Hemereşîd Xanê Bane ji çekdarek yaxî ve heta jeneralek bi rûmet - beşa 2yem

Leyla Zemanî

 

Beşa yekem a vê gotarê li vir bixwînin

 

Her li serdema ew danûstandinên nûnerên Kurd bi serokatiya Heme Reşîdxanê Bane bi efserên Îngilîzî re, rewşa navçeyên Bane, Seqiz û Merîwan di berjewendiya Heme Reşîdxan û ew xanên Kurd ên ku pê re bûn hate guherîn. Ji ber lawazbûna desthilata navendî, hêzên leşkerî yên hikûmetê padigan çol kirin û bajarên Bane û Merîwan bi cih hêlan û bi cihê wan hêzên Rûs çûne nav binkeya leşkerî ya Sinê. Ew hêzane ji Seqizê ve ber bi Banê hereket kirin. Lê beriya wê ku Rûs biçine nav Banê ji aliyê xelkê vî bajarî ve hatine pêşwazîkirin. Herçiqas beşeke zêde ji xelkê Sine û Bane ji ber wê ku ji hêzên derve û ji destê hêzên çekdar ên hikûmeta navendî rastî xisareke zêde hatibûn, tûşê kelecaniyê hatibûn. Lê piştî wê ku 14 tromobîl ji serbaz, piledar û fermandên Rûsî çûne nav bajarê Banê û ji aliyê Berojekone ve xwe xistine nav bajar, xelk neçar man xwe bi rewşa nû re biguncînin.

Ji rast ve;

Şêx Ebdulî Xuniyane, Enwer Begê Hemereşîd Xanê Bane, Mecîd Xanê Hemereşîdxanê Bane, Heme Salih Beg!..

 

Hêzên Rûs bêyî ku êrîşî ser xelkê bikin bi awa2ayekî gelekî parêzgarane ketine nava bajar. Ji aliyê kêmîneyên Cihûyên Banê ve hatine pêşwazîkirin û ji bo wan qurbanî dan. Yekem karê ku Rûsan kirin ew bû ku fermandên leşkerî yên padigana Banê çek kirin. Beşeke zêde ji çekdarên wê derê ji bo Urmiyê veguhastin. Ewa bi wê wateyê bû ku leşkergehên bajarên Bane û yên derdorê ji hêzên leşkerî yên hikûmeta navendî betal kirin. Hêzên leşkerî jî ku ji padiganê hatine derkirin bi zûtirîn dem xwe amade kirin ku her yek ji wan vebigerine bajarên xwe û navçeyên Kurdistanê bi cih bihêlin. Bi vî rengî tenê hêzeke çekdar ku di nav bajarê Bane û bajarên derdor de man, hêzên berevankerên sînor yan candermerî bûn ku hem girûpek kêm bûn û hem çek û teqemenî û hêzên wan ên berevanker di astek gelek kêm de bûn.

Hemereşîd Xan di wê demê de ku dît hem hêzên navendî li bajarê Banê di lawaziyê de ne û hem tevgera Kurdayetî û xwasta serbixweyiya Kurdistanê û daxwazkariyên rewa ên xelkê Kurd berfireh bûye, piştî wê ku bo heyameke zêde li bajarê Mûsilê di bin çavdêrî de bû, wê derfetê bi baş dibîne û tê nav navçeya xwe. Ew tevî birayê xwe “Mihemed Emîr Xan” diçine gundê “Boyêna Xwarê” û digel begzadeyên Banê bo mînak “Ebdulah Xanê Seyran û Mihemedreşîd Beg û Qadirxanê Armirde” pêwedniyê çê dike bo wê ku bo careke din hêzeke bihêz û çekdar çê bike û bi hêzên navendî re rû bi rû bibe.

Jeneral Hemereşîd Xanê Bane û Hemesalih Begê birayê wî bi dûrxistî li bajarê “Rumadiye” sala 1946an

 

Piştî wê ku Hemreşîd Xan bi kesên cihê bawer û xanên navdar ên herêmê re hevdîtinê dike, ji gundê Terxanava ve peyamekê ji bo serokê padiganê û cendirmeriya Banê re dişîne. Herwiha fîşekekê jî wek diyarî ji wan re dişîne û nîşan dide ku xwe teslîmê wan bikin û eger hêz bi awayekî aştiyane teslîm bibin dê li hev bikin, nexwe dê rastî pirsgirêkan bên. Li ser vê yekê fermandê padiganê û serokê dezgehên vî bajarî bersiva daxwazên Hemereşîd Xan nadin û sivikatiyê pê dikin û nameyekê jê re dişînin. Tevî nameyê ji bo nîşaneya sivikatîkirinê xavikeke jinan jî jê re dişînin. Lewma Hemereşîd Xan biryarê dide ku li hember vê bêhurmetiyê bêdeng nemîne. Her lewma wî û xanên derdora Banê di havîna sala 1941an de êrîşî ser bajarê Banê kirin.

Hemereşîd Xan her bi vî êrîşî dest bi ser bajarê Banê de digire û piştre bajarên Seqiz û Serdeşt jî dikevine destê hêzên Hemereşîd Xanê Bane. Hemereşîd Xanê Bane piştî destbiserdegirtina piraniya van navçeyan, kesên cihê bawer ên xwe destnîşan dike bo wê ku van deveran bi rê ve bibin û herwisa hêzên xwe jî dişîne bajarên Seqiz, Bokan û Başûrê Kurdistanê. Ji aliyek dinê ve jî beşek ji leşkerê xwe ji bo rizgarkirina Merîwanê dişîne.

Ev hêz li hemberî ertêşa Îranê derdikeve û piştre paşekêşeyê dikin. Ev şer û nakokî berdewam dibin heta sala 1945an. Di wê salê de tevgerên nû yên siyasî li navçeyên din ên Kurdistanê yên wekî Mukriyan, Urmiye û Hewşarê dest pê dikin. Tevger bi pêşengiya Pêşewa Qazî Mihemed bû. Li navçeya Mukriyanê bi pêşengiya Pêşewa Qazî Mihemed tevgerek ku di dîroka Kurdan de bêhempa bû dest pê kir. Wî rêberê mezin Komara Kurdistanê ragihand ku heta niha mezintirîn destkefta siyasî ya Kurdan bûye.

Ji rast ve: Hemereşîd Xanê Banê- Hacî Babeşêx Siyadet (Serokwezîrê Komara Kurdistanê)

 

Pêşewa hewl da ku aloziyên Kurdistanê bigihîne aramiyê. Di bin navê Hêza Pêşmergê Kurdistanê de hêzên belavbûyî yên Kurdistanê kom bike. Rêkxistinekê di nav karûbarên siyasî û çekdarî de çê bike û her bi wê mebestê piştî damezrandina Komara Kurdistanê ew hêz û şiyanên ku Hemereşîd Xan li heyama serhildana xwe ya di Merîwan, Bane û Seqizê de bi dest xistibû, bi hemû hêza xwe ve xizmetê bi Komara Kurdistanê bike û ji aliyê Pêşewa Qazî Mihemed ve pileya jeneralî pê re tê danê û navçeyên di navbera Bokan û Seqizê de diparêze. Di yanzdeh mehên Komara Kurdistanê de Hemereşîd Xanê Bane xizmetek bê mînak bi Komara Kurdistanê kir û yek ji jeneralên herî navdar ên Komara Kurdistanê bû.

Jeneral Hemereşîd Xanê Bane û jeneral Mihemedhusên Xanê Seyfî Qazî digel komek ji pêşmergên Komara Kurdistanê

KURDŞOP
427 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!