Roj Qadirî
25ê Îlonê, şeşemîn salvegera referandoma dîrokî ya Herêma Kurdistanê ye ku di sala 2017an de hate lidarxistin û tê de %92 ji xelkê Başûrê Kurdistanê dengê “erê” bo “serxwebûna Kurdistanê” dan. Roja 25/9/2017 giştpirsiya Herêma Kurdistanê bi rê ve çû û bi çar zimanên navxweyî li ser kaxeza dengdanê hatibû nivîsîn “gelo hûn dixwazin Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê serbixwe bin?”
Di vê gotarê de em ê bi kurtî îşareyekê bi referandoma 25ê Îlona 2017ê ya Herêma Kurdistanê bikin, lê di destpêkê de em dixwazin bi kurtî îşareyekê bi wateya “referandomê” û vê wateyê bikin.
Referandom çî ye?
Referandom yan giştpirsî, bi dengdana rasterast a hemû endamên pêkhateyên rêxistin an civakê re tê gotin ku ji bo redkirin an pejirandina siyaseta pêşniyarkirî ya rêberan an nûneran bi rê ve diçe.
Armanca sereke ya referandomê ev e ku ji yasayên ku zirarê bide piraniya civakê nehêle. Di sîstemên parlemanî yên nû de, tenê ji referandomê ji bo pejirandina yasaya bingehîn an jî guhertinên bingehîn di hikûmetekê de sûd werdigirin; Lê di hin civakên piçûk de, referandom ji bo gelek karûbarên civakê sûd werdigirin.
Referandom di civakên xelksalarî de wiha ye ku du aliyên civakê, alîgir û dijber, pêka şert û mercên ji berê diyarkirî, li ser mijarekê li hev dikin û hikûmet an dewletek bêalî wekî navbeynkar soz dide ku referandomê li gorî protokolên ewlehiyê bi rê ve bibe.
Me du curên referandoman hene, yên arizûmendane û yên bi neçarî. Referandoma neçarî bi giştî ji bo pejirandina yasaya bingehîn e. Di referandoma arzûmendane de renge nûnerên parlamentoyê bi yekdengî pirsekê bispêrine dengeke giştî an jî dewlet jî di nebûna parlamentoyê de mijarekê bispêre bi dengê giştî. Renge referandom ji ber daxwazên xelkê bê lidarxistin.
Çêbûna şert û mercên referandoma Herêma Kurdistanê
Li sala 2014an nakokiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de gihîşt asta herî jor. Di meha pêncem a heman salê de, Herêma Kurdistanê bi bê mudaxileya Bexdayê, bi rêya boriyan ve dest avêt bi firotina petrolê bi Tirkiyê re. Di meha din de girûpa têrorîstî ya DAIŞê êrîşî ser Iraqê kir û piraniya navçeyên Mûsil û Tikrîyê dagîr kir û êrîşeke berfireh bo ser Kerkûkê destpê kir, lê ji aliyê hêzên qehreman ên pêşmerge ve rê ji wan hate girtin û bajar hate parastin û kontrolkirina navçeyên veqetiyayî û Kerkûk dîsan kevtine kontrola hêzên pêşmerge.
Roja 1ê Tîrmeha 2014an, birêz Mesûd Barzanî Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê yê wê demê, behsa daxwaza cudabûna kurdan ji Iraqê kir, lê ji ber hatina serokwezîrê nû yê Iraqa û şerê DAIŞê ji bo demeke nediyar hate paşxistin.
Piştre di Hezîrana 2017ê de, partiya desthilatdar a Herêma Kurdistanê (Partiya Demokrat a Kurdistanê) piştî civîna digel aliyên Kurdistanî, biryar da ku roja 25/9/2017ê referandomê bi rê ve bibe. Di biryarê de her wiha herêmên veqetiyayî yên wek Kerkûk, Mexmûr, Xaneqîn û Şengalê jî li xwe digirt.
Li Herêma Kurdistanê sê eniyên “belê, guman û na” hatine pêkanîn
Piştî diyarîkirina roja 25ê Îlona 2017ê ji bo referandoma Herêma Kurdistanê, sê enî di vê herêmê de hatine pêkhatin, ku eniya herî mezin jî eniya “belê” bû û biryar da ku dengê “erê” bide serxwebûna Herêma Kurdistanê.
Her yek ji Partiya Demokrat a Kurdistanê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Partiya Sosyalîst-Demokrat a Kurdistanê, Yekgirtina Îslamî ya Kurdistanê, Partiya Şûî a Kurdistanê û Tevgera Zehmetkêşan, bi eşkere ragihandin ku di refrandomê de dengê “belê” bi serxwebûna Kurdistanê didin û helmetek bi navê helmeta “bangewaziya belê” rêk xistin ku ji aliyê rêzdaran “Mesûd Barzanî, Selahedîn Mihemed Behadîn, Kosret Resûl û Mihemed Hacî Mehmûd” û çend kesayetiyên din ên siyasî ve, rêberayetî dihate kirin.
Di vê navberê de eniyên din jî hebûn ku bi navê eniya “gumanê” dihate naskirin ku pêk hatib ji Tevgera Goran û Komela Dadperwerî ku wê demê wek Komela Îslamî ya Kurdistanê dihate naskirin. Her du partiyan heta roja dawî ya dengdanê, biryara yekalîkirî nedan û bi sedema vê yekê jî rastî rexneyên zêde hatin. Lê di encamê de îradeya piraniya kurdistaniyan ew neçar kirin ku werin ser hêlê û dengê “erê” bidine serxwebûna Kurdistanê.
Di vê navberê de tenê dengê “na” ji kampeyna “na di niha de” bû ku ji aliyê Şasiwar Ebdulwahîd ve dihate rêberîkirin û cemaweriyek gelek kêm digel bûn.
Roja dîrokî ya bêrêveçûna referandoma Herêma Kurdistanê
Roja 25/9/2017 giştpirsiya Herêma Kurdistanê bi rê ve çû û bi çar zimanên navxweyî li ser kaxeza dengdanê hatibû nivîsîn “gelo hûn dixwazin Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê serbixwe bin?”
Di vê referandomê de, gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê bi îrade û moraleke polayî ve ber bi referandomê ve hatin û ji sedî 92ê xelkê Kurdistanê dengê “erê” dane “serxwebûna Başûrê Kurdistanê”. Tevahiya proseyê bi beşdariya %72 ji xelkê Herêma Kurdistanê bi rê ve çû.
Ev mijar ne tenê li başûrê welat, belkî li her sê parçeyên din ên Kurdistanê û di cîhanê de jî dengvedaneke zêde hebû. Hevdem digel birêveçûna serkeftiyane ya referandoma Herêma Kurdistanê, gelê kurd li Rojhilatê Kurdistanê jî, ji bo piştevaniya xwîşk û birayên xwe yên li başûrê welat daketine qadan û ev roja dîrokî pîroz kirin.
Hêjayê gotinê ye ku piştî vê ku xelkê piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi hesta berpirsyariya netewî daketine qadan û dirûşma “bijî Kurdistan û belê ji bo serxwebûna Kurdistanê” bilind kirin, rastî êrîşa hêzên rejîma Îslamî ya Îranê hatin û sizayê girtîgehê bi ser wan de hate sepandin. Lê vê yekê îspat kir ku daxwaza serxwebûnê li her çar parçeyên Kurdistanê daxwazeke giştî ye û daxwaza her kurdekî nîştimanperwer e.
Pêşwaziya germ a Kurdistaniyan ji Kurdistana mezin û hemû cîhanê ji referandoma Başûrê Kurdistanê bêmînak bû. Torên civakî bi alaya pîroz a Kurdistanê hatibûne xemilandin û xelkê bi her awayekî ku karîbana kêfxweşiya xwe dianîne ziman, ku ev yeka jî nîşana vejîna bîr û hizra netewî di dilê her kurdekî welatparêz de bû. Her wiha ji dijmin û dagîrkerên Kurdistanê re îsbat kirin ku îradeya Kurdistaniyan ya ji bo serxwebûn û azadiya welatê xwe ti carî nakeve qedeman û roja kurdan jî her tê û dê bigihîjine xewn û armancên xwe yên kevnar ku serxwebûna hemû parçeyên Kurdistanê ye.
Berteka cîhaniyan derheq referandoma Herêma Kurdistanê
Referandoma Herêma Kurdistanê, gelek bi rindî dost û dijminên kurdan nîşan da. Ev mijar li hemû cîhanê deng veda û her welatekî bi awayekî helwesta xwe nîşan da.
Di roja referandomê de, her yek ji dagîrkerên Kurdistanê (Îran, Iraq, Sûriya û Tirkiye) berdewam di medyayên xwe de nûçeya gotina serokê welat û nûnerên xwe belav dikirin ku li dijî referandoma Herêma Kurdistanê bûn. Zirava dagîrkeran hatibû qetandin. Herwisa welatên Rojavayî ku tim behsa mafên mirovî û demokrasî dikin, berevajiya mafên mirov û demokrasî dijayetiya xwe derheq referandoma Herêma Kurdistanê nîşan dan, ji wan Amerîka, Birîtanya, Almanya, Îspaniya û Awistraliya.
Ji aliyek dinê ve Bulxaristan û Herêma Katalonya û Fransayê nîve piştevaniyek ji vê referandomê kirin û Swêd û Îsraîlê piştgiriya xwe bo daxwaza gelê kurd nîşan dan.
Encam
Rast e referandoma sala 2017an, ji ber gelek sedemên navxweyî û derve, serxwebûna Herêma Kurdistanê li pey xwe neanî, lê nîşan da ku serxwebûna Kurdistanê hertim daxwaz û armanca kurdistaniyan e û ti hêzek nikare vê daxwaz û armancê di mêjî û hizra Kurdistaniyan de bikuje.