Leyla Zemanî
Beşa yekem a vê gotarê li vir bixwînin
Çavkanî jî her behsa wê yekê dikin ku, beriya hatina eşîra Feyzulah Begî û herwisa hatina Serdar Ezîz Xanê Mukrî bo navçeya Bokanê, di serdema Mihemed Şahê Qacar de, eşîra Wermezyar li wê deverê bi cih bûne.
Ev eşîre her berê jî, ji aliyê dewleta navendî ve li gelek deverên Îranê belav bûbû. Her lewma jî heta niha li parêzgehên cuda yên wekî Urmiye, Tewrêz û Sinê dijîn û beşeke biçûk ji wan li herêmên Bokan û Dîwandereyê û beşek din jî li bajarên wek Heştero, Meraxe, Culfa û Makûyê dijîn û bi zimanên Kurdî û Tirkî diaxivin. Lê wek kesên ji vê eşîrê yên li herêmên derveyî Kurdistanê jî dibêjin, ku ew bi eslê xwe Kurd in û ew rûniştiyên Kurdistanê ne, her ziman û çanda wan jî Kurdî ye.
Diyar e piştî hatina Feyzulah Begiyan bo derdora Bokanê, her du eşîrên Tirkên Hewşar û Wermeziyar ji herêmê derdikevn. Herçiqas heta niha jî, hinek ji rûniştiyên Wermeziyar û Hewşarê hê jî li herêmê mane.
Ebdulrehman Beg damezrênerê vê eşîrê ye, piştî ku dest danî ser hemû deşt û zeviyên bi bereket yên navçeyê, ji ber pêwendiyekê ku bi Serokwezîr Mihemed Şahê Qacar re çê dike, karek wisa dike ku paşayên Qacar zêdetir bala xwe bidine vê melbendê.
Piştî Ebdulrehman Beg, kurê Feyzulah Beg li derdora salên 1871an û 1883an, dibe serokê wê eşîrê. Feyzulah Beg jidayîkbûyê sala 1806an li gundê Qacirî yê ser bi Bokanê bûye.
Feyzulah Begê Mukriyê Babamîrî yê bapîrê mezin yê tayfeya Feyzulah Begî
Wekî ku me îşare pê kir, Ebdulrehman Begê bavê wî ji ber givaşa eşîreta Mengur milk û malê xwe li navçeya Menguratî ya niha ya Yaltemirê bi cih dihêle û ber bi navçeya Bokanê ve koç dike û hêdî hêdî dest diavêje bi kirîna milk û gundan û piştî kuştina Ebas Axayê Dêbukrî, diçe koşka Şahê Qacar û bi dîtina Serokwezîr û paşê şahê Îranê û ji ber temirandina beşek ji birûska agirê şerê Begzade û Dêbukriyan, ji aliyê Qacar ve tê xelatkirin. Feyzulah Beg mezin dibe, kesek biwêr û netirs ê serdema xwe bûye û tevî kur û kesên nêzî xwe piraniya gundên navçeya Bokan û Seqizê dikire û navçeyê ji destdirêjiya tayfeya Hewşar û Çardolî diparêze.
Beriya şoreşa Şêx Ubeydulahê Nehrî çendîn caran ji aliyê hakimê wê demê yê Sablaxê ve ku Tirkê Qacarî bûye tê binçavkirin û rastî bêhûrmetîkirinê tê û bi zordarî pareyê wî jê distînin û her ji ber wê sedemê Feyzulah Beg tevî kur û xizmên xwe di serhildana Şêx Ubeydulahê Şemzînê de li dijî paşayetiya Qacarî beşdarî kiriye û hevdem gundê Tîkantepe ku navenda rûniştin û desthilata Feyzulah Beg bûye, rastî êrîşa çekdarên dewletî tê û Hewşar û ew gundê têne talankirin û Feyzulah Beg û xelkê wî neçar dibin gundan bi cih bihêlin û birevin, ku paşê bi hevkariya Begzadeyên Mukrî yên Miyanduawê ku bi “Barîk” têne naskirin, karîne çekdaran derbikin û vegerine ser milk û malên xwe. Piştî demekê Feyzulah Beg ji ber nakokiyekê ku digel Hemze Axayê Mengur hebûye, dawî bi hevkariya xwe bi hêzên Şêx re tîne û vedigere navçeya xwe.
Navbirî çend mehan piştî wê şoreşê li sala 1881an, li gundê Tîkantepe yê Bokanê koça dawî dike.
Şêx Ubeydulahê Nehrî
Piştî wan bûyeran û bi mebesta parastina navçeyê, bi çêkirina pêwendiyan bi Serdar Ezîz Xanê Mukrî re, ku wezîrê şer yê Nasiredîn Şahê Qacar û serdarê tevahiya spaha Îranê bûye, desthilateke zêde bi dest dixe û ew desthilata ku bi dest xistibû, dibe sedema wê ku navçeya bin desthilata xwe ji êrîşên eşîreyên dijber û derdorê xwe biparêze.
Ezîz Xan yê Serdarê Mukrî
Piştî Qacaran, Feyzulah Begî bi tevlîbûna wan bi malbata Qaziyên Mehabadê re careke din jî, xwe li Mehabadê bi cih kirin û di geşkirina şoreşa nû ya Rojhilatê Kurdistanê de roleke çalak lîstin. Axayên Feyzulah Begî di şoreşa Kurdistanê de beşdar bûn û di serkeftina Komara Kurdistanê de alîkariya Pêşewa Qazî Mihemed kirin û piştî rûxandina Komarê jî, çend kes ji fermandên wan ên mêrxas ku fermandên hêzên Kurdistanê li Bokan û Seqizê bûn, ji aliyê rejîma Paşayetî ve piştî malbata Qazî hatine darvekirin.
Beşek ji şehîdên mezin ên Feyzulah Begî piştî rûxana Komara Kurdistanê pêk hatine ji:
Elî Begê Şîrzad: Ji wan şehîdan, Elî Begê Şîrzad ku axayekî bi hêz û xwedî mal û milk û darayî bûye, bandoreke mezin li ser serkeftina pêşmergên Kurdistanê hebûye. Her lewma jî piştî Komara Kurdistanê, pêşiya hemû axayên Feyzulah Begî li nêzîkî Hewzeya Mezin a Bokanê tê darvekirin. Elî Beg yek ji fermandeyê hêzên Navenda Hêza Demokrat a Kurdistanê ya ser bi eşîreta Feyzulah Begî û ji Axa Şîrbeg bûye. Di dema darvekirinê de ev helbeste bi dengek bilind xwendiye:
Xuşa rozî ke xud ra ber serê dar fena bînem
Serem gerded bulend û alemî ra zîr pa bînem
Herwisa Mihemed Emîn Begê Murtezayî (kurê Murteza Begê Mukrî yê kurê Elî Begê Mukrî tevî xwarzayê xwe Mihemed Xanê Alekilû yê kurê Xelîl Xanê Dasalûce hatine şehîdkirin). Mihemed Xanê Feyzulah Begî, Ehmed Faroq, Ehmedxanê Şecî`î (ji bavê Reşîd Xanê Şecî`uselteneyê Feyzulah Begî, ku sibêdeha Çarşemî 5ê Şibata 1945an li Seqizê digel 10 kes ji têkoşerên din hatine darvekirin.), Hesen Feyzulah Begî, Hemedaxayê Şiqoyif, Husên Xanê Kanî Niyaz, Elî Axayê Temote, Mehmûd Xanê Turkman Kendî û Axa Sedîqê Yazîbilaxî ji wan kesayetiyên Feyzulah Begî bûn ku piştî Komara Kurdistanê hatine darvekirin.