Mela Xefûr Debaxî: 'Ji gotinên pêşiyan heta helbestên tekoşînê'

Tişta balkêş ew e ku her çend Mela Xefûr kor bû jî, pênaseyên wî yên  li ser xwezayê û li ser jinan pir rast in. Gotinên wî temamî nû û helbestî ne û di helbestên wî de teqlîd kêm e. Beşek din ji helbestên Mela Xefûr helbestên berxwedana li dijî zordestiyê ne û atmosfereke siyasî serdest e û rewşa nebaş a siyasî ya Kurdistanê nîşan dide.

Mela Xefûr Debaxî kurê Derwîş Ebdullah e û di sala 1967an de ango 1346 a hicrî ya heyvî û 1306 a rojî  li Seqizê ji dayîk bûye.

Piştî salekê malbata wî koçî Banê dike û bavê wî karê Debaxiyê dike, ji ber wê bi Debaxê tên naskirin. Dema ku ew zarok bû bavê wî çûbû Mehabadê ew bi nexweşiya xuwrîkan ketiye ji ber ku zû nehatiye dermankirin herdu çavên xwe ji dest dane. Ji ber ku kor bû bavê wî, wî dişîne mizgeft û hucreyan heta ku Quranê temam dike

Sala 1320 a Rojî mala wan dice Mehabadê, li wê derê jî li ber destê mamostayên olê xwendina xwe berdewam dike, tefsîra Quranê, Şer-î û Felsefeyê li mizgefta Mehabadê temam dike. Sala 1330ê pê ve dest bi nivîsandina helbestan dike, destpêkê helbestên wî pesndan û behskirina xelkê bû ango bêhtir weke henek kirinê di nava hevalan xwe de dihate gotin, piştre weke bixwe dibêje di sala 1335 a rojî de dest bi gotina helbestên cidî dike û xezel û qesîde û pênc beytiyan dibêje.

Sala 1956 û 1957 a mîladê, dibe heskiriyê "Radyo Kurdî Ya Qahîreyê" û ew radio bandoreke mezin li ser hest û nêrînên wî dike û dibe sedem ku bêhtir ji ziman û edebiyata Kurdî bizane û zimanê wî baştir bibe. Piştî şoreşa 14ê Tîrmehê ya sala 1958an li Iraqê, guhertineke din di nêrînên wî yên helbestvanî de çêdibe û hesten bihêz ên Kurdîniyê di nava  helbestên wî de tên dîtin. Bandora şoreşa Kurdî dibe sedem ku Mela Xefur ji helbestvanekî henek kirinê bibe helbestvanekî nîştimanperwer û ziman û hizra wî bihêz û berfireh dibe.

 Di sala 1971ê de fêrî tîpên Braille dibe ku taybete ji bo kesên nabînin û kor in û bi wî awayî beşdarî ezmûna dibistanan li Îranê dibe û pola şeşan diqedîne. Bi wî awayî, ew tiştên ku dixwaze bêje wek helbest bi wan tîpan dinivîse û li ser kasêtê tomar dike.

Yek ji karên herî baş ên Mela Xefur berhemeke bi nave "Pendî Pêşînan" wate gotinên berê ên mezinan, ji ber ku kor bûye Mela Xefur bo wergirtina xêr û sedeqeyê li hemû gundan geriyaye, wê demê her gotineke berê bihîstibe ji ber kiriye heta ku di sala 1344 a rojî de xwestiye hemû wan gotinan bike helbest, niha ev pirtûka bi nirx a bi nave "Pendî Pêşînan" a 540 rûpelî hatiye çap kirin.

Zimanê wan gotinên berê û û pend û şîretan gelek xweş û kurdiyeke sererast e, gotinên gelek navçeyên Kurdistan, bi taybet Mukiryanê têde ne, lê eger gotinên navçeyên din jî kiribin helbest, her bi Soranî nivîsandine. Tevî zimanê wan ê sade û kurdî. Mela Xefur gelek bi şarezayî, atmosfereke xwecihî afirandiye ku di gelek ji stranên Kurdî de tên dîtin, ew berhem bû sedem ku gelek ji gotinên berê bêne parastin û gelek ji wan helbestan ketine nav axaftin û zimanê welatiyan de.

 

Çend Mînakên Gotinên berê yên Mela Xefur

1

Eger qisey heq le min deprisî

 têr agay nîye hergîz le birsî

2

Herçî xot neykey bêsûde kake

Be destî xellkî mar bigrî çake

3

Carêkit xwardim be sindanit bê

Dû cart xwardim noşî giyant bê

4

Zor be nefamim dête ber nezer

Kesêk le esp dabezê bo ker

Ev berhem nîşan dide ku destpêkê Mela Xefur naveroka wan berheman şirove kiriye û fêm kiriye piştre pêşekiyekî bi nîv beyt jêre gotiye û wateya wê û ev gotin bixwe jî di vê helbestê de aniye cem hev. Weke mînak di penda yekem de mijar ev e ku kesê têr haya wî ji rewşa kesê birçî nine, wî destpêkê pêşekiyek bo vê şîretê aniye û wezin û qafiye jêre çêkiriye û bi wê awayî ew pend di gotinê de li ser ziman rehet û xweş bûye

Di cilda duyem a berhemên Mela Xefûr Debax de bi navê Asoy Ron hemû helbest, xezel, qesîde, pênc beytî û hwd hene. Di nava helbestên Mela Xefur de çend taybetmendî tên dîtin

Hin helbestên wî bi jiyana wî ya şexsî ve girêdayî ne û behsa êş û belengaziya wî dikin. Di hin helbestên xwe de xwestiye di navbera xwe û gel de pirekê ava bike. Beşek xweş ji helbesta Mela Xefûr helbesta evînî ye ku pir xweş e û bi xezelên evînî yên helbestvanên herî baş re tên qiyaskirin.

Ey cûte memit 'eynî hullûy taze ferîke

 fêdarî desî toye dillim çareserî ke

Giyan bote pepûlêk û le dewrî şemî rûte

Ta ball û perrî pakî nesûtawe derî ke

Çawit ke be hawkarî birot xellkî dekûjê

Egrîce le pay çî legell ew cûte şerîke

 dujmin deyewê to be tella hellxeletênê

Ya ciwabî be têlla bide ya carê kerî ke

Ew şa're bêçawe ke sewda serî toye

Tawê were dest bawe milî bextewerî ke

Tişta balkêş ew e ku her çend Mela Xefûr kor bû jî, pênaseyên wî yên li ser xwezayê û li ser jinan pir rast in. Gotinên wî bi temamî nû û helbestî ne û di helbestên wî de teqlîd kêm e. Beşek din ji helbestên Mela Xefûr helbestên berxwedana li dijî zordestiyê ne û atmosfereke siyasî serdest e û rewşa nebaş a siyasî ya Kurdistanê nîşan dide.

 

KURDŞOP
580 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!