Newroza kurdewarî û proseyek ji bo netewesaziyê - Beşa 1em

Keyhan Mihemedînijad

Di vê gotarê de min hewl daye çendîn mijarên girîng derbarê Newroza kurdewarî de rohn bikim û di rastî de derbarê Newroza kurdewarî gelek gotar û pirtûkên çewt û bêbingeh ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve hatine nivîsîn. Lê rastiya Newroza kurdewarî tiştekî dinê ye. Wek mînak di vê gotarê de dê dîroka Newrozê û Sumerî, ola Mîtra û Newroz, çîroka bêbingeh a Kaweyê Hesinger û Zuhak, girîngiya Newrozê di folklora kurdî de, bandora Newrozê li ser proseya netewesazî û hwd, bêne behskirin.

Newroz kevintirîn, mezintirîn û girîngtirîn cejna tev mirovayetiyê di Rojhilata Navîn de ye û ev cejn jî, her ji destpêkê ve li Kurdistanê serî hildaye û belavê cîhanê bûye. Hilkeftek ku bo gelê kurd gelek girîng e ku her sal li demsala biharê, dema ku befr dihele û gul derdikevin û hêvî di dilê mirovan de geş dibe tê pîrozkirin û yek ji girîngtirîn hilkeftên dîrokî tê hesibandin. Ev hilkeft jî cejna Newrozê ye. Newroz hevwateya vejîn û roja nû ye û gelê kurd hemû salê li 1ê meha kurdî wate yekem roja biharê wek nûbûna sirûştê cejna Newrozê bi rê ve dibe.

Tê zanîn ku di demên berê de Newrozê kultûreke mezin hebûye û her hilkeftek girîng hebûya di roja Newrozê de dihate lidarxistin. Lê ev hilkeft bo gelê kurd pir girîng e, çimkî dîrokeke dûrûdirêj heye û gelek dîroknivîs dibêjin desthilatdariya Mad a gelê kurd gelek pêş dîroka zayînî û di yekem roja meha yekem a biharê de axa Kurdistanê di bin desthilata Asûriyan de rizgar kiriye (sala 612an a beriya zayînê) û cejn girtine û jê re gotine nûroj an jî rojeke nû. Hin dîroknivîs û lêkoler jî dîroka vê hilkeftê vedigerînine li ser 4 hezar sal berî niha.

Hin dîroknivîsên din jî dibêjin, Newroz vedigere li ser nûbûna sirûştê û bingeha wê jî vedigere li ser olên wek Mîtra, Êzidî û Yarisan.

Min li ser vê mijara girîng û dîroka vê hilkefta kevnar a gelê Kurd digel mamoste Prof. Mewlûd Îbrahîm Hesen, mamosteyê zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê hevpeyvînek kir û nerîna navbirî li ser dîroka Newrozê cuda ye û ev dibêje: “Di rastî de Newroz vedigere bo sersala “Sumerî”,  ango roja zîndîbûna “Demozî” yê xwedayê Sumeriyan. Pêka ola Sumeriyan, “Demozî” yê xwedayê wan roja yekem a biharê tê derê ku heman roj dike roja yekem a sala kurdî, û dibe roja yekem a meha Newrozê; lê dem û rêkevta vê vedigere li ser vê yekê, piştî vê ku Demozî xwedayê Sumeriyan li 1ê meha heftem diçe bin erdê û li 1ê meha yekem a sala nû zîndî dibe, ew zîndîbûn dibe cejneke mezin û ev cejn, cejneke sirûştî, olî, felekî, werzêrî û kultûrî bûye û cejna mezin a Sumeriyan bûye. Ev hilkeft jî di serdema serhildana çandiniyê de bûye. Hemû lêkoler vê hilkeftê wate cejna Newrozê vedigerînin bo ser 10 hezar sal berî Zayînê ango 12 hezar sal berî niha”.

Newroz û ola Mîtra

Gelek dîrokzan jî, li ser vê baweriyê ne ku Newroz ji ola mîtra ve bo gelê kurd maye. Lê hin lêkoler li ser wê bawerê ne ku ev hilkefte ti pêwendiyek bi ola Mîtra ve nîne û tenê ji nûbûna sirûştê ve hatiye û pêwendî bi ti olekê ve nîne.

Her wek çawa piraniya hilkeftên wek çileya havîn, çileya zivistan, cejna xerman, cejna çandin û dirûnê ku kevntirîn hilkeftên kurdî ne, Newroz jî wek wan hilkeftan gelek kevnar e û mirov dikare bêje ku ev hilkeft jî wek hilkeftên kevnar ên kurdewarî di serdema Mîtra de girîngî pê hatibe dan.

Zuhak û Kaweyê Hesinkut û hilkefta Newrozê

Dîroka gelê kurd ji ber nebûna desthilatek serbixwe yan jî şewitandin û dizîna tev belgên dîrokî yên kevnar ên kurdan ji aliyê dagîrgerên Kurdistanê ve gelek bi çewtî hatiye nivîsandin û yek ji wan jî, çîrok an jî biserhatiya Zuhak û Kaweyê Hesinkut e. Ev çîroka ji aliyê dagîrkerên kurdan ve bi şaşî hatiye nivîsîn û şibandine bi cejina Newrozê, lê nivîser û dîroknivîsên kurd dibêjin ti pêwendiyek wan herdukan bi Newrozê re nîne û Newroz bixwe kevn e û digel dîrokê hatiye û tevlî hemû bûyerên dîrokê jî bûye.

Ew yeka li cem min mijarek girîng bû û min xwast bi başî li ser vê mijarê bisekinim û min bi sê lêkoler ên bi navên Zeynelnabidîn Zinar, Prof. Mewlûd Îbrahîm Hesen û Hadî Ezîzî re hevpeyvîn kir û min ji wan pirsî axo çîrok an jî biserhatiya “Zuhak û Kaweyê Hesinkut” pêwendiya wan bi Newrozê re heye?

Di destpêkê de Zeynelabidîn Zinar wiha bersiv da: “Di dîroka Kurdan de gelek tişên şaş hatine nivîsandin û bi kurdan dane qebûlkirin, yek ji wan jî, çîroka Zuhak û Kaweyê Hesinger e. Dibêjin Zuhak paşayekî Ereban bûye; Bila di destpêkê de ez wiha bêjim, di rastî de Ereb bixwe koçer in û ji Afrîqayê ve hatine vê axa ku em jê re dibêjin Erebistan û li gund û bajaran de belav bûne û ti desthilatiyek wan ku paşayê wan çê bibe tine bûye. Lê dibe ku şexsek bi navê Zuhak li deverê derkeftibe û kesek zilmker bibe û kesek jî bi navê Kawe derkeftibe û ev kuştibe û ev yeka tiştek gelek normal e. Lê ti pêwendiya Newrozê ne bi Zuhak ne jî bi Kawe re tine ye. Meseleya Zuhak wiha hatiye û dibêjin ew kesek zalim bûye û du mar li ser milê wî hebûne û xwarina wan maran jî mêjiyê xortên kurdan bûye û piştre ev xortên ku serê wan jê nekirine şandine aliyê çiya û piştire ew zêde bûne û wek kurd û wek milet derkeftine holê! Ev yeka neheqiyek pir mezin e li kurdan hatiye kirin û çewtiyek gelek mezin e li dijî kurdan tê gotin û ji bo ku kurdan piçûk bikin û wan miletek bê bingeh û bê esas bidine nîşandanê û çîrokên wiha li hevdu anîne û gotine; çîrokên wiha gelek hene ku li dijî kurdan hatine nivîsandin. Di rastî de li nav împaratoriya Medan ji “valî” yan parêzgar re digotin “Kawe”. Ti pêwendiya Kawe û Zuhak û Newozê bi hev re nîne”.

Ev gotare dom heye û dê di beşa dinê de bersiva lêkoleran derheq çîroka Kawe û Zuhak û mijarên din bê dan…

KURDŞOP
710 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!