Di helbestên Nalî de hêza taybet a artêşa mîrnişîna Baban - Beşa 1

Helbesta Nalî bi behskirina ji koma taybet a bi navê " Xassa " dest pê dike. Di dîroka hêzên çekdar de, bi taybetî di Împaratoriyên Osmanî û Sefewî de , her yekîneyeke artêşê navê xwe hebû. Têgeha "Xassa", ku pêşgira "Xulam" jî pêre bûye destpêkê di nava saziyên Sefewiyan de derketiye

Wekî ku "mamoste Mela Ebdulkerîmê Muderîs" nivîsiye, Nalî helbest li ser xulamên taybet ên baregeha Babaniyan nivîsiye, ku diyar e yên herî bijarte, bedew û nûzewîstên derdorê  bûne.  

Ango ev helbest li gor kopiyeke kevin a helbesta Nalî ku Muderis weke çavkanî bikar tine li ser hatiye nivîsandin "Di pesna xulamên Ehmed Paşayê Baban" e. 

Helbesta Nalî bi behskirina ji koma taybet a bi navê " Xassa " dest pê dike.

Helbesta Nalî bi behskirina ji koma taybet a bi navê " Xassa " dest pê dike. Di dîroka hêzên çekdar de, bi taybetî di Împaratoriyên Osmanî û Sefewî de , her yekîneyeke artêşê navê xwe hebû. Têgeha "Xassa", ku pêşgira "Xulam" jî pêre bûye destpêkê di nava saziyên Sefewiyan de derketiye.

"Şah  Ebbasê Sefewî" ji şervan û koleyên xwe yên Ermen, Çerkez, û Gurcî taburek di nava Artêşa xwe de ava  kiribû.ew kesane nêzî şah bûn , desthilatên yekîneyên din ên artêşê ên weke Qilibaşan bi riya wan dihate kontrolkirin.  Yek ji wan kesek bû bi nave "Îmam Qulî Xanê Gurcî" ji ber ku ew nêzî desthilatdarên Kurd bû, wan jî ev beş û nasnavên nû di nava şervanên xwe de hebûne. Grûpeke taybet ku "Xulamên Xasse" yên şahê Kurdan bûn.

Em taqme mumtaze ke wa xasseyî şahin

Aşûbî dillî memleket û qelbî supahin

Dabeşkirina Artêşê bi wî awayî bû ku kesên li mile rastê bûn bi "Meymene" dihatin naskirin û ên li mile çepê "Meysere" bûn ên li paş û pêş bi "Muqedeme û Muexer" dihatin naskirin, grubeke bijarde di nava artêşê de hebûn ew ji bo êrîşên giran û taybet bûn ji wan re digotin, Dilê Artêşê. 

Nalî di vê helbesta xwe de behsa wê gruba bijarde dike ku di nava dilê Artêşê de ne, yekîneyek ku gelek taybet û bijartî ne , dilê her kesî bi wan re ye û ji wan hez dikin  û hezkirina wan di nava xelkê de mezin dibe, ji ber ku ew destpêkê û mal û cane xelkê diparêzin, cil û bergên wan rêk û taybet in.  ji aliyê din ev dilê hêza Kurdan (Artêşa Kurdan) in, ku li vir  behsa giringiya rola wan dike.

 Eger em artêşê weke zîndiyekî hesab bikin û behsa endamên laşê wê bikin, wisa hizir bikin ku wî candarî dilek hebe, wê demê ev gruba bijartî dilê wî candarî ye. Eger ev dil bisekine dê ew candar bimre, lê berîvajî eger bi başî kar bike û çalak be, ew candar ango zindî dê jîn bibe û geşe bibe.  

Eger em li aliyê din temaşe bikin weke Muderris dibêje ew kesane di nava artêşa Kurdan de ne û  pile û pêgehên wan ên agiring hene û rola wan a giring di ragirtina artêşa Kurdan de heye. 

Helbestvan di helbesta xwe de behsa welatek ji xweşikbûnê kiriye, xuyaye ku berê welat ji "Şah, Artêş, Şervanên Leheng û xelk"ê hatiye avakirin. Di vê helbestê de tevahiya wan amade ne. Memleket hem bi wateya nîştiman û hem bi wateya xwe ya mecazî weke şêniyên welatekî, Şahê Baban, Şervanên Bijartî, Artêşa welat têde ne ku ew bi giştî pêkhateya welatekê nîşan didin. 

Piştî ku Nalî di beyta yekem de vê grubê dide nasandin piştre behsa aliyên din dike ku sedema giringîdana xwe zelal bike 

Sef sef ke dewestin be nezer xettî şuanin

Hellqe ke debestin wekû xermaneyî mahin

Di meşqên leşkerî de leşker bi hevsengiyek ecêb di rêzan de radiwestin. çiqas artêş rêkûpêk be, wêrekiya xwedan û heta fermandaran jî ewqasî bilind dibe. Li pêşiya rêzê, kesek radiweste, ji ber rêkûpêkiya wî cesart û zîrekiya şervanan hemû di rûyê wî de têne dîtin. Mîna xeteke ronahiyê ya geş ku ji milyonan pirtikan pêktê û ji ber rastî û rêza wê, em xetekî rast û bê girêk dibînin. Li vir jî helbestvan di beyta yekem de vê yekîtiyê vedibêje. "Wehdet le Eynî Kisret da" tê maneya "takbûna hevdem bi pirbûnê.

Şervanên bijarde yên leşkerê Baban, di rêzê de radiwestin, li ber çavê her temaşevanek, mîna xeteke ronahiyê ya rast û bi pergal in û hê jî dibiriqin. Aliyekî din ê semantîk dikare lê were zêdekirin ku ew roniyên welat in, mîna tîrêjên ku welat ronî dikin. Di nîva duyem a beytê de wêneyekî din xêz dike. Heger heman kom rêzan bişkîne û ji xeteke rast bibe xeteke kevî, ango li dora xwe bicivin, dîsa avayek taybetî ya ku ronahiyê dide çêdikin, mîna heyva ku rewneqê dide derdora xwe. Li vir heyv heman şah û newreqa wê jî gruba bijarde "Xasse" ye ku li dora şah kom bûne û diparêzin.  

Nergis nîgeh û saq semen, kurte benefşen

Mû sunbul û rûmet gull û hem lale kulahin

Di beyta sêyemîn de jî helbestvan bi wesfên ku evîndar ji bo evîna xwe bi kar tîne, wesfa vê tîma taybet dike.

Ew dibêje ku ew leşker weke nêrgizane, ango hemû lêzan û çav vekirî ne, di esla xwe de nêrgiz bo wesfkirina çavên mezin û xumar tê bikaranîn, lê li vir bixwe wateyeke din werdigre.  Çav vekirî, wate hişyar û lêzan ku bo kesên di nava Artêşê de pêwîste.

saq semen, kurte benefşen, du şibandinên din ku Nalî bo nîşandana wan bikar tine ku behsa rengê cilûbergê wan leşkeran dike.  Çav vekirî, lingên spî weke Semen û ebayê binefşî rûyeke xweşik ji cilûbergên wan nîşan dide.

 Wesfên weke Mû sunbul û, rûmet gull û, hem lale kulah ku nîşaneya nûgihayî "Nûciwanî" wan kesane û herweha li hember welatê xwe rû sor in û kumên sor weke laleyan li serserê wan heye. Di vê beytê de xuya dibe ku Nalî çiqas deqîq behsa her tiştî kiriye û em weha dikarin rûyê şervanekî Babaniyan bizanin. 

Şervanê ku hatiye wesfkirin weha ye"  Çekmeyên spî, ebayê şîn û binefşî, tazê berê simbêlê wan hatiye û kesên nerm in, rûyê wan sor e û çave wan geş e û hişyar in û kumeke sor li sere wan e. 

Gullzarî der û deştin û xîlmanî beheştin

Ahû sef û ateş be kef û tîz nîgahin

Ew artêş di beyta piştî wê de bi çarçoveya wê ya civakî tê dîtin. Heman kesên ku behsa wan tê kirin dema ji bajêr derdikevin ew qas xweşik û rengîn in, yanî di dema gera artêşê de zeviyan dikin baxçeyên kulîlkan. Deşt û kulîlik ku bi xwe sembola bedewî û rengîniyê ye bi wan re rengîn dibe. Wate ew di nava bedewiyê de bedew in, ji ber ku ew ên herî bijartî ne

Ji bilî vê, ew wek xezalan di rêzan de dimeşin. Bi lez û bez diçin. Di destên wan de agir heye, ango çek hildigirtine û xwedî awireke tûj û rast in. Di wê nîv beytê de, em dikarin du tiştan bibînin; Heger em yek bi yek behsa danasînan bikin, taybetiyên xezalan hene ku, ew jî hoşyar, zirav, rêkûpêk û leza rev û tevgerê ye.

ateş be kef in wate hem di destên wan de çek heye û hem jî wek Mudrais dibêje, bi bedewiya xwe agir berdidin dilê her kesî ew wateye xweş lê dûr e. tîz nîgahin,  Ango hûrbîn in û her tiştî pir bi baldarî dibînin û ewqas deqîq in ku tiştek di çavên wan de winda nabe.

Li ser vê nîv-beyetê em dikarin tiştekî din jî zêde bikin: Lezbûn, lez û bez di hemû waran de, ku taybetmendiya şervan û leşkeran e. Leşkerê  ku wek xezalan bi lez in, di destên wan de agir heye, bi çekên di destên xwe de amade ne ku şer bikin û awirên wan ên bilez tiştekê winda nake. Berhevoka wan komeke xurt û amade nîşan da.

KURDŞOP
589 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!