Salvegera rizgarkirina bajarê Kobaniyê û rojên hêviyê

Aras Hiso

 

 Kobanî.. ka were

Serê xwe deyne ser conga min

Ez ê ji te re…

Strana derwêşê Evdî bibêjim

Were… Ez ê xwîna dilê xwe

Bi ser rihana navê te de birêjim! 

 

"Ehmedê Huseyînî"

 

Di roja 26ê meha 1ê sala 2015an de, Ken û hêviyê li ser lêvên zarok û dayîkan eşqin dida. Rojeke ku nîşana zilxist û serkeftinê li ser devê egîd û berazên vî bajarî neditebitî. Rojeke ku Kobanî di rûçikê cîhanê de dikeniya. Rojeke dîrokî ji bo Kobanî û Kurdan bû. Bajarê lehengiyê ku tê de destan hate jiyankirin û nivîsandin. Di rojeke wisa de Kobanî ji kabûsa Daişê hate rizgarkirin. Di rojeke wisa de Daiş şkest û Kurd li ser piyan man. Kobaniya ku Ereban nav lê kir Eyn-Elereb û Daişê lê kir Eyn Îlslam, her û her Kobanî ma.

Dîrok şahid e. Kobanî bajarekî nîşaneya kela Berxwedanê tê pênasekirin û binavkirin. Ew rojên germ û tijî kelejan, rojên ku mal bi mal, dîwar bi dîwar, tax bi tax, hust bi hust şerê hebûn û tunebûnê dihat kirin. Li hemberî berxwedana şervanên ku piraniya wan jinên têkoşer bûn, li dijî DAIŞ’Ê ya ku gelek dewletan pişgiriya wê dikirin û metirsiyek li ser cîhanê dabû avakirin, cîhan matmayî kir. Kobanî; ew ji bajarên destpêkê ku şoreşa Rojava hembêz kiriye. Ev berxwedana dîrokî ku wekî ‘’Stanlîgirad’’ jî dihat binavkirin, hîşt ku piraniya cîhanê piştgiriya vî bajarî bikin.

Navê Kobanî li her deverên cîhanê û li gelek bajarên dewletên Rojava, Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê meşên girseyî hatin lidarxistin. Derdora 57 welatên cîhanê herikîn qadan. Heta li paytexta Afganistanê Kabolê cara yekemîn ji bo piştgiriya Kobanî, jin meşiyan.

Rêxistina Daişê piştî ku li Mûsilê çekên giran bi dest xistin, di 15ê îlona 2014an de, bi hêzeke mezin êrîşî Kobanî kir. Zêdetirî 300 gund di nav çend rojan de, xiste bin serweriya xwe. Ji bilî berxwedanî û parastinê, tu rê di destên şervanên ku li bajêr hatibûn asêkirin, nemabû. Ruxmî kêm derfetan, ta serkeftinê şervanên her çar parçeyên Kurdistanê sînor qetandin û xwe li vî bajarî qelibandin û ta şehadetê berxwe dan. Berxwedana şervanên YPG’Ê û YPJ’Ê bala cîhanê kişand ser xwe.

Di encama vî şerî de ji 70% malên welatiyan hate rûxandin, talankirin û wêrankirin. Nêzî 7 hezar  xelkên wê koçber û derbiderî Bakûrê Kurdistanê û bajarê Tirkiyê dibin. Ev şerê zehmet û dijwar; jin û zarokan, dê û bavan ji hêviyên wan qut kirin. xelkên ku koçber û derbiderî bûn, her dem çavên wan li riya vegera Kobanî bûn.

Di 6ê cotmehê de, bi hezaran çeteyên Daişê xwe gihandin derdora Kobanî û bajar dorpêç kirin. Ji aliyê rojhilatê bajêr ve, ketin Kobanî û hewil dan ku 4 cihên stratejîk ên bajêr bi dest bixin. Girê Miştenûr, Navenda Çand û Hunerê, Çargoşeya Emnî û Kaniya Muşidê bû. Çeteyan 3 ji van cihan bi dest xwe xistin. Lê, Murşid Pînar ango Kaniya Muşidê nikarbûn bikevnêkê û bû Kela Berxwedanê. Ji ber vê yekê nav lê hate kirin Kela Dimdimê. Ji wir û şûn ve şerê kolan bi kolan, di vî bajarê biçûk de dest pê kir ta serkeftinê.

Êrîşên Çeteyên DAIŞ’ê bi dijwarî berdewam kir. Bi hemû hêz û çekên giran hewl dan tevahî Kobanî dagîr bikin. Ruxmî hejmara kêm a şervanan, berxwedana dîrokî meşandin û dest ji bajêr bernedan. Di 5ê Cotmehê de, şervana YPJ’ê Arîn Mîrkan li Girê Miştenûrê çalakiyeke fedayî pêk anî.

Hêvî û kelejana hemû cîhanê berxwedana şervanên Kurd bû. Ji bo piştgiriya şervanên Kurd, li hemû bajarên cîhanê azadîxwaz û Kurd daketin qadan û piştgirî dan berxwedana Kobanî. Her dorpêça li ser Kobanî teng dibû, piştgiriya şervanan jî zêdetir dibû. Lewma rewşenbîr, hunermend û saziyên mafên mirovan azadîxwazên cîhanê di roja 1ê mijdarê de daxuyanî dan û weke roja Cîhanî ya piştgiriya Kobanî ragihandin. Di vê rojê de li seranserî cîhanî ji bo piştgiriya berxwedana Kobanî çalakî hatin lidarxistin.

Di vê rojê de, bi milyonan kes ji ol, mezheb û neteweyên cuda, alên YPG’ê û YPJ’ê hildan û ji bo silavkirina bajarê Kobanê derketin qadan. Herwiha bang li civaka navdewletî kirin ku destwerdana lezgînî bikin û piştgiriyê bidin gelê Kurd. Herwiha  derdora 150 pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê, bi biryara Parlamentoyê di 31’ê cotmehê de derbasî Kobanî bûn. Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ku wê demê li ser êrîşên DAIŞ’ê bêdeng bû, bi êrîşên hewayî piştgirî da berxwedanê. Herwiha  Kobanî bû navenda ku hêzên Kurdî gihandin hev û xwîna her çar şervanên parçeyên Kurdistanê bi hişmedniya yekîtiyê tevlihev bû.

Piştgiriya li Kobanî û berxwedana şervanên Kurd li ser asta cîhanê deng veda. Êdî hêzên siyasî û dewletan jî nekarîn li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê bêdeng bimînin. Şervanan biryar dabûn, heta dilopa xwîna xwe ya dawî Kobanî biparêzin. Wê demê Serokkomarê Tirkiyeyê Tayip Erdogan ku piştgiriya çeteyan dikir, di 7’ê Cotmehê de, di daxuyaniyên xwe de digot, wê Kobanî bikeve û ha dikevê ye. Lê, berxwedan û fedakariya şervanên Kurd, destanên qehramaniyê afirandin û Kobanî bû weke Stalîngrada sedsalê.

Di 6-7-8ê cotmehê de, meşên gireseyî ku li dijî destekdayîna dewleta Tirk dide çeteyên DAIŞ’Ê li bajarê Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê hatin li darxistin. Bi sedan sivîl bûne qurbanî. Bi hezaran Kurdistanî herikîn pirsûsa nêzî Kobanî li ser sînorê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Kurdistanê ji bo piştgiriya şervanan û ji bo astengkirina desteka Tirkiyê bi DAIŞ’Ê re, bedenên xwe kirin mertalên zindî.

Di 26ê Çileya 2015an de piştî 134 ji rojên berxwendana dîrokî ya şervanên YPG’ê û YPJ’ê û dildarên herçar parçeyên Kurdistanê û cîhanê, Kobanî ji çeteyan paqij kirin û serkeftina wê bi fermî ji aliyê şervanên YPG’ê û YPJ’ê ve hate ragihandin. Bêguman berdêla bidestxistina azadiyê jî giran bû ku bi hezaran şervan gihîştin asta şehadetê û birîndar bûn. Bi berxwedana ku li Kobanî dest pê kir, berbelavî tevahiya Rojava bû. Nivîskarên cîhanî yên weke Gêl Lêmon, Batrîs Franşîskî û bi dehan nivîskarên din li ber berxwedana Kobanî yên bi navê ’’Keçên Kobanî û Mirin ji bo Kobanî`` nivîsandine û bi dehan film û belgefilm li ser hatine çêkirin. Tomarkirina vê berxwedanê tenê li vir nesekenî bi gelek dosye, belgefim û nivîsandina helbest, çîrok û romanan ji cîhanê re hat nîşandan û hîn jî berdewam e.

 

Çavkanî:

Ji malpera KOVAR, a bi zimanê Erebî.

Ji rûpela ROZpress, roja Kobanî ya cîhanî

Ji rûpela SEDA (Vedeng).

Malikek ji helbesta Ehmedê Huseyînî

 

KURDŞOP
536 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!