in, xuya dibe ku Mela Îsamedîn ji aliyê ziman ve di bin bandora helbestvanên wekî “Nalî” û “Mehwî” de ye û di çend du beytan de jî, zimanek hêsan û zelal her bikar aniye, ku vê yekê nîşan dide navbirî wekî helbestvanên serdemên sedsala 20î ya Mukriyanê, hewl daye ku zimanê helbestê ber bi hêsanbûn û paqijikirin ji peyvên Erebî û Farsî bibe.

Navçeya Mukriyanê li Rojhilatê Kurdistanê, bi dirêjahiya dîrokê çend sed saliya derbasbûya Îranê û bi taybet li serdema Sefewiyan, girîngiyeke taybet hebûye. Hem veşargeha serhildanên çendîn tevgerên bihêz yên neteweyî bûye û hem cihê jiyan û perwerdehiya sedan ronakbîr û nivîskar û zanayên olî û wêjeyî yên navdar bûye. Ji aliyek din ve Mukiriyan bi sebeba hebûna çendîn binkeyên zanista olî li bajarê Mehabad û Bokanê û olên weke Hemamiyan û Turcan û … hwd. Bi dehan zanayên olî yên xwendevan li hundirî de hilkeftiye ku ji warê olî de, xwediyê berheman in û her di nav vê qadê de desteyek ji wan jî xwediyê sûda wêje û zimaneke zelal li nivîsînê, bi zimanên Kurdî û Farsî û Erebî bûn e.

Yek ji wan zanayan kesayetiyê xwendevan û helbestvanê bihêz “Mela Îsamedîn Şefiî” yê ku wek “Kamî” tê naskirin e, ku tevî vê yekê navûdengê wî wekî melayekî xwendevan pir xuya ye, lê li kêlega vê yekê jî, helbestvanekî kêrhatî bûye û ev nivîsên ku di keşkol û pirtûkên kevin de hatine tomarkirin û şiyana wî di nivîsînê de bi zimanê Kurdî û li helbestê de bi başî nîşan didin.

Lê, em her di destpêkê de bizanin ku Mela Îsamedîn kî bûye û çi demekî û li kuderî hatiye dinê. Ev kesayeta zana li sala 1300an li gundê “Embar” a girêdayî bajarê Bokanê ji dayîk bûye. Kurê Mela Şefîi bûye ku ev jî yek ji mamostayên olî û wanebêjê binekeyên zanista olî bûye û piştî 74 salan temen li bajarê Bokanê koça dawî kiriye.

Ev kesayetî berewajiyê piraniya melayên din, cuda li karûbarên olî li hember bûyerên civakî û siyasî yên navçê de hestyar bûye û wan bûyeran di helbestên wî de reng dane. Bo mînak li serdemê şerên cîhanî yên yekem û duyem û êrîşên Rûsya bo ser Osmanî û Îranê,helbesteke destanrêsî nivîsiye ku li hundir de behsa bandora Rûsyayê dike, helbet bi sebeba vê ku Osmanî sunî mezheb bûn, xwe alîgirê Osmaniyan dizanî û bi eşkere li helbestên xwe de behsa vê mijarê dike.

Mela Îsamedîn li cem bavê xwe wate “Mela Şefîi” xwendiniye û di gel helbestvanê mezin yê Mukriyanê “Seyfulquzat” têkiliya wî hebûye, ji ber Seyfulquzat jî serdemekê cem Mela Şefîi zanista olî xwendiye. Her du herbestvan jî têkiliyeke xurt di gel xaneqaya “Şêx Şemsedînê Burhan” hebûne ku, rêberên terîqeta Neqişbendî bûye li Murkriyanê. Ev têkliyên han bandor li ser naveroka helbestên Mela Îsamedîn kiriye û beşek ji helbestên wî rewta û mîstîk ango arifane û xwedanasînê heye û bi sebeba hogiriya bi kesayetiya Şêx Buhan re jî ku hebûye, piraniya helbestên xwe di pesnên wî kesayetiyê de nivîsîne. Hêjayê gotinê ye ku xaneqaya Burhan cihê xwendin û serhildana gelek helbestvanên naskirî yên Kurd yên wekî Hejar, Hêminê Mukriyanî û Seyfulquzat jî bûye.

Kamî an Mela Îsamedîn di helbestên xwe yên Farisî de, di bin bandora helbestên helbestvanê wekî Hafiz û Seidî Şîrazî bûye.

Mela Îsamedîn di helbesteke naskirî ya Farisî ya xwe de, li hember helbestvanê mezin yê Fars wate “Mevlanayê Romî” de disekine. Mevlana helbesteke naskirî heye ku bi navê “Neyê Name” ye û pêşgotina pirtûka mezin a wî wate “Mesnewî Menewî” ye. Mevlana wirda bi beytekê helbesta xwe dest pê dike ku ev beyta helbestê, di wêjeya Farsî de yekcar naskirî ye.

Bişnu az nî çun hkayt mîknid

 az cdayîha şkayt mîknid

Az nîstan ta mra bibrîdeand

Az nfîrm mird û zin nalîdeand û ...

Wate guhdariya neyê bike û bizane çi dibêje, behsa cudahî û ji hev veqetyanê dike. Di vê serdemê şûnda ku ez li qamîşan qut dikirim û dibirîn, ji ber hawar û nalîna min, jin û zilam hatine yemanê.

Mela Îsamedîn bersiva helbesta naskirî ya Mevlana wiha daye û dibêje:

Mişnu  az  nî naleaş az bî dlîst

 bîdlan ra 'aqbit bî haêlîst

Bişnu az min şur 'şqim dir sir ast

Naley 'aşq nway dîgir ast , ...

Eva mirovekî wekî Mela Îsamedîn li hember mirovekî wekî Mevlana disekine û rêyeke din dide pêşiya xwendevan û berdengê xwe, kareke girîng û biwêrane ye li warê wêjeyê de.

Di helbestên Kurdî de jî, mixabin ku pir kêm ber dest in, xuya dibe ku Mela Îsamedîn ji aliyê ziman ve di bin bandora helbestvanên wekî “Nalî” û “Mehwî” de ye û di çend du beytan de jî, zimanek hêsan û zelal her bi kar aniye, ku ev yek nîşan dide navborî wekî helbestvanên serdemên sedsala 20î ya Mukriyanê, hewl daye ku zimanê helbestê ber bi hêsanbûn û paqijikirin ji peyvên Erebî û Farsî bibe.

Rûh wa le serî lêwme bo maçî demî to

Nallêm ewe sewdaye  kemî min keremî to

Ballat wekû allaye le jêr perçemî zulfit

Kê bê ke be pêy xoy neyete jêr 'elemî to

Min kurdim û xizmet dekem û toş le cezada

 xwênim derrjênî be nîşanet 'ecemî to

Her di van her sê beytan de, şiyana ziman û helbet îşareta hizra Mela Îsamedîn xuya dibe. Di helbesteke evîndarî de, nîşan dide ku ev kurdekî çawaye û mijûlî xizmet û evîndariyê ye û hevala wî çawa mejûlî azardana wî ye û xwîna wî dirêjîne, nîşanên ecem, wate dijî kurdan pê ve xuya ne. Cuda ji hemû bedeviyên wêjeya zimanî, helbesta wî jî zelal û dewlemend e.

Min ke şeydayî 'îşqî tom mestim

Çî dellê dujminim çi derbestim

 lêwî le'lit cnêwî dawe be min

Qînî binyademe mnîş gestim

Ev her du beyt jî xwediyê zimaneke zelal û sade û xwemalî ne, ku nîşana bandora rewta hêsankirin û paqijkirina zimanê Kurdî li zimanê biyaniyan pê ve xuya ne.

KURDŞOP
710 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!