Modernîzasiyona Riza Xanê Pehlewî û bertekên li Rojhilatê Kurdistanê- beşa 1em

Dr. Azad Mukrî

 

Piştî wê ku “Riza Xanê Pehlewî” li destpêka sala 1921an, karûbarê Îranê xiste bin destê xwe, bi lasayîkirin ji “Mistefa Kemal Paşa” naskirî bi Ataturk, xwast pirojeyekê bi rê ve bibe ku bi pilanên çaksazî yên Riza Xan di dîrokê de hatine naskirin. Pilanên çaksazî yên Riza Xan bandorên erênî û nerênî li ser tevahiya civaka Îranê bi cih hêla. Yek ji wan, pilanek bû bi navê “hevcil”kirin û jinavbirina hemû cure cilên xwemalî û navçeyî û netewî li ber xelkê navçeyên cuda yên Îranê û rakirina rûpoş û xavik li ser jinên tev Îranê û neçarkirina hemû xelkê Îranê bi lixwekirina curek ji cilên hevreng yan hevşêwe li seranserê Îranê.

Diyar e ku Riza Şah ew pilan ji bo pêşketina xelkê Îranê û bi gotina wî ji bo modernkirin û nûkirina welat bi lasayiya Ataturk bikar aniye. Mijareke dinê ya ku mirov dikare behsa dewleta Riza Xan li Îranê ya wê demê bike ev e;

Riza Xan bi şêwazekê dixwest ku bernameya nûkirin û çaksaziyê rû li lawazkirina sîstem yan damezraweyên melayetî û rûhaniyetê be. Wî ji aliyekê ve bi xirkirina desthilatê di destê dewletê de, beşek ji desthilata kevneşopî ya melayan kêm kiribû, û ji aliyek dinê ve jî bi hevşikilkirina cilûbergên xelkê û vêdebirina hîcabê bandora wê qatê di warê eqîdetî de kêm kiribû ku ew ware qada xebata melayan bû. Bi vî rengî hem di warê hêz û hem jî ji aliyê meinewî ve, ew karê wan melayan û bi taybetî melayên Şîe yên ku desthilatdarî di destên wan de bû û xwedî gelek çavkaniyên madî bûn, ber bi perawêzê ve dibir û ev yeka jî bû sedema bertekan.

Riza Xan- berî û piştî gihîştin bi desthilatê

 

Pêka wê pilanê, tev mêrên Îranê neçar bûn ku kumê “şapo” yan kumê “pehlewî” danîne serê xwe û tev xelkê navçeyên cuda yên Îranê bi bê berçavgirtina ciyawaziyên kultûrî û dîrokî yên xwe, diviya wek yek bin, wek yek cilan liber bikin û biaxivin.

Lewma diviya xelkê Kurdistanê xwe lixwekirina cilên Kurdî biparêzin. Kut û Şelwar liber bikin û axabanî û kum û kofiya rişikî vêde bibin û kumê şapo danîne serê xwe. Di wê serdemê de yek ji sedemên nasnameya netewên cuda yên Îranê lixwekirina cilûbergan bûye, lewma piraniya netewên Îranê li hember wê ferman û destûrê nerazîbûna xwe nîşan dane. Ji aliyek dinê ve vêdebirina hîcabê bi zordarî û bi destûra Riza Xan ji aliyê beşa olî ya Îranê ve bertekek zêde li pey xwe anî. Hem melayên Şîe û hem melayên Suniyan, zêdetir li dijî ew aliyê çaksazî ya Riza Xan serî hildan ku dixwast serbend û rûbendê li ser jinan vêde bibe.

 

Lê hincetên din yên dijberiya çaksaziya Riza Xan li Kurdistanê hebûn;

Ya yekem, xelkê Kurdistanê xwedî dîrokeke şerkirina li dijî siyaseta çekdarî û leşkerî ya Riza Şah bûn, Riza Şah bi kiryar şoreşên Kurdan serkut kiribû û bi hevkariya sîxurên mîna “Xalo Qurban” hewl da şoreşa “Smaîl Axayê Simko” serkut bike. Lewma xelkê Kurdistanê siyaseta Riza Xan a dagîrkeriyê nas dikirin.

Ji aliyek dinê ve xelkê Kurd ji xeynî vêdebirina hîcabê li ser jinan bi awayê zorê, bi curekê dijayetî bi ol û mezheba xwe re dizanîn, aliyeke girîn ji xelkê Kurd jî, ji ber wê yekê li dijî wî bûn ku; Zilamên Kurdan jî lixwenekirina cilûbergên Kurdî bi sivakayetiya netewî dizanîn, lewma hem jin û hem mêrên Kurd li hember wê fermana Riza Xan wate lixwenekirina cilûbergên Kurdî derketin.

Her ew diyardeye di helbest û nivîsîna gelek helbestvan û nivîskarên Kurd ên wê demê de derketiye holê. Bo mînak, helbestvanê mezin ê Kurd “Mela Marif Kokeyî”, herçiqas di çend helbestan de pesna Riza Xan kiriye, lê di helbestekê de bi wan bijardeyên bi navê çaksaziyên Riza Xan henekên xwe kiriye, ku yek ji wan jî lixwnekirina cilûbergên netewî ji aliyê xelkê navçeyên cuda yên Îranê û Kurdistanê ve ye.

 

Mela Marif di helbesta “Nefsî Hîz” de wiha wê siyaseta Riza Xan dike armanc:

“Deçime ser çom û xeyaban yek nefes asûde bim

Şarebanî hazire û daway kilawm lê deka

Seyrî xoştir, min ke “meirûf”im li nêw em şareda

Taze îhsaîye daway îsm û nawim lê deka”

 

Piştî berfirehnebûna xwenîşandanên li dijî lixwenekirina kincên netewî yên Îranê û rakirina hîcaba Îslamî ji serê jinan, gelek melayên Şîe nerazîbûna xwe nîşan dan. Lê nerazîbûn ji nerazîbûnên şeqamî wêdetir neçûn.

Lê li Kurdistanê û di nav piraniya tax û qatên civakê de, bû sedema nerazîbûnên berfireh. Bi taybetî li Mukriyan û bajarên wek Mehabad, Bokan, Serdeşt û Şinoyê, xelk li hember wê fermanê rawestan û piraniya rûniştiyên wan navçane, tevî zordarî û serkuta hêzên tepeserker ên Riza Xan, stûyê xwe ji bo wî netewandin û xwe ji guhertina cilûberg û kuman parastin. Xelkê Kurd ên navçeya Mukriyanê ku xwedî pêşîneya dewlemend a çandî bûn, amade nebûn bi hêsanî dev ji wan tiştan berdin ku beşek ji nasnameya wan pêk anîbû.

Veguhastina bi zorê ya eşîran ji aliyê hikûmeta Riza Xan ve

 

Wekî hate gotin mebesta sereke ya bîrokeya nûxwaziya Riza Xan ewe bû ku rûmeta nûkirina binke û damezraweyên civakî wekî Rojavayê lê bike. Ji bo wê rûmetsaziya modernîzmê, Riza Xan hewl dide hin ji damezraweyên modern wek zanîngeh, berfirehkirina hêla hesin, rêûban û ew tiştên ku nîşanderê rûmeta pêşketiya welatekê ne li Îranê damezrîne û bi wî rengî hem nîşanê Rojava û hem xelkê Îranê bide ku meşeke pêşketinê li Îranê hatiye destpêkirin. Lê tevî wê siyasetê di warê modernîzasiyonê de, li beşa kultûrî jî Riza Xan hin ji siyasetên kultûrî berçav girt ku ew siyasetên kultûrî jî di bernameyên çaksaziyên wî de hatibûn. Wek girîngtirîna wan şêwaz û arasteyan em dikarin îşareyê bi guherîna şêwaza cilûberg û hin ji resm û adetên civakî bikin ku di wê serdemê de li Îranê adetî bûn. Li pirtûka “Dewletên Serdema Meşrûte” ya nivîsîna “Zerxamê Birucênî” di wî warî de wiha hatiye ku: Riza Xan di dema axaftinên xwe de ji bazirganên Îranê re gotiye: Ew hevrengkirin û yekîtîbexşîn bi cilûberên xelkê, daxwaza serdem e û herwisa ew yeka jî dixwast ku xelk di warê bîr û bawer û nerînan de wekî yek bin. Ew şêwe hevrengkirine encamên baş ji bo pêşketina karûbarê me di desthilatdariya Îranê de heye. Her lewama ez dilxweş im ji wê ku heyeta bazirganî ya Îranî fam kirine ku divê ew pirsgirêke bê çareserkirin. Wate pirsgirêkên cuda yên cilûbergên xelkê divê bêne çareserkirin. Ew herwisa behsa wê yekê dike ku cudahiya zimanî û cilûberg di nav netewên Îranê de bi salane hebûye bo wê ku xelkê Îranê yekgirtî bin, pêwîst e lixwekirin û zimanê wan jî wekî yek be da ku neteweyek ji wan bê çêkirin. Her lewama tev xelkê Îranê bi taybetî tayfe û eşîre diviya cilên hevşêwe li xwe bikin û ew hevrengiya cilûbergan ruhê biwêrî û mezinahiyê di wan de zêde dike.

Ev gotarê dom heye…

KURDŞOP
633 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!