Diyako Şasiwar
Beşa yekem a vê gotarê li vir bixwînin
“Çend nameyên Smayîl Axa û Şêx Mehmûd ji bo hevdu”
Simkoyê Şikak di wê civînê de ji “Edmonds” re behsa wê yekê dike ku çawa Îngilîzan xiyanet bi Şêx Mehmûd kirine. Behsa sedemên wê yekê dike ku çima Şêx Mehmûd berê xwe daye Tirkên Kemalîstan. Ji ber ku ew di wê bawerê de bûye ku Şêx Mehmûd ji rastbêjiya Îngilîzan alxahîn nîne. Edmons dibêje, me pêşniyara hevkarî û pere pêşkêşî Simko kir, lê wî qebûl nekir û got, ez ne tenê pereyê we naxwazim, lê belê min pêwîstî jî pê nîne, ji ber ku min ji nû ve pêncsed lîre ji Şêx Mehmûd wergirtiye û hewcehiya min bi pare nîne. Li vir Simkoyê Şikak dixwaze ji wan re bibêje ku ew piştgiriya hikûmeta Kurdî ya Şêx Mehmûd dike û ew jî pişta min in. Lewma jî dibêje ya ku ji min re hewce ye piştgiriya we ji bo avakirina hikûmeteke serbixwe ya Kurdî ye.
Li vir tiştek pir ecêb tê xuyakirin ku zîrekatiya siyasî ya Simko nîşan dide. Ew jî ev e piştî ku Edmonds an jî heyeta Brîtanî ji pêşkêşkirina alîkariya madî bi Simko re bêhêvî dibin û dizanin ku wê yekê red dike, ji rêyek dinê re pê re diaxivin; Wan pêşniyar kir ku Seyîd Teha wek hakimê Rewandiz û Herîrê û herwisa Ehmed Axayê birayê Smayîl Axayê Simko jî, wek hakimê Badînanê bêne destnîşankirin, û di vê derbarê de dixwazin nerîna wî jî bizain. Ew dixwazin wekî bertîlekê wê pêşniyarê bikin ku birayê wî bikine hakimê herêmeke mezin wek Badînan. Lê Edmonds dibêje, Simko gelek bi tûreyî ve li dijî wê yekê rawesta û got, ne min û ne jî Seyîd Teha mafê wê yekê nîne ku bi ser van deveran de hikûmetê bike. Em koçer in, eger hûn rast dibêjin, li şûna ku hûn bajarek an du bajaran pêşkêşî me dikin, diviyabû we pêşniyar bikira ku we ez wek nûner bişandibama cem Şêx Mehmûd, da ku ez daxwazên we pê re bêjim û daxwazên wî jî, ji bo we bînim. Min çaverê dikir ku we planek hebe ji bo avakirina damezraweyên siyasî û bi fermînaskirina serxwebûna Kurdistanê. Di dawiyê de nûnerê Îngilîzî bersivê dide ku em ne dikarin daxwazan red bikin û ne jî bersivek erênî bidin.
Ev yeka nîşan dide ku “Smayîl Axayê Simko” ne ji bo berjewendiyên takekesî, ne ji bo berjewendiyên malbatî û ne jî ji bo berjewendiyên eşîra xwe dest bi şoreşê nekiriye. Di heman demê de di navbera Şêx Mehmûd û Simko de hin name hatine guherandin ku di heftenameya “Rojî Kurdistan” de hatine weşandin. Ya balkêş ev e ku nameya Smayîl Axayê Simko bi zaraveyê Şikakî hatiye nivîsandin û zimanekî sade û rewan jî heye û wek hakimek bi şiyan û mîrê welatekê bi Şêx Mehmûd re dipeyive.
Peyama Simko bo Şêx Mehmûd yê melikê Kurdistanê:
Ji hezretê hikimdar ê eizemê Kurdistanê cinabê Şêx Mehmûd re; Îro hemû nîşan û şiyanên Kurdistanê di destê hikimdariya te de ye. Bo çi tiştekê em bê emriya te nakin. Em amade ne her tiştê ku di berjewendiya neteweya Kurd de be bikin. Ez li gundê Bêtwat yê ser bi devera Xoşnavê me. Ez daxwazê dikim werime bajarê Silêmaniyê û ji we re hin xeberan li ser Kurdistana Îranê bêjim. Ji bo desthilatdariya Kurdistanê dostaniya Îngilîsan pêwîst e.
Bi rêz ve:
Muxlis Îsmayîl Şikak
28-1-1923an
Peyama Şêx Mehmûd ji bo Smayîl Axayê Simko:
Qehremanê Kurdistanê Hezretê Smayîl Axayê Simko, helbet em bi wê yekê îtirafê dikin ku min tenê ji bo bidestanîna azadiya netewa Kurd beriya hemû kesî bi çi êşekê re fedakarî kiriye. Min bi heman qasî jî zehmetî kişandine. Îro jî digel qehremanekî welatparêz û kesek nîştimanperwer wekî we em ê têkoşîna xwe ya ji bo pêkanîna daxwazên xwe bidomînin. Pêwîstî bi rohnkariyê nîne, ez her tiştî ji wijdana we ya bilind û hêja re dispêrim. Lê gelo ji bo daxwazkariya maf bi bê desthilat, bê penah, bê alîkarî, bê daxwazî divê em xwe têxine nava şer û pirsgirêkan? Bo standina mafê Kurdan em wê netewê qurbanî bikin. Îro rojê bi awayekî fermî mafê neteweya Kurd nehatiye dayîn ku em bibine sedema tevger û berteka dijminên derve. Her çiqas me daxwaza mafê xwe kiribe jî, wan soz daye, hêncet anîne û sist kirine. Sê meh berî niha hikûmeta Brîtanyayê ji sedî yek ji wan alîkariyên ku soza wan dabû yek lib jî bi cih neanî. Ez çawa dikarim netewa Kurd bişînime pêşwaziya wan? Ez hez dikim ji bo standina maf şer bikim, lê ez hez nakim bi neheqî şer bikim. Ez naxwazim xwîna Kurdên misilman bê rijandin. Ger qencî kirin û mafê me dan, ez jî amade me ji bo her cure cangoriyekê. Ez amade me ku canê xwe feda bikim û êrîşkaran jî vêde bibim. Lê hekî tenê ji bo stûxwariya tevaw di hember hikûmeta Brîtanî de be, ez bê şik soz didim ku bêalî û rastbêjane di hember dewleta Brîtaniyayê de bimînim. Ger di navbera me de zêdetirî wê yekê pêwîstî bi diyalogê hebe, ez tika dikim teşrîf bîne.
Di nameyeke dinê de Simko ji Şêx Mehmûd re wiha dinivîse:
Ji bo baregeha melikê mezin ê Kurdistanê
Ji xeynî dewleta Îngilîsê kesek din nîne ku mafê me bide. Li hember ew qenciya ku ji me re dike, çavnihêriya xizmetê jî, ji me heye. Em dikarin bê şik û dudilî wê mafê bi dest bixin. Heger tu yê rêzdarê hakim ferman û emrê derkirina wan bidî, bi arikariya Xwedê em ê wan bê wê ku xwîn ji pozê misilmanekî bê derbikin û bi her awayekî be em ê mafê xwe bi dest bînin, ez li ser wê bawerê me ku em ê bi hevkariya hev dijminan ji xwe dûr bikin û mafê xwe ji Brîtaniya û Ereban wergitin.
Peyama Şêx Mehmûd bo Simko
Qehremanê Kurdistanê Hezretê Smayîl Axayê Simko, bi rastî ji bo her nêimeteke bijarte û her zehmetiyek ku ji qenciyê ve hatibe çavkanîgirtin, spasguzarî hewce ye, lê ji bo qenciyekê ku rewa nebe, ji xeynî xulamtî û kifletî ji bo netewê ti qazancek nîne. Tevahiya netewa Kurd amade ye dijminan derxîne bi şertê ku hikûmetek wek Brîtaniya soz bide û soza xwe bi cih bîne ji bo îtirafkirin bi netewebûn û netewebûna me. Lê niha ez nizanim kê mafê me dide. Çima divê em şer bikin? Ji bo berjewendiya çi kesekê divê em xwînê birijînin? Eger em vê rewşa heyî qebûl bikin, di pêşerojê de ti alikariya Kurdan nake. Ji ber ku ger ji me bipirsin me ji bo çi mafî şer kir û xwîn rijand, me ti bersivek nîne ku em bidin. Êdî li şûna dijminek nefermî û sertewandin bo hikûmetê, em ê bêalî li mala xwe rûnên û min ew yeka pê baştir e ku li ser ti tiştekî şer bikin.