Komara Kurdistanê werçerxanek di siyasetdariya Kurd de

Bêstûn Kirmaşan

 

Piştî şerê cîhanî yê duyem, welatên xwedan hêz û serkeftî yên şer bi mebesta hilgirtina para xwe di vî şerî de, ketine nakokiyên dijî hev û hewlên tund dan ji bo parvekirina wê cîhana ku biryar bû siyaset û pilan û nexşeyên nû ji bo bêne darêtin. Yek ji wan welatan ku di berdewamiya sedsala nozdehem û bîstem de, bala welatên wek Birîtaniya û Rûsiyayê bo aliyê xwe rakêşabû, welatê Îranê bû. Îran ji ber gelek sedeman girîngiyek zêde ji bo împratorên mezin ên rojhilat û rojavayê cîhanê hebû. Hem hebûna çavkaniya neftê li deryaya Xezer yan Kaspiyen, hem hebûna kendava Fars\Ereb û deryaya Uman û ji wir ve pêwendî digel pehnava Hindê, hem hebûna çavkaniyên dewlemend ên neftê li başûr û başûrê rojavayê Îranê û gele mijarên dinê, ew hemû ji wan sedeman bûn ku welatê Îranê bo du xwedan hêzên wek Rûsiye û Birîtaniyayê girîng bû.

Piştî destpêkirina şerê cîhanî, Îran bû bi yek ji wan şûnan ku ew du xwedan hêzên cîhanê tê de li hember hev rawestin û lîza xwe ya siyasî û aboriya bikin. Herçiqas di serdema şerê cîhanî de rejîma Paşayetiya Îranê bê alîtî ragihand, lê ji bakurê Îranê ve hêzên Rûsiyayê ber bi pêş ve çûn û ji başûrê Îranê ve jî hêzên Brîtaniyayê û bi vî rengî bakurê Îranê kete destê hêzên Rûsiyayê û başûrê Îranê jî kete destê hêzên Birîtaniyayê. Mijara balkêş ewa ye ku dewleta Pehlewî ku ji bo serkuta netewên Îranê desteke bilind hebû, di hember dagîrkerên axa Îranê de wate Rûsiye û Birîtaniya ti bertekek ji xwe nîşan neda û wek rejîmek bêkîfayet ji dûr ve mêzeyê navçeyên xwe yên kavilbûyî dikir.

Di wê serdemê de piraniya deverên Îranê di nav alozî û pirsgirêkên civakî yên kûr de bûn. Li beşeke Rojhilatê Kurdistanê ku ji aliyê erdnîgarî ve di bin kontrola Rûsyayê de bû, bi taybetî li Mukriyan û Mehabadê, komek rewşenbîr, siyasetmedar û kesayetiyên neteweperest kevtine hizra wê ku di wê rewşê de şêweyekî xwebirêveberiyê ava bikin û Kurdistanê ji wê rewşa berê ku seranserê Îranê li xwe girtibû, rizgar bikin.

Her lewma 5 sal beriya Komara Kurdistanê komeleyek bi navê “Komeleya Jiyaneweya Kurdistanê” an jî “Komeleya Jêkafê” hate damezrandin û tê de xwendevaran, siyasetmedar û kesên jêhatî yên Rojhilatê Kurdistanê û helbet di destpêkê de ji xelkê şareza yên bajarên Mukriyan bûne endam û li ser komek mijar rêk keftin ku yên herî girîng parastina nîştiman, girîngîdan bi zimanê Kurdî, hewldan ji bo yekparçeyiya Kurdan, rêkeftin bi parçeyên dinê yên Kurdistanê re û hwd bûn. Lê her ku temenê Komeleyê ber bi serê ve diçû, şiyana rêkxistina endamên Komeleyê jî berfireh dibûn. Ew di wê hewlê de bûn ku di çarçoveya partiyeke siyasî de xwe bibînin. Her lewma bi avakirina “Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê” û diyarîkirina “Qazî Mihemed” wekî sekreterê vê partiyê, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hate avakirin û piştî wê yekê hewl dan tev çalakvanên siyasî ku di navçeyê de bi hesteke netewî ve dixebitin, di bin çetra Partiya Demokrat a Kurdistanê û birêveberiya “Pêşewa Qazî Mihemed” de hêz û şiyana xwe di wê rêyê de bi kar bînin û pilan û şêwaza birêvebirina Rojhilatê Kurdistanê dabirêjin.

Di heman demê de li navçeya Azerbaycanê jî, tevgereke hevşêweyê ku berê hatibû destpêkirin, bi navê “Fîrqeya Azerbaycanê” yan “Azerbaycan Fîrqesî” çalak bû. Wan jî hewl da karekî bi vî rengî li Azerbaycanê bikin. Wate Azerbaycaniyan jî dixwastin bo çêkirina desthilatek xwedan nasnameya Tirkî çalak bikin. Desthilatek ku nasnameya zimanî û netewiya wan pê ve xuya be û welatê xwe di bin desthilata hezarsaleya Farsan de bînine derê û nasnameyeke netewî ya xwe hebin. Herdu hêzan ew hewlane tundtir kirin. Li sala 1944 û 1945an hevkariya wan du hêzan qahîm û hevahengtir bû.

Êdî di 22ê Çileya 1945an de Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi rêberayetiya Pêşewa Qazî Mihemed, li meydana Çarçiraya Mehabadê, avakirina yekem Komara Kurdî bi navê Komara Kurdistanê ragihand.

Komara Kurdistanê di sedsala 20an de bû destpêka dewletbûna Kurdan. Ezmûna Komara Kurdistanê ezmûneke gelek dewlemend, rêkûpêk û demokratîk bû ku di sedsala derbasbûyî de kariye bibe mînakek baş ji bo hemû hêzên Kurdî ku heta niha jî li pey xewnên Komara Kurdistanê ne. Herçend ku Komara Kurdistanê ji yanzdeh mehan zêdetir dom nekir, lê bi şahidiya hemû çavkaniyên dîrokî, Komara Kurdistanê di yanzdeh mehên temenê xwe de karî pêngaveke gelek mezin û girîng ji bo bihêzkirina bîra netewî û saziyên siyasî li Kurdistanê bavêje.

Her ev yeka jî bûye sedem ku gelek kes li ser Komara Kurdistanê pirtûk û gotaran belav û çap bikin. Di nav wan de em dikarin bi “Yarwand Abrahamiyan, Can Foran, Arçî Bald Rozvelt (ku birazayê serkomarê wê demê yê Amerîkayê bû) bikin. Wan û gelek nivîskarên biyanî yên dinê, her hemûyan pesna ezmûna Kudan li Komara Kurdistanê wek ezmûneke serketî di warê hikûmetdarî de kirine.

Endamên kabîneya Komara Kurdistanê pêk hatibûn ji:

Serokwezîr, Hacî Babe Şêx

Wezîrê Şer, Heme Husên Xanê Seyfî Qazî

Wezîrê Navxwe, Mihemedemînê Muînî

Wezîrê Aborî, Ehmed Îlamî

Wezîrê Post û Telegrafê, Kerîmê Ehmediyan

Wezîrê Çandê, Menafê Kerîmî

Wezîrê Ragihandin û Bangeşeyê, Sedîqê Heyderî

Wezîrê Kar, Xelîl Xusrewî

Weîrê Bazirganî, Hacî Mistefa Dawûdî

Wezîrê Werzêrî, Mehmûdê Welîzade

Wezîrê Rêûban, Simayîl Îlxanîzade

Wezîrê Bêhdarî, Seyîd Mihemedê Eyûbiyan

Wezîrê Şirowekar, Ebdulrehmanê Îlxanîzade

Wezîrê Dad, Mela Husênê Mecîdî

Piştî wê ku Komara Kurdistanê tê ragihandin, hêdî hêdî manîfêsta wê Komarê tê belavkirin. Beşek ji beşên girîng ên hatinî ragihandin li Komarê ev in; Zimanê Kurdî dibe bi zimanê ragihandin û xwendin û îdareyê, Hêza Pêşmergê Kurdistanê tê pêkanîn û navê Pêşmerge bo wê hêzê tê diyarîkirin, alaya Kurdistanê li ser demûdezgehên hikûmetê tê hejandin, biryar li ser hilbijartina encumena nîştimanî ya Kurdistanê bi mebesta çavdêriya dewlet û mijarên civakî tê danê, lê temenê kurt ê Komarê derfeta cîbicîkirina wê biryarê neda, hemû berpirs ji xelkê navçeyên xwe bêne hilbijartin, belavkirina kovar û rojnameya Kurdî berfireh bû, çapxane û radyo li Mehabadê hatine avakirin, sîstema bacê ji bo dabînkirina bûdceya hikûmetê hate rêkxistin, xwendina bi zorê ya zarokan bi bê cudahî di navbera keç û kuran de û dibistan ji bo kêmîneyên netewî wek Cihûyan bi zimanê wan hate vekirin. Yekîtî û birayetî bi xelkê Azerbaycanê re ji ber hin tevlîheviyên ku li hin navçeyên Kurdistanê hebûn, hate ragihandin, yasayek hate darêtin ku bi yek awayî bi hemû tex û qatan û hemû kesayetiyan re reftar bê kirin.

KURDŞOP
423 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!