Mehabad Qeredaxî û sê demsalên jiyanê  - Beşa Duyem

Nivîser bi çêkirina rewşek efsûnî kesayetiyek behs kiriye ku, nûnera jinan e. Jineke ku wê bi şûr ji derbasbûyî veqetandiye û li ronahiyê di dema niha ya gerstêrkek din de tevdigere.

Leyla Salhî

Kurdshop – Pirtûka “Azadkirina Dîrokê” jî weke berê bi awayek tijî û zelal behs kiriye û arîşeyên jina Kurd lêkolîn kiriye û lêkolînek baş e ku 18 salan beriya niha hatiye çapkirin.

Roman helbesta bi navê “Evîn ava jiyanê”ye jî her li ser vê hêla hizirkirinê hatiye darêjtin. Wirda tenê îşaret bi pêşgotina vê dikim û gotinên zêdetir bo demek din radigrim.

Ev pirtûka bi awayeke nefireh destpê dike:

Cih: Oranûs

Dem: Hemû demî hizir li te dikim

Name: Hejmara Hezar û Yek

Bi navê mezin û dilovan ê te

Rizamend can! Tevî kûrtirîn maçan

Ya di destpêka namêyê de ye, ku vebêj di destpêka behskirinekê de ye, xwandevan li ser navê nivîsa vê pêka gazîkirinê digehîjê. Ev destpêk û pêşgotina vê namêyê, beşa yekem an bi nerîna romana helbestekê ye ku hundir de ye, rewşa destpêk û kesayetiyên mebest, di vê hûrgiliyên behskirina di vê nameyê de dide naskirin.

Vegotin her di destpêkê de, li rêyeke dijwar ku encama vê bûye penaberbûn bo gerdûna Oranûsê. Ew dinivîse ku ew li wir li dibistana Hetawê mijûlî mamostatiyê ye. Paşê ew bi zimaneke helbestî behsa cih dike: “Li ser wê gerstêrkê zimanê ronahiyê fermî ye – ez û notên canê min jî ronî dibin û ziman digrim.’’

Ew danasîna mekan ji bo danberheva bi cihê ku jin lê vebêjiyê dikin e; Yanî Xezal, berê li wir dijiya. Cihê ku jê re erd tê gotin. Li ser vê yekê ji ber danîna kêlega hevdu ya du jîngehan, du gerstêrkan, du cure jiyan; Yanî jiyana erdê ya berê û jiyana Oranûsê ya îro rê li ber nîqaşeke nû vedike. Li her du cîhan ew di dibistaneke bi navê Hetawê de ye, lê danaberheva wan herduyan hêdî hêdî rewşa serdest a li ser her yek ji van bo xwandevanan zelal dike.

Dibistana Hetawê ya erdê bi zimanê vegotinê ve der dikeve: “Navê cihekê, dibistanek an enstîtuya ku dersxanên wê ronahî ji wan nade, tenê klîşeyek e, bê can û bê bingeh e. Ew avahiyek bigumane.

Dibistana Hetawê ya li wir, bingeha wê bi heriya evînê ava bûye, qaîdeyên wê bi zimanê ronahiyê hatine nivîsandin, li ser esas, qaîde û rêzimana evînê hatiye avakirin. Di jîngeha yekem de jiyan û laş û ev her tişta baş ku eşkere keşif dike di bin ronahiya cihê jiyanê de nebûye, belkû cihê tarî bûye û ev bi zivirîn bo nav hundirê xwe de û eynika derûnî û xwedayê di nav laşê xwe de, tiştên ciwan peyda dike û her di vê rê de jî, ku berdengê vê nameyê ye, ango rizamendiyê peyda dike. Ev zivirîna bo hundir e, cem vebêj nûnera evînê ye û dibe sedemê heskirinê. Heskirinek ku ji bîr çûna wê tine ye.

Nivîskar bi afirandina rewşek efsûnî ku kesayetiyekê behs dike ku nûnera jinan e. Jineke ku wê bi şûr ji derbehsiyê veqetandiye û li ronahiyê di dema niha ya gerstêrkek din de tevdigere..

Vebêjer, bi zimanê gerstêrka nû û bi pêkhateya Hetawê, dixwaze nameyeke netemam ku berê nivîsandiye û nîvçe maye biqedîne. Dinivîse û nav û nîşana gerstêrka sor a erdê dide û ji hatina wê ne bawer e.

Ji xeynî kesayetiya vebêjer xezal û rezamendî, dengê vebêjer, di heman nameya netemam de kesayetiyeke din jî dide naskirin. Ev jî sêvek e. Sêv li gerstêrka Vênusê ne. Ji wir peyamê bo vebêjer dişîne. Di peyamê de wiha kesayetiyan nîşan dide"Spas bo lênihêrînên razî ku ewqas bi tam û bi heyecan di awirên nav çavên nerm û germ ên te de, hatim afirandin.

“Sêv” encama tevlîheviya awira vebêj û dengê wê ye. Encama evînê. Xerîbiya evînê ya duduyan dîrokî ye ku niha li ser Vênûsê dijî. "Ew li zanîngeheke li Vênûs di para endezyariya gerdûnê de dixwîne. Sêv jî ya erdê bûye û bi awayek ecêb gihîştiye wir”.

Sêv, mamoste û xwendekarên wê dixwazin şiklê gerstêrka erdê biguherînin. Ew li ser vê baweriyê ne ku ger erd ne girover bûya, dê ev hemû lîstik pê nehatina kirin. Ev yek di vê beşê de vebêjer weke girêkekê dihêle û sedemê eşkere nake û datîne heya dema ku ger bi sêvê re rûştin ji devê wê ve vebêje.

Berdewamiya namê/vegotinê, temsîlkirina cih û dema rezamendiyê ye. Vebêjer behsa pirsgirêkên jiyana nû û mirovê hevçerx dike. Behs ji pirsgirêka zêdebûna hejmara rûniştiyên ser erdê dike. Ew pîşesaziya bê lixaw, bestênê dide li hember tîrên îtirazê. Ji navçûna jîngehê tîne ber behsê. Di vegotina wê de qala kompaniya, cîhana kapîtalîst, kêmbûna hestan û mekanîzekirina jiyanê dike. Jiyanek ku berhema vê mirovên nîv zindî û nîv mirî ne. "Kompaniya çêkirina mirovan berdewam dike. “Organa sêkis a jin û zilam bûne ev makîneyên wê kompaniyayê û berhemên wê zarok in. Zarokên nîv mirî û nîv zindî. Bi taybet li wan kertên ku erd û evîn qedexe ye û maç li xaç dixe û ev rewşa han xibartir e û …hwd”.

Di vê beşê de vebêjer jiyana modern û diyardeyên wê yên xuya ji baranê dipirs e. Ev diyardeyên ku bandor li ser aliyê ruhî yên mirov kiriye û mirovek hêdî û pasîf berhem aniye.

Di heqîqetê de ev hemû kom bûye ser hev ku vebêjer wir jî, wate li ser erdê û bi pênûsê de hatiye û jêra nehatiye kuştin û niha li cih û demeke din de; Wate di hezareyeke din û gerdûneke din de, li pey hînbûna zimanê ronahî û rêzimana nû ya evînê ye, hewla temam kirina vê nameyê dide.

Di gerdûn û hezareya berê de nekariye nameyê bigihîjine destê heskiriya xwe, ji ber wisa xuya ye wir name nagihîjin. Armanca wê wirda bê zerf û paket û post, bê tirs û nebûna winda kirin û bi vekirî û bi alîkariya Kotrekê ango kevokekî ve bişîne. Kotrek ku xwîna vê spî ye, wek berfa daristanê. Xuya ye her yek ji wan nîşanan dibe bi awayek hûr li ser bê axavtin.

Ya ku di vê beşa behskirinê de tê xwandin, ev yeka ye ku behskirin bi şêwaza jiyaneke din e, bajarek armanc a din, dûr li pêwendiyên bavên cîhana modern, bûye xeyala vebêjer.

Lê, tevî vê yekê jî, efsûna xakê û hizra borî, erdê kêm endam jî dike. Zivirîn bo derbaziya dûr a vebêjer, di vê beşê de armanc ew e. Zivirîn û behskirina hevdem. Behskirina romantîkî  ya serdema zarokatî û xewnên wê. Vebêjer bi rû kirina xewnên zarokatiyê, bo tevlîbûn bi cîhana ba, bo baskekê bo firîna ber bi bê sînûriyê lezê dike û demê dixe bi tevgerê. Fantaziya zarokaniyê, sînûr şikandine dahênan jî li hundir de heye. Di cîhanekê de ku berdewam sînûr û astengî diguherin, ji dayîk dibin û bejnê bilind dikin, wirda digel behskirinê, heta cem Xweda diçî.

Ew têkiliya xwe ya bi xwedê re vedibêje. Têkiliya xwe ya bi bêsînorî re û di encamê de bi behskirina rewşa dibistanê ku nîşaneke li damezraveyên serdema nû, behs li kuştina xewnên xwe dike. Ev beşa ku bi tevahî digel beşên din yekgirtî kiriye û tama taybet a xwe heye, hevdem rexneke micid û kurte jî li sîstema perwerdehiya xesandî ku xewn û xeyalên zarokan hundir de dibin bi perperokên destê reşe bayên demsala Payîzê. Ev şêwaza çav lêkirinê gelek weke çav lêkirina “Sohrab Sipêhrî”ye di pirtûka “Hodeya şîn” de ku terxankiriye bo rexnekirina sîstema perwerdehiya xerab a Îranê, lewma ji vê mijarê dûr nebim tenê çend hevokan jê behs dikim “li her tiştî nexweştir zengila dibisitanê bû. Ti carî Jûlît Adam bi qasî min ji vê dengê dojeha demê azar nedîtibû. Ev denga xelaya min ra dikir. Hesta min parçe dikir. Ez li heyecana xweşiyê bê par dikirim û min ew di tûrikê dibistanê de vedişart”.   

Her di vê beşê de, vebêjer berbesta malbat û civakê ji xwe re behs dike. Wate bi tîrekê du nîşanan dipêke. Hem rewşa perwedehiyê û hem rewşa keçekê di fezaya dibistanê û malbat û rêya dibistanê de behs dike. “Pêkenîn qedexe bû. Ne ku her di dibistanê de, heta li rêya dibistanê de jî. Diya min digot keça min li rêyan de salar û giran be. Tu keçî. Pê nekenî û ... hwd”

Lê, xeyal û xewnên wê jî bi berdewamî di hundirê wê de pirsgirêkên wê cem wê zeqtir û zelaltir kirine. “Xweda tiştek din ji min ra digot: Digot pêkenîn wek firînê ye. Pêkenîn zimanê can e û … hwd” diya min di navbera Xweda û wan de hilbijêrim. Di destpêkê de vebêjer bijardeya yekem wek çarenivîsa xwe dest nîşan dike. Bijardeyek ku nîşana wê berrû (maske) û xwe veşartin e. Hem xwe veşartina formalîte û hem dizîna hest û gotinên dil û derûn in.

Dawî rawestgeha wê pêşgotin û behskirina vebêjer, di destpêka romana helbesta “Evîn ava jiyanê”ye bi behskirina yaxîbûna jinê ye, ku vebêja wê nameyê dawî dibe. Jinek yaxî ji yasa û zagon û bi maskeyan.

“Di encamê de min ya dilê xwe kir. Rojekê li ber çavên hemûyan min xwe tazî kir. Ev kincên ku bavê min ji min ra kirîbûn û diya min li min kiribûn, min derxistin û avêtin. Maskeya xwe girt û li erdê xist û hûr û hûr kir û … hwd. Ji vê demê şûnda ez îhsas dikim ku xwedayê hundir, ji min raziye. Piştî vê hilbijartinê êdî şad dibûm û pê dikeniyam û dema ku xemgîn dibûm digiriyam”.

Piştî wê nameyê beşa yekem a roman helbestê destpê dike. Nivîsînek ku li sê salên hevdîtin û sê rawestgehên hevdîtinekê pêk hatiye.

Çavkanî:

Qeredaxî, Mehabad (2003) Dîroka Azadî, Lêkolîn li ser Pirsgirêkên Jinan, Silêmanî Serdem

Qeredaxî, Mehabad (2005) Salek li dojehê, Hewlêr: Aras

Qeredaxî, Mehabad (2004) Evîn ava jiyanê ye, Stockholm

Spêhrî, Sohrab (2011) Otaqa Abî, Tehran: Sirûş

Resûl, Şukriye (2016) Romannivîsê hemû tiştî dizane, Behs News

KURDŞOP
644 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!