Kurdshop – Hêmin yek ji helbestvanên herî naskirî yên Kurd ên sedsaliya 21ê ye ku piştî mirina wî gelek behsa wî hatiye kirin û giringî pê hatiye dan.
Ya ku ji bo min cihê têfikirînê ye ev e ku çima beşeke zêde ya berhemên wî helbestvanî, banga tenêbûn û xemeke kûr û girane ku bi kêmî hatiye bihîstin û bêhtir tekez li ser hatiye kirin .
Li aliyê din ê gotin û helbestên Hêmin bi taybet berhemên ku behsa nemana hêviyê û veqetiyan û dûrî û tenêbûnê bi kûrî têde xuya dikeû rûyê du mirovan nîşan dide. Yê yekem miroveke ku behsa rewşa necîgir a siyasî û civakî ya neteweyekê dike û xema wî xema hevbeş a hemû wan kesan e ku weke wî hizir dikin û derdê wan derdê Kurdîtiyê ye.
Wate weke Şamlo dibêje dixwaze "êşa hevbeş a hemûyan" bibîne bi vê pencereyê karekê bike bo hoşyarkirina civakê û bibe pêgehek ku her kes hewara xwe bigihînê de û dengê ku behsa êşa giştî dike dubare bikin.
Mirovê duyem ku li pişt helbestên Hêmin xwe nîşan dide û xwîner dikare bibîne helbestvanekî tenê û aciz ji vê civakê ye ku heyamekê cihê qêrîn û banga wan bû.
Li vir pirsek derdikeve ku çawa helbestvanekî şoreşgêr di qonaxeke jiyana xwe de digihêje astekê ku nenas be li cem kesên ku berê ji bilî ku nasên wî bûn lê ew welatî, hevçeper, heval û ew kesane bûn ku êşa wa yek bû.
Eger em bixwazin bêhtur behsa hurgiliyên jiyana kesê yekem bikin , kesek xuya dibe ku dikare li şûna min bipeyve û ew êş û elema civakê ku dibîne dikare dinava helbestekê de bîne ziman û biqêrîne, ew êşa neteweyekê ye ku rastî zilm û zordariyê hatiye.
Di helbestên wî yên sala 1321ê de ew yek bi zelalî xuya dibe
gerçî tûşî řenceřoyî û ḧesret û derdim emin
qet ledes em çerxe sipɫe nabezim, merdim emin
aşqî çawî kejaɫ û gerdinî piř xaɫ nîm
aşqî kêw û telan û benden û berdim emin
ger le birsan û leber bê bergî îmřo řeq heɫêm
nokerîy bêgane nakem ta leser herdim emin
min le zincîr û tenaf û dar û bend bakim nîye
let letim ken, bimkujin, hêşta deɫêm kurdim emin
Di vê helbestê de "zincîr û kindir û dar û kevir" ku Hêmin behsa wan dike û rûyê wan ê qirêj li ber çavê xwîner eşkere dike, ew kerestene ku tevî êş û tirsa dagirkariyê , hemû civaka kurdî dorpêç kirine û hemû wîjdanên zindî diqîrînin ku bo rizgarbûn ji vê rewşê divê deriyekê bibînin.
Di helbesta "Babirdele" de careke din "helbestvan /mel/ netewe" daxive. Di vê şanoyê de ku helbestvan afirandiye careke din behsa êşeke hevbeş dike, ew jî bindestiya kesên jîr û zana û jêhatî ye ku di vir de mînaka wan a mecazî bi bilbilê hatiye wesfkirin ku rastiya wê Hêmin bixwe ye û di mînaka giştî de behsa tevahiya wan kesan dike ku di vê bindestiyê de dixwazin darekê li ser kevir deynên û pêngavekê kerwanê kurdatiyê pêş bixînin.
Destpêkê bilbil ji ber rewşa jiyana nebaş û qefesa ku têde ye û tevahiya berbestên civakê gazincan dike. Heta ku çûka rastîn a di nav helbestê de bersivê dide û dibêje kesên hêja û jêhatî herdem hêjabûna xwe parastine heta wan cûda dike, ew asteng û derdeserî ku biserê wan de tên xala cudahiya wan e.
Wate beşek ji civakê û beşek ji sîstemê dema ku hest bi hebûna kesên wesa dikin helwêst û bertekan nîşan didin û wan di nav xwe de davêjin û derdixînin.
Ew jî vê yekê nîşan dide ku beşeke civakê ku xwe radestî desthihatê kiriye û hem desthilata ku dixwaze hemû warên çandî û tevgerên civakê kontrol bike , wan ji nav xwe davêjin derve û wan asteng dike.
Lê ji ber ku ew êşeke giştî ye û pêdivî bi çalakiyeke bêhtir heye, pêwîste heta wê dema ku dujmin min weke diyardeyeke zindî dibîne , xwendin û çalakiya min ku take sedem û derfa man û vejîna min e bimîne.
Ez ê vê yekê di hin helbestan de bidim xuyakirin .
leber azarî jînî nalebarî
denaɫê bilbilî şeyda bezarî
besoz û daxewe deygut feqîrim
peřupom heɫwerî, bê wade pîrim
melêkî fêrî daristan û lêř bê
qefez pîrî deka ba şûy le zêř bê
telar û sersera û koşk çi dênê
ke koyle werhemî têda heɫênê
legeɫ kazîwe boy nefeřim çiɫawçɫ
nebînim guɫ, çilon aram debê diɫ
çi xoşe 'îşq û sermestî, çi xoşe
çi xoşe jîn beserbestî, çi xoşe
çi taɫe koyletî û dîlî, çi taɫe
be kem bê jînî wa piř ah û naɫe
min û kuncî qefez ey dad û bêdad
emin dîlim, qelîş serbest û azad
le swêy hêlanekem let let bû cergim
le tawî guɫ nemam, nîzîke mergim
debê çend berd le hêlanem girabê?
guɫî sûrim çilon peřpeř kirabê?
debê çon fêr kirabê baɫ bika kil
leber pillarî dujimin bêçwe bilbil
desa ew řawkere kwêr bê le çawan
minî xiste qefez bê sûç û tawan
çi însafe emin bew dengî xoşim
esîr û dîl û zîndanî û xemoşim
beɫam êsta qelî řûřeş le guɫzar
beqařeqař deda gwêy xeɫkî azar
gutim ey bilbilî xemgînî diɫmend
menaɫêne le des daw û le des bend
bizane to ewî ehlî huner bê
debê ya desbeser ya derbeder bê
hunermend û jyanî xoş miḧaɫe
hunermend řenceřoye, jînî taɫe
wirînge xoşeket bo to beɫaye
eto xoş xwênî ḧaɫt boye waye
eger netba wirînge û dengî wa xoş
bereɫɫa bûy wekû ew řûřeşe toş
minîş ey bilbilî bendî wekû tom
weha dûrim le hêlane û guɫî xom
minîş wek to lekîsim çû guɫî sûr
minîş hêlanekem lê kirawe xapûr
minîş babirdeɫey ber gêjeɫûkem
demêk lew quɫke, tawêk lew çiɫûkem
minîş zordarî pirzey lê biřîwm
minîş bedkarî bwarî lê tenîwm
minîş bêdadî şabaɫî şikandim
benakamî le xwênawî tilandim
minîş çunke biřêk xawen huner bûm
hemîşe řenceřo bûm, derbeder bûm
hezar gowend û sed pendim beserhat
le amêzim negirtuwe bûkî awat
hezar suřkem lebin hengiɫ dirawe
demim gîrawe, çawm bestirawe
le amêzî gerim bê beş kirawm
wekû to tûşî řojî řeş kirawm
jyanim piř le řenc û derd û daxe
ewe gîrsawmewe lew kêw û şaxe
kesêk ney pirsî, neyzanî çilonim
le yadan çûmewe, çîřoke konim
be şew jan û pejarem dêne paɫê
be řoj oqrem nîye satêk le maɫê
beɫam hawderdî azîzim heta hem
wekû to derdî diɫ nakem le des xem
emin pêm xoş nîye awdengî qel bim
emin pêm xoş nîye bêzrawî gel bim
heta dujimin negewzênê dexwênim
dexwênim bo gelî xom, her dexwênim
Di helbesta "Tûreyî" de careke din dîmeneke weha xuya dike ku helbestvan dibêje berhema zanînn û xwendinê ji bilî derdeseriyê tişteke din nebûye û di dawiyê de dibêje
"Lew welate ew kesey le xew hestê Beşî çarereşî û xem û şîne"
Ji van nivîsan ku dengekî nerazîbûnê bilind dibe û ew jî dengê giştî û qêrîna giştî ye, di helbestên Hêmin de gelek mînak hene û ez naxwazim ji vê bêhtir behsa vê mijarê bikim.
Lê di dû helbestên " Sazî Nasaz û Hellbestî Payîz"ê de û di hin deqên din de yê ku daxive, ev mirovê duyemîn e ku me behsa wî kir.
Helbestvanek ku ji aliyê civakê ve hatiye paşguhxisitn û dûrxistin.
Eger em bixwazin behsa sedeman bikin ev nivîsa kurt têrê nake, tenê ez ê behsa xalekê bikim ta ku di nivîsên Hêmin de bi zelalî xuya dibe û bûye sedema acizbûn û tenêtiya helbestvan , awayê hizirkirin û rûbirûbûna civakê ye li gel kesên zana û jêhatî , ku ew yek taybetmendiya civakên rojhilata navîn e. bo bêhtir zanîn li ser vê mijarê em dikarin sûdê ji hin çavkaniyên cûda werbigrin ku yek ji wan "Civaknasiya tunekirina kesên hêja" ye.
Civakek heta niha jî negihêştiye vê asta ku kesên afrêner û jêhatî bizanibe "Di bazara jiyanê de giringî bi berhemê wî tê dan"
Dibe ku gelek kes bêjin Hêmin bixwe gotiye ku tiştekî ji civakê naxwaze û di bersiva Mamosta Hejar se gotiye ku" Em ê çî ji xelkê bixwazin em bi heza xwe bûne helbestvan" Di bersiva vê yekê de pêwîste em bêjin Hêminê ku helbestan dinivîse , rast û bê xef û çep daxive û natirse ku civak çawa nirxandinê bo gotinên wî dike, ji ber wê dibêje
le naw bazařî emřokey edebda şî'rî to hêmin
wekû pûlî çirûke hîç řewacêkî nye naçê
Ev karvedan berê jî di helbesta helbestvanan de hebûye " Misbahudîwanê Edeb" bi dehê salan berî wî dibêje
pêwem edeb demêk le'edeb xom kenare kem
ezbes ke bê hunerye le lay bê huner huner
Lê ew hest li cem Hêmin gihaye xemeke kûr û dûrketin û tenêmaynê. Bo berdewamkirina vê mijarê em ê bi kûrtî bala xwe bidin ser "Êwareyî Payîz" ê . Helbesta " Êwareyî Payîz" bi gelek teorî û awayên cûda tê nirxandin ku ewqas aliyên xweşik û wateyên wê hene ku hem bi awayê "Du beytî" ya nû tê xwendin û şîrove li ser hevhatina naverok û qalibê wê bê kirin û hem nirxandinek li ser helwêsta wî bo çînên civakê bê kirin û bi çaceke realîsmî û sosyalîzmî bê nirxandin.
Lê eger bi çaveke din temaşeyî mirov û wî kesî bikin ku vê helbestê vedibêje kesek xuya dibe ku ti hêviyek têde nemaye bo berdewamkirina riya ku hilbijartiye.
Mirovek ku xweşî û xweşikiyê deriyê xwe bi ser wî de girtiye û ti şûnwareke wî li ber çavan nemaye.
Bi çavê xwe dibîne ku çawa hejarî û nedarî çêdibe û hemû nirxên jiyanê li ber çavê wî pûç bûne û li ser riya rast a berçavê wî kesên nebaş ketine dorê.
Hêmin li vir weke şaheke bê hêvî ye ku leşkerê wî xerab in û li ber wî sekinîne , ji ber wê gelek pirsên balkêş û cûda di mejiyê wî de xwe nîşan didin , ew pirsên ku dikarin civakê bihejînin,
Dema li vir behsa êşê dike û dixwaze biçe û di nava wê êş û derdeseriyê de bimîne , ne behsa wê êşê ye ku me berî niha behsa wê dikir, Li vir behsa êş û elema xwe wek tak dike, Li vir ew ji hestên mirovan aciz e û pirs dike ; Gelo çawa kesek dikare di êvara payîzê de jî bikene?
Di dawiya vê helbestê de berîvajî helbestên din ti geşbînî û hêviyek têde nîne , Ji ber wê ew wesa hizir dike ku "Para me , wate helbestvan bxwe, jinavçûn û neman" e .
Yê ku dibêje "Dûr birwane Aso rûne" kesek din e ku dildaniyan dide helbestvan , lê ew bixwe êdî bê hêvî bûye.
Di helbesta " Sazê Nasaz" de êdî wî kesê nasê xwe jî dide alî. Di vê helbestê de mirovek dipeyve ku xwe di nava hemû rewşeke stewir û bêberhem de dibîne, digihêje astekê ku gomanê li hebûn û nebûna xwe dike. Di nava wan hestan de berê xwe dide xwîner, dildar û civakê û dibêje
bilbilî baɫişkawî wextî guɫim
her şepoɫan deda diɫî le kuɫim
kurdî bendîy beyanî newrozim
giřî girtuwe derûnî piř sozim
muẍî bê agrî şewî yeldam
çaweřêy çarenûsî napeydam
kewî bê dengî newbeharanim
guɫî bê řengî çaw le baranim
kuncî cêjwanî çoɫ û xamoşim
sêberî nazenînî řeşpoşim
destî berbûy kiçî geřî şayîm
hestî xinkawî lawî sewdayîm
kêlî gořî şehîdî gumnawm
take darî kiřûzî bê awm
defterî şî'rî şa'îrî řûtim
şemî sergoř û darî tabûtim
kunî gîrawî kone şimşaɫim
xewnî aɫoz û xatîrey taɫim
jîlemoy agrî beyananim
bawkî firmêskim û kuřî janim
baɫe sûtawekanî perwanem
şûşe badey betaɫî meyxanem
çiɫe řêḧanî dûre dêrawm
sazî nasazî heɫpesêrrawm
tike awngî ser geɫay zerdim
xeste û derdedarî çî derdim
axrîn tîşkî xorî payîzim
şa'îrî pîrî tûře û zîzim
çon detwanim be to biɫêm min çîm?!
xom gumanim heye ke hem ya nîm?!
Ez ê bi kurtî bêjim Hêmin kesek bû ku gelek pirs vejandin. Behs û pirsyarên wî di wan helbestan de heta niha jî di cihê xwe de pirsên giran in û li benda bersivê ne. Ew rewşa ku niha di nava civaka rewşenbîrî ya Kurdî de tê dîtin , ne ji wê serdemê baştire e ku Hêmin behsa wan dike û ne civak bo parastina kesên hêja hoşyar bûye.
Her kesên rewşenbîr û nivîskarên neteweta Kurd in ku di nava sîstema nû de dibin qurbanî. Gelo ma ne dema wê yekê ye ku em bipirsin " ke wa bû aşina beşî ême lenawçûne?".