Serhildana 1967-1968an a Rojhilatê Kurdistanê: Bahozek ku dûrgeha aram a Şahê Îranê hejand!

Hewram Ehmedî

Di destpêka deheyên şêstan de û li encama geşeya warên perwerde û xwendina bilind li Îranê, grûpek piçûk a ciwanên kurd ji qatên bilind ên civaka Kurdistanê wek xwendin di zanîngehên Tehran û Tewrêzê de hatine wergirtin. Yekemîn rêkxistina nîve nihênî ya xwendekarên kurd, ango “Yekîtiya Xwendekarên Kurd a Zanîngeha Tehranê” (1959) li ser destê wan xwendekaran hate damezrandin û piştî salekê navê wê jî bi “Yekîtiya Xwendekarên Kurd di Zanîngehên Îranê de” (1960) hate guherîn. Her di nav wê yekîtiyê de, bingeha helbesta nû ya kurdî li Rojhilatê Kurdistanê bi tewera siyasî-şoreşgêrane ve, ji aliyê Siware Îlxanîzade, Elî Heseniyanî û Fatih Şêx El-îslamî ve hate avakirin.

Di destpêkê de mijarên çandî esasê hevkarî û xebatên vê yekîtiyê bûn, lê piştî heyameke kurt ango sala 1961an, sendîka bi arasteyeke nasyonalîstî ve digel Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKÎ) pêwendiyek fermî bi şêweyek nihênî çê dike. Hevdem serdestiya bîr û ramana çep li zanîngehên Îranê wisa dike ku di salên 1960-1963an de komek ji xwendekarên kurd vegerine ser hêla çep û di meşa nasyonalîstî ya Yekîtiya Xwendekaran veqetin. Naskirîtirînê wan kesan Emîr Hesenpûr û Fatîh Şêx El-îslamî bûn.  

Li pey menca nû ya serkuta siyasî ya çalakvanên nerazî li sala 1963an, ew kome bi neçarî ve dev ji zanîngehê berdan û ber bi Başûrê Kurdistanê ve hatin. Ew xwendekar ev in: Hemedemîn Siracî, Îsmayîl Şerîfzade, Salar Heyderî, Ebdulah Moînî û Resûl Pîşnemaz. Ji ber dijayetî û nerazîbûn ji serkirdayetiya wê demê ya Hizba Demokrat, wate Ehmed Tofîq, piştî sê salan wan digel çend endamên    din “Komîteya Şoreşgerî ya Hizba Demokrat” li sala 1966an bi encema rêkxistina pêgehên xwe yên siyasî û civakî û ji bo xebata çekdarî li Rojhilatê Kurdistanê damezrandin.

Endamên avakerê vê tevgerê pêk hatibûn ji    Îsmaîl Şerîfzade, Mela Ehmed Şelmaşî (Mela Aware), Senar Mamedî, Hemedemîn Siracî, Mela Ebdulah Serbaz, Salara Heyderî û Seîd Kawe.

Wan karî rêkxistinên xwe di nav Rojhelatiyên avare li Başûr û herwisa li nava Rojhilatê Kurdistanê berfireh bikin û pêwendiyek siyasî ya dostane digel girûpa naskirî bi Celalî li Başûr çê bikin. Di destpêka sala 1967an de kadroyên Komîteya Şoreşger bi pêkanîna girûpên partîzanî yên çend kesî, çûne navçeyên kurdî li parêzgeha Urmiyê û bajarên Seqiz û Bane li parêzgeha Sine û wan dest avêt bi bangewaziya siyasî û hewldan ji bo rêkxistina binke û pêgeha civakî ya berfirehtir di nav cotkarên gundnişîn de.

Simayîl Şerîfzade û Hemedemîn Siracî

Serkirdeyên Komîteya Şoreşger bi tundî ketibûne bin bandora hizr û îdolojiya maoîzmê û di kovarên Roj û Tîşk de piştgîriya xwe bo tevgera maoîzm nîşan dan. Bi rastî jî serkirdeyên Komîteya Şoreşger li ser wê baweriyê bûn ku take rêya rizgarkirina hemû gelên bindest û bikolonîkirî, serhildana girseyî û şerê çekdarî ye, ku divê pêşî li gundan dest pê bikin û girseyên zehmetkêş jî wan ji bo şerê çekdarî han bidin. Komîteya Şoreşger bi kûrî bawer bi girîngî û hewcehiya yekgirtin û yekrêziyê hebû bo guherîna tevgera çekdarî ya Kurdistanê ji bo xebatek seranserî li Îranê. Rêberê naskirî yê vê tevgerê, Simayîl Şerîfzade, ji ber çalakiyên wî di tevgera xwendekarî de, digel rewşenbîr û dersxwanên kurd û xeyre kurd- ji wan Elîriza Nabdêl (hevalê wî yê serdema xwendekarî) û Behrûz Dêhqanî- di pêwendiyê de bû.

Mela Aware

Di encamê de piştî 18 meh xebata çekdarî, di 12ê Gulana 1968an de şanda yekem a vê komê bi serokatiya Şerîfzade hatine navçeyê û li yek ji gundên Banayê ji aliyê dijmin ve hatine dorpêçkirin. Di wî şerî de Simayîl Şerîfzade û hevalên wî bi destê hêzên serkukar ên rejîma Şah hatine şehîdkirin. Grûpa din bi fermandehiya Mela Ehmed Şelmaşî (Mela Aware) bû ku li devera Serdeştê hatibûne dorpêçkirin û li wir jî Mela Aware hate şehîdkirin. Di heman mehê de, Silêman Moînî li Başûrê Kurdistanê ji aliyê Partî ve hate şehîdkirin û mehek piştê hingê Ebdulah Moînî li derder gundê Qalo yê Bokanê bi destê hêzên Îranê hate şehîdkirin û her ji ber vê bûyerê paşê rûniştiyên vî gundî navê gund bi Qaloya Moînî guherîn.

Gora Simayîl Şerîfzade li goristana Tayileya Sine

Piştî şikestanîna şoreşê, mencek nû ji xelkê ji ber sîstematîka serkutê û bidarvekirina çalakvanên siyasî, aver bûn û ji bo navçeyên azadkirî yên Başûrê Kurdistanê penaha xwe anîn. Herwisa bermayiyên hêzên çekdar ên şoreşê jî li kempa “Mekteba Siyasî” di bin navê “Şaxeya Vejandina Partiya Demokrat a Kurdistan-Başûr) hatine rêkxistinkirin.

Ger şoreşa partîzanî ya Kurdistanê rastî şikestê hat, lê bandorên wê li Kurdistanê û tev Îranê jî berçav bûn. Şahê Îranê ku di wan salan de hest bi aramiya siyasî dikir û ji ber wê yekê Îran wek dûrgehek aram li Rojhilata Navîn dida nasandin, rastî bahoza serhildana çekdarî ya salên 1967-1968an hat. Ev serhildan bû yekemîn serhildana bîra çepgir li Îranê (3 sal beriya operasyona Siyakel li bakurê Îranê) û di dîroka tevgera rizgarîxwaziya Kurd û Kurdistanê de rûpelek zêrîn tomar kir.

KURDŞOP
862 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!