Hîra Sarûxanî
Serhildana xelkê Îlamê li Rojhilatê Kurdistanê ku bi “Şerê Rinû” jî naskirî ye, bi rêberayetiya “Şah Mihemed Yarî” û “Elî Qulî Xan” di sala 1929an de, ji serhildanên Rojhilatê Kurdistanê li dijî desthilata navendî ye ku ji ber her sedemekê be evqas di dîroka Kurdistanê de nehatiye naskirin û gelek girîngî pê nehatiye dan. Di vê serhildanê de piraniya bajarok û eşîrên Îlamê beşdarî kirin û mil bi milê yektir li dijî desthilata navendî ya Îranê û siyasetên Riza Şah rawestan û şer kirin.
Di sala 1928an de Xulamriza Xan yê waliyê Îlamê (Piştkûh), ku ji be alîgirê şoreşa Meşrûte li Îranê bi Şêx Xez Elî re peymana “Qiyama Seadet” wajo kiribû (peymanek li dijî navendxwazî ya Riza Şah di sala 1910an de), bi naçarî ve ber bi Iraqê ve reviya. Ji ber wê yekê hikûmeta Îlamê radestî birayê Xulam Riza Xan, “Şehabuldewle” hate kirin; Şehabuldewle nêzî salekê waliyê Îlamê bû, lê rêvebirî û hikûmeta Îlamê di pratîkê de li destê fermandeyê leşkerî yê Piştkûhê, Sertîp Ebul Hesen Xanê Pûrzend bû. Şehabuldewle piştî salekê dest ji desthilatdariyê berda û ji bo rêgirtin ji şoreş û berfirehbûna dijberiyên li hember hikûmeta navendî, û piştre hikûmeta navendî “Elî Qulî Xan” ê kurê “Xulam Riza Xan” wek waliyê Îlamê destnîşan kir.
Di heman salê de “Sipehbod Emîr Ehmedî”, Mihemed Sadiqê Kûpalî bi pileya serleşerî ve şande Îlamê. Piştî nêzî salekê ji zordariya dijwar ji aliyê hêzên leşkerî ve û herwisa di encama siyasetên Riza Xan de ku bi ser xelkê Îlamê de hatibûne sepandin, di dawiya wê rewşê de, di destpêka Tîrmeh û Tebaxa sala 1929an de, xelkê Îlamê bi rêberayetiya Şah Mihemdê Yarî, çendîn xwenîşandan û şer dest pê kirin û serhildaneke giştî li dijî desthilata navendî li Îlamê bi rê ve birin.
Şah Mihemedê Yarî naskirî bi “Şamige Rizaxan”, yek ji mezin û serokê eşîreta Meligşahî li Îlamê bû ku bi hevkariya Elî Qulî Xan (kurê Xulam Riza Xan yê waliyê Îlamê) rêberayetiya serhildana Îlamiyan li dijî Riza Şah girte stûyê xwe. Di vê serhildanê de tev eşîre û tayfên Îlamê beşdarî kirin; Hin eşîre û tayfên weke Meligşa, Miyexas, Reşnû, Milxetawî, Elîşêrwan Beder, Xizil, Şûhan, Dêwalay, Erkewazî, Alîbeygî, Kurdelê Dêloran û Avdanan û hwd beşdar bûn.
Şah Mihemed ezmûna beşdarîkirin di şerê digel hêzên Osmanî û Erebî de hebû, di sala 1929an de bi çend kes ji serokeşîrên wek Mîrza Şah Mihemedê Xesrewî û Tişmalekanî (Serokê eşîretan) û Êlî Kurd, li dijî siyaset, zilm û zordariya hêzan rawestan û daxwaz kiribûn ku digel xelkê hejar û desthilatdar ên Îlamê reftarek mirovane û baştir bê kirin. Lê berevajî ji çavnihêriyan, Sertîp Kûpal bi nameyekê ve gefê ji wan dixwe û dibêje karûbarê hikûmetî pêwendî bi wan re nîne û mafê wan nîne ku di wî warî de biaxivin; Di berdewamiya vê rewşê de bû ku Şah Mihemed û serokeşîran bingeha bidestvegirtin û desthilata bajarê Îlamê dadirêjin.
Di vê serhildanê de nêzî 4 hezar kesî beşdarî kirin. Hêzên Şah Mihemed xwedan çekên zêde nebûn û her bi vê sedemê ve Şah Mihemed li Başûrê Kurdistanê daxwaza hevkariyê dike. Ji rêya Xaneqîn û Başûrê Kurdistanê ve çekeke zêde ji bo wan tê. Ev bûyere îsbatkerê wê yekê ye ku di wê serdemê de Şah Mihemed û Îlamiyan bi Barzaniyan û Kurdên Îlamî yên rûniştiyên Bexdayê re ku beşek bûn ji hêzên Şêx Ehmedê Barzanî, pêwendiyek nêzîk û gerim hebûn.
Di dema serhildanê de û bidestvegirtina deshilatê ji aliyê xelkê Îlamê ve, Elî Qulî Xan yê kurê Xulam Riza û walî û desthilatdarê Îlamê, tevlî xelkê dibin û hêz û morala xelkê jî zêde dibe. Serhildana xelkê ji bajarê Erkewaz yê Melegşa ve hate destpêkirin û hêdî hêdî eşîre û tayfên Îlamê tevlî serhildanê bûn. Gelek pê neçû ku Îlamî digihine bajarê Îlamê û keleha walî ku cihê Sertîp Kûpal û hêzên wî bû dorpêç dikin. Bajarê Îlamê nêzî mehekê di destê hêzên Şah Mihemed de bû. Hevdem bi girtina bajarê Îlamê, Şah Mihemed û hêzên wî bi mebesta êrîşkirin bo ser bajarên Giyelan, Sewmar, Qesra Şîrîn û Kirmaşanê ber bi Kirmaşanê ve bi rê dikevin. Hêzên Şah Mihemed nêzî 100 kîlometre ber bi Kirmaşanê ve pêşve diçin û di gevî û derbenda “Rinû” de ku sereketirîn rêya Îlam bo Kirmaşanê bû, dimînin.