Newroza kurdewarî û proseyek ji bo netewesaziyê - Beşa 3yem

Keyhan Mihemedînijad

 

Beşa duyem a vê gotarê li vir bixwînin

 

Min di gotara dinê de behsa serhildan û dîroka Newroza kurdewarî, Newroz û ola Mîtra û biserhatiya Zuhak û Kaweyê Hesinkut kir û hevpeyvîna lêkoleran li ser çîroka bê bingeh a Zuhak û Kaweyê Hesinkut û şahnameya ferdosî û çewtkirina dîrokê ji aliyê dagîrkeran ve kir; di berdewamiya vê gotarê de, em ê behsa "girîngiya Newrozê di nav folklora Kurdî de û bandora Newrozê li ser piroseya netewesazî" bikin.

 

Girîngiya Newrozê di nav folklora Kurdî de:

Tevî vê ku Kurdistan ji aliyê welatên koloniyalîstî ve hatiye dagîrkirin û tevahiya hewla wan welatên dagîrker asmîle û helandina gelê Kurd di hemû waran de ye, lê bi kêfxweşî ve wêjeya devkî ya gelê Kurd nehatiye helandin û her wêjeya devkî ya gelê Kurd e ku gelek girîngî bi hemû hilkeftên girîng ên wê netewê daye û di nav wêjeya devkî ya Kurdan de gelek behsa Newrozê hatiye kirin û gelek helbestvanan ev hilkefte anîne ser ziman; Heta di nav wêjeya nivîskî ya kevnar de jî hatiye û mînaka vê yekê jî çîroka "Mem û Zîn" a "Ehmedê Xanî" ye.

Beşek ji helbesta Ehmedê Xanî derbarê Newrozê de:

“Roja ku dibûye îdê Newroz

Teizîmi ji bo dema dilefrûz

Bilcumle diçûne der ji malan

Heta digihîşte pîr û kalan

Mebnî li wî adetê mubarek

Şehrî û sipahiyan bi carek

Bajêr û kelat û xanî berdan

Teşbîhê bi nejdiyan û cerdan

Yanî ku dihate burcê sersal

Qet kes nedima di mesken û mal”

Îro rojê em dibînin ku di gelek helbestên Kurdî de behsa Newrozê hatiye kirin, û piranî pêwendîdar in bi Newroz û eşqê, bo mînak evîndar ji keça ku jê hez dike û gazî dike û jê re dibêje: “Îro cejn û sersala Newrozê ye, were em kêf bikin wiha û Newroza te pîroz e”.

Herwisa "Baba Tahîr Ûriyan" jî di helbestên xwe de behsa Newrozê kiriye û wî di helbestek xwe de gotiye:
 “rojî geyştinî min be yar, wek şevî newroz xoş û pîroz e”.

 

Bandora Newrozê li ser piroseya netewesazî

Newroz nasnameya gelê Kurd e. Newroz yek ji hilkeftên bingehîn ên xebat û şoreş û nasnameya gelê Kurd e. Di nav birêveçûna cejna Newrozê de gelek nîşaneyên netewa Kurd têne parastin û gelê Kurd bi awayek folklorî vê hilkeftê lidar dixe. Her lewma yek ji hilkeftên kevnar ku wek şaristaniyetekê hate nav gelan de Newroz e û eva jî pênaseya gelê Kurd û yekemîn neteweya xwedan şaristaniyet dide nîşan.

Lêkoler "Prof. Mewlûd Îbrahîm Hesen" di vê derbarê de dibêje: “Newroz bi dîrokê re hatiye selmandin ku Newroz kevn e û ya Kurdewarî ye û di Kurdistanê de serî hilda ye; Ev cihê ku "Demozî" xwedayê Sumeriyan 6 mehan diçe bin erdê û paşê tê de zîndî dibe, ev bajarê kevnar ê "Derînkuyê" yê Bakurê Kurdistanê ye ku bajarek bin erdî ye ku 8 qat di bin erdê de ye ku eva rêk digel çîroka çûna bin erdê ya "Demoz" û "Eştar" digunce; ku wisa ye mirov dikare ev cihê kevnar ku bi tevahî digel çîroka Demoz tê guncandin, bike bi cihek girîng a Newrozî û ji "Şaredêr" ve dest pê bike heta ku digihîje bajarê "Hewlêr"ê û ji vir jî heta "Bêstansor"ê. Çimkî ev cihwarane bi tevahî rehendeke dîrokî hene û em dikarin bikin bi xalek girînk a cihwarî û cihê birêveçûna Newrozê ku xelk ber bi wan deran ve bên û eva hem di warê netewî û hem jî aboriya Kurdistanê bi bandor e”.

Di rastî de nasnameya Kurdî bo vê ku bixwaze bi başî xwe şirove bike û xwe li astê dagîrkerên ku Kurdistan dagîr kirine wek hebûna rastiya Kurdbûnê îsbat bike, tev ev pîroziyên ku şiroveya vê nasnamê dikin, divê hemû bi şêwazek gelek ciwan û bibandor û berfireh bêne şirovekirin û di dema xwe de bêne pîrozragirtin, û Newroz jî yek ji wan nasnameyan e.

 

Ev gotarê dom heye…

 

KURDŞOP
601 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!