Çarenivîsa Şêx Mehmûd piştî şerê Pêncuwên ê sala 1927an

Enwer Kerîm Seîd

 

Di navbera çerê cîhanê yê yekem û duyem û hilweşîna împratoriya Osmanî de, biryar bû Kurd di bin serokatiya Şêx Mehmûdê Hefîd de bibine xwedî dewleteke serbixwe. Piraniya eşîretên Kurdistanê jî pê re peyman girêdan û piştgiriya xwe jê re diyarî kirin û bi mal û hêza xwe ve alîkariya wî kirin û di encamê de alaya hikûmeta Kurdistanê li Silêmaniyê hate bilindkirin û ew wek melikê Kurdistanê hate destnîşankirin. Lê belê bi pîlanên hakimên leşkerî yên Îngilîzê û hevalbendên wan yên li dijî dewleta Kurdî û destwerdanên wan di sala 1919an de, şer tûşê Melik Mehmûd kirin û li “Berde Qehriman” bi birîndar hate girtin û di destpêkê de cezayê îdamê bi ser de hate sepandin û paşê jî bi deh sal cezayê girtîgehê hate guhertin. Lê agirê şoreşê gurtir bû û serbestberdana Şêx Mehmûd bû daxwazeke giştî, lewra neçar man ku cezayê wî yê deh sal girtîgehê hilweşînin û di 30/9/1922 de Şêx vedigeriya Kurdistanê û carek din wekî Melik desthilat bi dest ve girt. Dîsa ji aliyê Îngilîzan ve astengî bo hatine pêş û bi dehan pirsgirêk bo çê kirin û bêhûrmetî li desthilatdariya wî û kesayetên derdora wî kirin. Şêx neçar ma ku li hember Îngilîzan derkeve û dîsa şer di navbera hêzên Kurd û du Ertêşên hevpar ên Brîtaniya û Iraqê de ku du hêzên hevpar bûn derket.

Hêzên Îngîlîz û Iraqî bi bertîl, pîlan, çek û zorê gelek rojnamevan, rewşenbîr, serokeşîre û kesên nêzîkî Şêx Mehmûd jê dûr xistin û pê re şer firotin. Spaha Îngilîz û hikûmeta Iraqê bi bombe û balafir û çekên giran ve hêzên Malik Mehmûd roj li pey rojê têk birin û sînorên desthilata wî teng kirin û neçar man ku ber bi Pêncuwênê û sînorên Merîwan û Banê ve paşekêşeyê bikin. Hêz, navend û hinek berpirsên derdora malbata Şêx li Pêncuwên û sînorê Merîwanê bi cih bûn û di sala 1925an de biryar hate dan ku Şêx û malbata wî derbasî Başmaxê bibin.

Hêzek ji Merîwanê çû piştgiriya hêza Şêx û derbeyeke giran li hêzên Îngiliz û Iraqî yên ku hatibûn Pêncuwênê dagîr bikin, xistin. Di belgeyeke Brîtaniyayê de ku wek rapor hatiye amadekirin, bi vî rengî behsa êrîşa wê hêza li Merîwanê dike: “Di Îlona 1926an de Şêx Mehmûd Hefîd ji Kurdên Îranê hêzek pêk anî bi taybetî ji “Gelbaxî, Rezew, Tîleko” û li herêma Merîwanê kom bûn û bi wê hêzê ve navçeya Pencuwên girtin.

Di sala 1926an de li “Nalparêz û Sê Buwaran” di navbera ertêşa Brîtaniya û hêzên Malik Mehmûd de şerekî giran rû da û top û balafir û bombên dijmin givaşek zêde bo hêzên Kurdî anîn, lê berevaniya lehengane ya hêzên spaha Kurdan pêşiya dijmin girt. Kurdan şerê man û nemanê dikirin û hejmareke mezin ji leşkerên Brîtanî hatine kuştin û birîndarkirin, heta balafirek Brîtanî ku çeperên şer bombebaran kiribû, neçar mabû ku li devera di bin kontrola hêzên Şêx Mehmûd de dakeve, balafirvan ku du kes bûn dikevine destê Kurdan û dibine bo baregeha serkirdayetiya şoreşê ku wê demê li gundê “Silejêr” ê Merîwanê bû.

Îngilîz di belgenameyan de behsa wî şerî û bi dîlgirtina balafirên xwe dikin. Fermandên Îngîlîz û Mîrî daxwaz kirin ku balafirvanên bi dîl hatinî girtin bibînin. Wan kesek bi navê “Dr. Şuwa” bo dîtina balafirvanan diyarî kir û li sala 1926an gihîşte gundê “Wilejêr”. Dr Şuwa balafirvanên bi dîl hatinî girtin dît, ku rewşa wan baş bû û cil û bergên Kurdî li xwe kiribûn. Piştî ku ji tendirustiya wan piştrast bû, çû cem Şêx Mehmûd û hin nêrînên xwe bi hev re guhertin.

Dema ku hêzên Melik Mehmûd li sînorê Merîwanê asê bibûn, di navbera Mehmûd Xanê Kanî Sanan û Mehmûd Xanê Dizlî de pevçûn derketibûn. Wê demê nakokiya di navbera her du serokên eşîran de ku hêzên sereke yên ertêşa Melik Mehmûd bûn, derbeke giran li şoreş û têkoşîna Kurdan xistin. Di rewşeke wiha dijwar de, hikûmetên Îran, Brîtaniya û Iraqê biryar dan ku bi hev re êrîşî ser Pêncuwên û Merîwanê bikin û zextê li hêzên Kurdan bikin.

Mehmûd Xanê Kanî Sanan

Di raporeke li jêr navûnîşana: “Raporek li ser operasyonên têkildarê dagîrkirina Pêncuwênê ji 18ê Nîsanê heta 7ê Gulana 1927an”, ku di arşîva nîştimanî ya Brîtaniyayê de hatiye parastin, behsa wî şerî dike. Li gorî wê raporê ku ji aliyê zanîngeha Soran ve bo ser Kurdî hatiye wergêrankirin û di sala 2019an de hatiye weşandin, di navbera Kurdan û hêzên dagîrker de şerekî giran rû daye û hêzên dagîrker rastî derbeyên giran hatine. Di raporê de hatiye nivîsîn, hêzên Brîtaniya û Iraqî planeke leşkerî ya berfireh ji bo girtina Pêncuwênê amade kirine, ku tê de 2 yekîneyên leşkerî yên bihêz, topxaneyeke mezin, hêzên asmanî û balafirên şer ên Iraq û Brîtaniyayê beşdar bûne. Di raporê de behsa girîngiya balafirên şer û çekên giran hatiye kirin û hatiye nivîsandin ku eger top, reşaş û bombeyên balafirên şer nebûyana, girtina Pêncuwênê û têkbirina Kurdan zehmet bû.

Piştî girtina Pêncuwênê, Şêx Mehmûd çend salan li gund û çiyayên aliyê Îranê û sînorê Merîwanê dimîne.

Dema ku hêzên piştevaniya Şêx Mehmûd hatine dûrxistin, hêzên leşkerî yên Îranê ragihandin ku ew li ser wê yekê rijd in ku li 14ê Gulana 1931an ji çiyayê “Sûrên” Şêx derxînin ku navçeyeke sînorî ya Merîwanê ye. Di heman demê de li aliyê Iraqê jî hêzên çekdar ên wî welatî û Brîtaniyayê xwe ji bo êrîşeke hevdem amade dikirin da ku eger Şêx derbasî sînor bû êrîşî ser bikin. Ew amadebaşiya dijminan û nakokiyên navbera hêzên Kurdî, Şêxê nemir xiste nav tengasiyan û neçar kirin ku dest bavêje bi danûstandina bi Îngilîzan re.

Di 13ê Gulana 1931ê de û di wê rewş û tengasiyê de û berî ku du hêz ji herdu aliyên sînor ve êrîşî ser wî bikin, Şêx Mehmûd neçar dimîne ku tevgera xwe rawestîne û her wê şevê derbasî axa Iraqê bibe. Piştî hevdîtinên bi “Kapitan Vîvan Holt” re, ku “Sir Francis Humphreys” Nûnerê Bilind ê Îngilîstanê bi navê xwe  şandibû, Şêx xwe teslîm kir.

 

Barzincî, Meirûf, Umer, (2000). Mehmûd Xanê Dizlî, Şoreşgêrê Rojhilatê Kurdistan, çapa duyem, Silêmanî, Nivîsîngeha Azad bo Çapemenî. (Rûpela 117)

Xwace, Ehmed (2016). “Çim Dî”, amadekirina Sadiq Salih, Silêmanî, binkeya Jîn. (Rûpela 308)

3. -----(2019) Wergêran ji Îngilîzî ve: Rewend Sebah Ehmed, “rapora dagîrkirina Pêncuwênê ji 18ê Nîsanê heta 7ê Gulana 1927an” Zanîngeha Soran, Tehran. (Rûpela 127)

Barzincî, Meirûf, Umer, (2000). Mehmûd Xanê Dizlî, Şoreşgêrê Rojhilatê Kurdistan, çapa duyem, Silêmanî, Nivîsîngeha Azad bo Çapemenî. (Rûpela 124)

KURDŞOP
342 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!