Xisarnasiya “Êş û Ezmûnên” (Azar û Ezmûnekanî) Hatem Mînberî

Dr. Azad Mukrî

 

Pirtûka “Êş û Ezmûnên” (Azar û Ezmûn) ya bîranînên nivîskar û şoreşgerê Rojhilatê Kurdistanê “Hatem Mînberî” ye. Ev pirtûke wekî tev bîranînên dinê ku di çend salên borî de ji aliyê beşek ji rêberên siyasî yên Kurd û endamên çalak û di partiyan de hatine nivîsîn, komek bûyerên girîng ên siyasî û civakî yên Rojhilatê Kurdistanê rohn dike û rewşa Kurdistanê piştî şoreşa gelan ya Îranê û nemaze di dehika şêst a Rojî de, heta qasekî ji dîtingeha xwe ve dixe ber çavê xwîneran. Nivîskarê vê pirtûkê her ji destpêka pirtûkê ve hewl daye bi anîna hin fakt û axavtin ji derûnnas û nivîskarên navdar ên cîhanê nîşan bide ku bi hişyarî û pêka hewcehiyekê mijûl e bîranînên serdema şoreş û piştî şoreşa gelên Îranê wek pêşmergeyekî Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê vebibêje.

Nayê veşartin jî ku ew ezmûnên ew dixwaze bixe ber çavê xwîneran, ezmûnek cuda ye ji wan vebêjên berê yên bîranînên nivîskarên Kurd di dehika borî de pêşkêşê pirtûkxaneya Kurdî kirine. Wate ji destpêkê ve dîtingeha rexnegerane tevlî şêweya nivîsîna xwe dike û biryar daye ji dîtingeheke xisarnasî ve, ji şoreşa Rojhilatê Kurdistanê û çalakiyên hizba xwe mêze bike û bi şêweyek û piştî dûrketin ji bûyeran wek kesek bê alî hem bibêje û hem ji her kuderê bi pêwîst bizane rexneyê jê bigire û dadweriyê bike.

Girîngtirîn rexneya ku Hatem Mînberî wek vebêjê wan bîranînan arasteyê bîranînên berê dike, li ser wan aliyan tekezî kiriye ku berhemên nivîskarên bîranînên siyasî û meydaniyên berê, hinek taybetmendiyên nerênî hene, bo mînak bi cihê wê ku rastiyê nîşanê xwîner bidin, netenê nikarin wan rastiyan nîşan bidin, belkî heta qasekî tarîtiyê dixine ser bûyeran û li gorî diyardenasan bi şêweyek rût û bê pêşdadwerî napeyvin û nasîna rastiyê bo xwîneran dijwartir dikin.

Yek ji rexneyên nivîskar ev e ku nivîskarên bîranînan, kêmûkurî û kêmasiyên tevgera Kurd dixine stûyê kesên dinê û xwe lê bêpar dikin û xwe bêtwan nîşan didin ji hemû ew şaşiyên ku renge di şoreşa nîvsedeyê de rû dabe. Bê guman ew rexneya Hatem Mînberî rexneyek bi cih û dirust e jî. Çimkî gelek ji wan pirtûkên bîranînan yên siyasiyên me yên Kurd ku min xwendine, çi yên li Başûrê Kurdistanê bîranîn nivîsîne û çi yên Rojhilatê Kurdistanê bîranînên xwe belav kirine, ew taybetmendiye bi eşkere pê ve xuya ye.

Hatemê Mînberî di pirtûka Ezmûn û Azaran de, dixwaze emzûnek cuda bixe ber çav. Ew ezmûna wî ya cuda tekezî ye li ser gelempera ew tiştên ku di şoreşa çil salên borê de li Rojhilatê Kurdistanê bi aliyên erênî û nerêniyên xwe ve qewimîne. Ew her bi wî rengî karê mezin ê şoreşgerên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi bilindî dinirxîne û îşareyê bi wan dike û yek bi yekê wan li başûrê Rojhilatê Kurdistanê careke din bo xwîneran dixe ber behsê, di heman demê de bo wê ku beşeke zêde terxan kiribe bo wan şaşiyan, her di cih de îşareyê bi hemû kêmasiyan û heta ew karên dizîw yên nemirovane ku di şoreşê de hatine kirin, dike û wan zeq dike û hêmaya heyrîmayî li berahîka wan dadinê. Di gelek şûnan de jî bê wê ku xwe ji şoreşgerên dinê cuda kiribe û bê wê ku xwe wekî kesek takane nîşan dabe, xwe bi şerîkê serkeftin û şanaziyên tevgera Kurd li Rojhilatê Kurdistanê dizane û her bi vî rengî jî xwe bi şerîkê tawan û şaşî û ew karên nemirovane jî dizane ku di şoreşa Rojhilatê Kurdistanê de qewimîne.

Lê tevî wê ku ew şêwe dîdingeha Hatem Mînberî bo vegotina bûyerên siyasî û civakî yên çil salên borî li Rojhilatê Kurdistanê cihê balkişandin û girîngiyê ye, qebûlkirina wan bi awayî virde û wêde dikare beşek ji hevkêşeyên hizrî û siyasiyên Kurd tevlêhev bike. Nemaze ku Kurdên Rojhilatê hîn jî di nava têkoşîneke bêwestan de ne û dijberên neteweya Kurd hewl didin ku lekeyek reş di pişta tevgera Kurd de bibînin û bikin bi xeyaleke berfireh a tawan û lekeyek şaş bikine diyardeyeke şişiya berdewam di şoreşa Kurdî de. Helbet îşareya bi wê yekê nayê wê wateyê ku em şaşiyan bibînin û çavên xwe danîne ser hev, lê bi behskirina şaşiyan û destnîşankirina xisaran, bi bawera min rewşa wan şaşiyan û bikerên şaşiyan jî divê bêne berçavgirtin. Wate rewş û keşa serdest bi ser gelempera civaka Îran û Kudistanê ya wê serdemê de çawa bûye û di wê rewşê de şoreşa Kurdî çawa tevgeriya ye. Duyem ew ê ku bikerê wan şaşiyan e, axo pêka yasa û bername û siyaseta hizbê ewa kiriye yan wek kiryarek takekesî divê hesab bo bê kirin.

Ew zaniyariyên ku di nivîsên Hatem Mînberî de kevtine ber destê min, ew in ku di gelek cihan de bi bê berçavgirtina rewşa serdest bi ser gelempera rewşa siyasî ya Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, piştî wê ku zêdetir ji du dehikan e ji wê rewşê dûr ketiye û keşa azad a Ewropayê ezmûn kiriye, pêka nasîna rewşa azad û demokratîka welatên Rojavayî li ser rewşekê ku bi qewlê feylesofê mezin ê hevçerx “Giorgio Agamben” ku pirtûka “Rewşa Awirte” nivîsiye, li ser welatekê dinivîse ku wê demê li ser rewşa awirteya wê agehdar bûye.

Wate dadwerîkirin li ser ew bûyerên siyasî û çekdarî û civakiyên nîvsedsal beriya niha, li Rojhilatê Kurdistanê û li welatekê ku rewşa awirte bi ser de serdest bûye, nikare encamek dirsut ji bo biryardanê be, ger ewa ku nivîskar despêkê ew rewşa awirte, careke din nîşanê xwîneran bide û ewa jî di rewşa navbirî de bi bîr bîne, Kurdistan beşeke veqetiyayî û cuda ji Îranê nebûye. Wate wisa nebûye ku di Îranê de sîstemeke demokratîk a yasayî hebûbe ku pêka pirensîb û bingehên mafê mirovî reftar tê de hatibe kirin û aliyê wê yên siyasî jî pêbendê yek bi yekên wan biryarên yasayî û asayî yên mirovî û mafê mirovî bûbin û Kurdên xebatkarê wek Hetem û hevçeper û hevxebatiyên wî rêyek din girtibine berahîka xwe.

Di serdemekê de ku rewşa awirte bi ser tevahiya Îranê de serdest e û heta welatên demokratîk ên cîhanê wek Ewropa û Amerîkayê li hember wê rewşê, rastî bêçarebûna di biryardanê de hatibûn, şoreşgerên Kurd ji ber sehkirin bi azarên netewî, mezhebî, aborî û mirovî, li dijî sîstemek totalîter serî hildabûn. Ew mirovane her ew mirovane ne ku li welatekê serî hildane ku xwendevariya xelkê wê xwarê %50 bûye ku ewa jî encama siyasetên nemirovî yên hakimên Îranê ên dijberê Kurd bûye.

Lê divê ew yeka jî bê gotin ku di wê rewşê de jî mirovê wê erdnîgariyê ji ber pêşîneya siyasî û dûr û dirêj ve ku aliyê kêm vedigere bo 8 dehik beriya niha, gelek tedbîrên wê yên mirovî, siyasî û çekdarî hatine xwarin ku Hatem Mînberî bi xwe di pirtûkê de behs dike û wê rastiyê bo me derdixe. Wek reftara bi dîl û xeyre Kurdan re ku pêwîst nîne di vir de em îşareyê pê bikin. Heta nivîskar di gelek cihan de wê yekê bi hestyarî ve behs dike ku hin kesan ku alîkariya wan kirine, wek mînak li gund nebûne û jiyana xwe xistine metirsiyê da ku girtiyan rizgar bikin û vegerînin bajarên xwe.

Diyar e behsa beşek ji wan dîlane jî dike ku ji aliyê pêşmerge û takan ve hatine kuştin yan bi dar vekirine. Lê di ti ciheke pirtûkê de behsa wê yekê nake ku ew biryarane biryarên takekesî bûne û pêwendiyek wan bi siyasetên giştî yên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ve nebûye. Mînaka wan kesê ku ew behsa wan dike û bi taybetî li gundên wek Palingan û ew çar gundên girîng ên navçeya Hewaramanê bê guman beşek ji wan şaşiyên takekesî bûne û beşek jî ku nivîskar ji bo wan mixabinî ye, ew caş û xwefiroşane ne ku bi gotina nivîskar, bi çek û teqemenî ve hatine şerê xebatkarên Kurd. Ew behse bi mentiqa meydanî ya şer digel dijminekê ku ti yasayeke şer û mirovî û hwd berçav nagire, gelek ji hev dûr in. Eger behsa vê yekê be ku şer baş e yan xirab e. Bê guman xirabiya şer hezaran qat baştir e ji başiya wê. Lê dema ku behsa şerê rizgarîxwazî li dijî wan hêzane tê kirin ku hîn jî azadî û kirameta mirovî birîndar kirine, nabe wê bi pîvanên behskiriyên wê pirtûkê şirove bikin, belkî divê di çarçoveya şerê dagîrker û dagîrkirî de behs bikin.

KURDŞOP
392 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!