Felsefeya perwerdê û felsefeya jiyanê di "Pirtûka min a pîroz" de

"Pirtûka min a pîroz" nave berhema bîrmendê Kurd "Rêbwar Sîweylî" ye bi yekem dîtina nave pirtûkê xwendevan hizra gelek tiştan dike, gelo nivîskar weke pirtûkên pîroz pexşaneke bi hurgiliyan nivîsandiye û rêkar û "Dibe û Nabe" ya jiyanê di wî warî de şîrove kirine, yan pirtûkeke ku bi arasteya rexneyî berê xwe dide nerînên olî. An jî tiştên pîroz ên cîhana derdorê di mejiyê xwe de nirxandine û anîne ser kaxezê?

Yunis  Rezayî

Lê çima "Pirtûka min a pîroz" Sîweylî li cem min li hemûyan taybettir e? ji ber ku mijara wî wisa ye ku derfeta hemû pêşbîniyekê ji xwendevan distîne. Bi kurtî Sîweylî di vê pirtûkê de xwendineke felsefî û perwerdeyî bo yekemîn pirtûka jiyana xwe û gelek ji xwendevanên Başûrê Kurdistanê kiriye ku ew jî pirtûka nû ya (ABC a nû ) ya mamosta Balder e.

"Pirtûka min a pîroz" nave berhema bîrmendê Kurd "Rêbwar Sîweylî" ye bi yekem dîtina nave pirtûkê xwendevan hizra gelek tiştan dike, gelo nivîskar weke pirtûkên pîroz pexşaneke bi hurgiliyan nivîsandiye û rêkar û "Dibe û Nabe" ya jiyanê di wî warî de şîrove kirine, yan pirtûkeke ku bi arasteya rexneyî berê xwe dide nerînên olî. An jî tiştên pîroz ên cîhana derdorê di mejiyê xwe de nirxandine û anîne ser kaxezê?

Lê dema ku dest bi xwendina pêşekiya nivîskar û piştre beş beş û wane waneyên pirtûkê dibînî, li gel pirsgirêkekî gelek cûda de tê hemberî hev.

Rêbwar Sîweylî herdem nivîskarek bûye ku wergirên xwe bi karên nû û çaverênekirî ecêbmayî kirine, ev xet jî berê di gelek nivîsan de nîşan daye, ji pirtûka "Cîhana tiştên biçûk" heta digihêje "Pirtûka Nalî" û "Pirtûka Hacî Qadir Koyî" û "Tirs ji felsefeyê" û "pirtûka  Şayîsteyan" û gelek berhemên din.

Lê çima "Pirtûka min a pîroz" Sîweylî li cem min li hemûyan taybettir e? ji ber ku mijara wî wisa ye ku derfeta hemû pêşbîniyekê ji xwendevan destine. Bi kurtî Sîweylî di vê pirtûkê de xwendineke felsefî û perwerdeyî bo yekemîn pirtûka jiyana xwe û gelek ji xwendevanên Başûrê Kurdistanê kiriye ku ew jî pirtûka nû ya (ABC a nû ) ya mamosta Balder e.

Ev pirtûk di rastiyê de pirtûkeke fêrkariyê bûye bo xwendekarên pola yekê ya dibistanê li Başûrê Kurdistanê û çend nifşên cuda li pey hev ew pirtûk weke çavkanî bikaranîne û li hemû dibistanan de xwendine.

Li gorî ku mamosta Rêbwar Sîweylî hemû pirtûka mamosta Baldar wane bi wane çap kiriye û li ser wan axiviye, xwendekar dizane ku bi giştî çi di pirtûkê de heye.

Ev pirtûk 69 wane bû  ku ji yên gelek sade wekû "Dara" destpê dike ku tenê gotineke û 3 caran hatiye gotin û heta dersa 69ê ku "Sal bidawî bû" ye û ew ders behsa dawîhatina dibistanê û sala xwendinê û malavayîkirin xwendekar û mamostayan dike û ji 7 hevokan pêk tê.

Lê divê em bizanin ka çima Rêbwar Sîweylî ew kar kiriye û çima pirtûkeke kevin a perwerdeyê aniye û hemû dersên wê şîrove kirine. Weke bixwe dibêje, mixabin ev pirtûka taybet ku ziman û dariştineke baş û hunerî heye ji nava pirtûkên dibistanê de li dibistanên Herêma Kurdistanê de hatiye derxistin û pirtûkê din ên ne temam li şûna wê hatine danîn. A yekem bi baweriya min xwestiye vê sîstema perwerdeyê rexne bike ku çavkaniyên dewlemend hişik dike û ziman û têgeha zarokên Kurd li ser çavkaniyên ne temam û ne resen perwerde dike.

Herwaha em dikarin bêjin ku Sîweylî hesteke nostaljiya li hember wê serdemê hebûye ku ew pirtûk xwendiye û niha careke din bi vê hestê vegeriyaye ser rabihuriya xwe ya perwerdeyê û bi vê ezmûna ku di herdu warên felsefe û perwerdeyê de heye careke din ev rabihuriya xwe xwendiye.

Ji aliyê din Sîweylî weke bîrmendekî fesefê temaşeyê pirtûka "ABC a nû "ya mamosta Emîn Baldar kiriye û bi vê nerînê careke din yek bi yek hemû dersên wê xwendine. Di wî warî de em dikarin li ser çend mijaran rawestin, tevî ku Sîweylî bo armancekê û li gor nirxandinên xwe tên fikrî ji dersa yekê ve xwendineke felsefî bo vê pirtûkê kiriye, lê hewl daye ku fikrên xwe yên felsefî li gel wan babetan biguncîne ku di pirtûkê de hene. Heta eger Emîn Balder dersên wê pirtûkê bi heman felsefeyê amade nekiribin.

Ev giringiya ku Sîweylî bi pirtûkê daye û tekeziyê li ser dike, wesa dike em bifikirin ku ev pirtûk her ji destpêkê ve bi heman felsefeyê hatiye nivîsandin. Nivîskar li ser 3 gotinên destpêkê û wêneyê dareke sêvan şîroveyeke cuda pêşkêş dike. Bi wî awayî ku dar di nava xwezayê de çî ye û çi wateyeke şandî û kulturî heye û çima ev gotin 3 caran hatiye.. tevî ku ew xwendin û şîroveya nivîskare li ser wan gotinan, riyeke bo mamostayên dibistanê ku li pişt gotin û dîmenan cîhaneke din bibînin. Bi vê yekê karê Sîweylî eger rexnegirtine li sîstema perwerdeyê ku nabe xwendekar ji wê pirtûka baş were bêparkirin, pê neyê perwerdekirin, hevdem peyameke rahênanê ye bo mamosta û rahêneran ku çawa bikarin cîhana pişt gotin û dîmenan bibînin û bikar baştir zarokan di qonaxên destpêkê de perwerde bikin.

Sîweylî di dersa duyem de ku tenê sê caran gotina "Dara" hatiye û dîmenê xortekî heye ku bafirokek destê wî de ye careke din bi berfirehî şîrove kiriye. Yekem Dara yê di nav cîhana dîmenan de û Dara yê di nava cîhana rastîn de cuda ne, duyem, Çima ew du wêne cuda ne? Wêneyê Dara yê cîhana rasteqîne ya Kurdan, zarokekê belengaz û pêxwas e û wêneyê nav pirtûkê de wêneyekî nû ji Dar û Darayên kurd in ku bi rewş in. piştre nivîskar behsa wê yekê dike ku Çima Dara? Çima Xort? Çima dibe ku kur yekem dîmenê nav pirtûkê be û di berdewamiyê de bo şîrovekirina vê mijarê behsa nasandina nûnertiya nêran û .. dike û wan şîrove dike û bi wî awayî di dîmenên din de wêneyî keçeka bê nav zêde dike, wêneyê keçê bi nav û rengê wê bixwe tê zêdekirin, heta digihêje dersekê ku weke Sîweylî dibêje wekheviya zayendî têde hatiye parastin û Kur û Keç wekhev in.

Bi kurtî em dikarin bêjin ku ev pirtûk hesteke xweş û nostaljî dide wê nifşa ku bi riya wê pirtûkê fêrî xwendin û nivîsînê bûne û hem ji bo kesên ku ji felsefeya perwerdeyê hez dikin û dişopînin, gotinên nû û tiştên balkêş têde ne.

KURDŞOP
798 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!