Newroza kurdewarî û proseyek ji bo netewesaziyê - Beşa 2yem

Keyhan Mihemedînijad

 

Beşa yekem a vê gotarê li vir bixwînin

 

Min di gotara dinê de behsa serhildan û dîroka Newroza kurdewarî, Newroz û ola Mîtra û biserhatiya Zuhak û Kaweyê Hesinkut kir; Diyar e doma hevpeyvîna lêkoleran li ser çîroka bê bingeh a Zuhak û Kaweyê Hesinkut mabû û em ê ji vir şûn de doma wê çîrokê, şahnameya ferdosî û çewtkirina dîrokê ji aliyê dagîrkeran ve bikin.

Mamoste "Prof. Mewlûd Îbrahîm Hesen" jî li ser mijara çîroka Zuhak û Kaweyê Hesinger dibêje: “Rêkevta çîroka Zuhak û Kawe vedigere bo 600 yan 700 berî Zayînê, lê dîroka Newrozê vedigere bo 12 hezar sal berî niha. Lêbelê Newrozê ev şiyane hebûye ku tevlî hemû bûyerên mezin bibe û di demên berê de her bûyerek biqewimiya bi roja Newrozê re dihat rêkxistin. Di vê rojê de cejna hilkeftên xwe li dar dixistin û ti pêwendiyek Zuhak û Kaweyê Hesinkut bi Newrozê re nîne”.

Nerîna "Hadî Ezîzî" jî her wek lêkolerên dinê bû û wî jî digot: “Di dîroka kevn a kurdewarî de Kawe pêkhatiye ji hêza xelkê ku şerê desthilata Aşûriya kiriye li hember “Aza Dihak” ku ev nave ji çendîn navên din yên wek “Dihak, Dehyû, Dehyako, Duhok” tê û hem bi wateya fermanrewayî û hem jî bi wateya desthilatdarî tên. Ku wisa ye kurd li dijî desthilata Aşûriyan derkevtine û serkevtin bi dest xistine û ev yeka ji aliyê Farsan ve bi çewt hatiye nivîsîn û ti pêwendiyek wan û Newrozê jî bi hev re nîne.”

Ferdosî û Şahname

Ferdosî helbestvanê Fars ku di sala 994ê de şahname bi dawî aniye, li wir behsa çîroka Zuhak û Kaweyê Hesinkut kiriye û Zuhak bi kesek har û dirinde daye nasîn ku du mar li ser milê wî bûne û xwarina wan maran jî mêjiyê ciwanan bûye û Kaweyê Hesinkut jî Zuhak kuştiye û ew serkevtine di yekem roja biharê de bûye û bi sedema serkevtin bi ser desthilata Zuhak de cejna Newrozê li dar xistine.

Divê mirov bêje mixabin ku hizr û dîtingeha piraniya takên kurd li ser Newroz û Kawe jî, vedigere ser şahnameya Ferdosî. Lê divê em bizanin ku şahname û deqên wê ku paşê wek helbest tê de hatine, bingeha wan deqan axo bi mîrat hatine wergirtin yan jî hatine dizîn? Carê wisa heye mirov di dîrokê de mijarek, çarçoveyek an jî hevşêweyek di dîrokê de bi mîrat werdigire, lê wergirtina komek çîrok yan biserhatî li deverek cuda ku erdnîgariya wê ya Farsan nebûye û hatiye wergirtin û paşê kirine Farsî, eva rêk di çarçêveya şahnameyê de tê xuyakirin.

Wêne: Şahnameya Ferdosî

Her wek Hadî Ezîdî dîrokzan dibêje: Bo dîroka pêş şahname û ev çîrokên ku di şahnameyê de hatine, divê me çend dîtingehên taybet hebin; Herçiqas em bêjin Ferdosî şareza yan neşareza ye, çend şaşiyek li ser cugrafiyayekê dike ku ew cugrafiya ne ya wane. Bo mînak; Li vir behsa dîcleyê dike. Dîcle axa Kurdistanê ye. Yan jî ev li wir behsa Zuhak dike û dibêje 800 sal temen kiriye! Direw e û tiştek wisa nîne. Bi nerîna min 800 sal behsa jinavçûna fermanrewaya Aşûriyane li ser Rojhilata Navîn ku zêdetir ji 1000 salî temen kiriye. Ya ku bo me derdikeve ev e ku piştî Ferdosî jî ew çîrokane di nav axa Kurdistanê de bi şêweya xwe ya rast hatine behskirin. Ku wisa ye çîrok an biserhatiya kurdan ji Kurdistanê bo devera Ariya yan Hariya ku niha bi Xurasanê tê nasîn hatiye veguhastin. Meseleyek din li ser Zuhak: Peyva mar di nav kurdan de peyvek pîroz e, wek Xişûk, çîroka Şamaran; mar di ola kevn a kurdewerî de, di metolojiya keştiya “H. Nûh” de ku di ola Êzidî de jî mayeû  dide zanîn ku keştiya “H. Nûh” li ser çiyayê Şengalê kun dibe û marek reş xwe dike di wê kunê de ku keştî nuqim nebe û heta digihe çiyayê Codî, û eva beşek e ji wan efsaneyan di çîrokên kurdî de. Herwisa ya ji hemûyan girîngtir peyva mar di zimanê kurdî û etomolojiya zimanê kurdî de û pêka dîrokê ku behsa vê hatiye kirin, ji mohrên serdema Sumeriya kevn heta derbasê serdema Mîloloyî û Mîtanî û dewleta Manayî û Medî dibe, bo me derdikeve ku mar nîşaneya hêz û desthilatê ye, û kesekê ku mar nîne û bê mar e nexweş e û desthilat nine. wek “demar an tîmar” û heta mar bo nav beşa pizîşkî jî hatiye veguhastin, wek logoya zanista pizîşkî ku di îro de jî bikar tê, çimkî pêk hatiye ji tîmarkirinê. Îcar ev ji bo wê ku bên rûmeta mar naşîrîn bikin, tên dibêjin Zuhakek hebûye ku li ser milê wî du mar hebûne û xwarina wan mêjiyê ciwanan bûye. Ev yekane hemû xeyal in û xwestine dîroka neteweyekê ku bixwe desthilat nine, bi çewtî binivîsin”.

Wêne ji şahnameya Ferdosî hatiye hildan ku Zuhak nîşan dide û du mar li ser milê wî ne

Gotinek pêşiyan heye ku dibêje: “ger pezek li çolê bimîne, gura xwarî ye”. Yanî bê xwedî û bê şivan be, dibe xwarina guran. Ev gotina pêşiyan ji me re dibêje, dema ku kurd ji Newrozê xwedî dernekeve, dê xelkê din jê xwedî derkevin.

Li gorî nerîna "Zeynelabidîn", Fars qewmek koçkirî ye ku xwe bi ser Îranê de sepandiye, Fars ji Hindûstanê hatine û girûpek hejar û belengaz û şeperze bûne û hatine nav kurdan û pars kirine û kurdan ji wan re gotine parsek (di edebiyata kurdî ya kurmancî de bi kesê ku hejar e û di nav kolanan digere û daxwaza pere an tiştekê ji xelkê dike, jê re dibêjin parsek) û piştire navê wan bûye bi Pars (Fars) û împeratorî çê kirine û dest bi ser dîrok û axa kevnara ya netewa kurd ku yekemîn netewa aramgirtî di Zagiros û Rojhilata Navîn de ye, girtin.

Ev gotare dom heye û dê di beşa dinê de li ser girîngiya Newrozê di nav folklora kurdî de û bandora Newrozê li ser piroseya netewesazî bisekine…

KURDŞOP
654 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!