Çîroka  şewata Sînemaya Amûdê

Aras Hiso

Bajarê hêlîna dilan, bajarê kevnare, bajarê Amûda bavê Mihemed, bajarê rewşenbîr, nivîskaran û bajarê şewata Sînema Amûdê ya jibîrnekirî. Em ê vê carê berê xwe bidin bajarê hêlîna dilan Amûdê û bi hev re li tenişta cih û peykerên şewata sînemayê rûnin û çîroka wê qedera rûreş û biêş bêjin.

Di 13ê mijdara şeveke zivistana sar a sala 1960î de, saet 7ê êvarê, li bajarê Amûdê yê Rojavayê kurdistanê bûyereke bi şewat, xemgîn û trajedîk bi ser xelkê Amûdê de pêk hat. Di wê şevê de, gotina her kesî ew bû: “Sînema şewitî.” “Zarok şewitîn.” Careke din agir bi dilê dayîkan xistin, careke din dijmin hovîtiya xwe bi ser gelê kurd de nîşan da. Vê carê armanc jê qirkirina nifşekî ji kurdan bû.

Di dema şoreşa Cezayir a li dijî firensiyan de ku sala 1954an dest pê kir, li Rojavayê Kurdistanê rêveberên bajarê Amûdê yê rêjîma Bees li gor biryara dewleta Sûriyê, hemû xwendekarên dibistana seretayî mecbûr kirin da biçin sînemayê, li fîlma bi navê “Cerîmet Nisf El Leyl” (Kujeriya nîvê şevê) temaşe bikin. Ji zarokên du dibistanên Amûdê hat xwestin ku her yek ji wan 25 qirûşan bîne da ku fîlmekê di sînemaya Şehrezar de temaşe bikin, her wiha ji bo ku wan pereyan wekî alîkarî ji şoreşa Cezayirê re bişînin.

Salona sînemaya ku tenê 200 kesî radike, derdora 500 zarok tê de civandin, fîlm dest pê kir û derî li wan hate girtin, piştî kêliyeke bêdeng agir bi sînemayê dikeve, dema ku zarok şewatê dibînin yekser berê xwe didin deriyê derketinê, lê mixabin deriyê sînemayê girtî ye, zarok bi ax û nalînan tevî pêtên agir dişewitin û dihelin.

Di encama wê şewatê de derdora 284 zarok bûne qurbanî, di nava wan de Mihemed Seîd Deqorî yê ku bi dehan zarok ji nava agir xelas kirin, hebû. Qehremanê wê rojê Mihemed Seîd Deqorî dema ku bi rev xwe ber bi deriyê sînemayê wer kir da ku wan zarokan xelas bike, karmendê ber derî jê re got “Neçe hundir, zarokên te di nav de tune ye.” Mihemed Deqorî lê vedigerîne, “Hemû zarokên kurdan zarokên min in.” Piştî ku wê şevê bi dehan zarokan ji agirê sînemayê xelas dike, ber bi dawiya agirê gur û şewata mezin ve stûna nîva sînemayê bi ser wî de tê xwarê û canê xwe ji dest dide. Mihemed Seîd Axayê Deqorî bi wan gotinên xwe di nav dîroka birîna şewata Amûdê de navê xwe bi qehremanekî dide nivîsandin. Her ku behsa wî tê kirin ji civatên temen mezin, hest kelegirî dibin. Ji  vê fedekarî û bîranîna bi şewat, piştî wê bûyerê bi Amûda bavê Mihemed tê naskirin.

Li ser vê bûyera xemgîn û şewata venemirî bi dehan berhemên ji pirtûk, helbest, nivîs û belgefîlman hatine nivîsandin ku yek ji wan ya Mele Ehmedê Namî ye. Jixwe Seydayê Namî jî di destpêka pirtûka xwe ya bi navê Şewata Sînema Amûdê de dibêje:

“Yek ji armancên ku  min xwest vê berhemê binivîsim, da ku ez vê bûyera dil-biêş ji nemanê biparêzim, her wiha dibêje gelek trajîdî û komkujiyên biêş li Kurdistanê çêbûne, lê mixabin kesî nenivîsandiye û belge nekirine, lewma dem û dewran di ser wan re derbas bûne û hatine jibîrkirin.”

Her wiha ev berhem ne tenê wek belgeyeke dîrokî tê naskirin, ev pirtûk bi awayekî wêjeyî, pexşanî û serpêhatî jî hatiye hûnandin û nivîsandin. Helbestên wî tevî yên Cizîrî û Xanî jî wekî nimûne di nav tekstên vê berhemê de hatine bicihkirin.

Seydayê Namî ji bo vê pirtûka xwe wisa dibêje:

“Piştî şewata sînema Amûdê, ez her roj sibehê ji Qamişlo diçûm Amûdê da ku ez karibim dateyên bûyerê piştrast bikim. Dema ez hatim Amûdê li ber deriyê Belediyê min xortekî kurd, zana ku çavên wî ji hêsiran sor bibûn, dît. Bi dengekî melûl gote min: Seyda.. Ma wijdan e, ev bûyera hanê weke bûyerên berê bêdeng û wenda bibe. Ev bûyer ji yên weke te tê xwestin ku hûn karibin vê bûyerê di nav rûpelê pirtûkekê bidin ber çavên kurd û miletên derve.”  

Ev gotin di guhê Seydayê Namî de dike zingînî û dibe sedem ku di sala 1960î de, piştî şewata sînemayê dest bi datayên vê bûyerê bi hemû hûrgiliyên wê bide berhev û di hundirê pirtûkeke wisa de bi cih bike û binivîse. Di sala 1961ê de pirtûk bi kurdî û bi tîpên erebî bi dawî anî. Di sala 1987an de ji wê alfabeyê ji aliyê Mele Ehmedê Namî ve bo kurdî-latînî tê wergerandin.

Tevî van pirtûk, belgekirin û daneyan jî heta îro jî sedema şewata sînema Amûdê bi awayekî rasterast ne zelal e û ta niha jî lêkolînên fermî  nehatine kirin. Piranî lêkolînên herêmî û xwecihî didin eşkerekirin ku destê tewanbariya rêjîma Bees ya Sûriyê tê de heye. Lê ev roja reş her di bîra xelkê Amûdê û miletê kurd de wekî birîneke reş maye.

 

Çavkanî:

-Ji kovara pênûsa ziman, li ser bajarê Amûdê.

-Ji pirtûka sînameya kurdî, Dîroka sînema Amûdê.

 

KURDŞOP
662 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!