Bajarê Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê wek bajarekî zêde olî û pirreng tê naskirin. Piştî parêzgeha Urmiyê, parêzgeha Kirmaşanê navenda sereke ya kurdên ermenî û aşûrî li Rojhilatê Kurdistanê bûye û heta niha jî çend dêrên taybet li vî bajarî bi cih mane. Wek dêra Pêntî Kastî ku taybet bi aşûriyên Kirmaşanê bûye, dêra nimêjxane û dêra Qelbê Pîroz ê Mesîh. Dêra Qelbê Pîroz ê Mesîh, yadîgara dawî ya ermeniyên bajarê Kirmaşanê ye.
Di nav bajarê Kirmaşanê yê pir olî û pir reng de, dêrên vî bajarî gelek balkêş in û ev xale taybet bi Kirmaşanê ye û di bajarên cîranê Kirmaşanê de nayê dîtin. Dêra Qelbê Pîroz yek ji avahiyên olî yên vî bajarî ye ku heta bo misilmanan jî balkêş û girîng e. Ev dêr yek ji bedewtirîn avahiyên olî yên Kirmaşanê ye.
Qelbê Pîroz ê Mesîh ji bo ermeniyên Kirmaşanê hatiye avakirin da ku bikarin adetên xwe yên olî bi hevnîştimaniyên misilman, yarsan û cihû yên vî bajarî re biparêzin û rêûresmên xwe yên olî bi rê ve bibin. Li kêleka vê dêrê, du mizgeftên mezin û taybet ên misilmanan hene û eva jî vê rastiyê îsbat dike ku di serdema xwe de, peyrewên hemû olan li Kirmaşanê bi hev re jiyane û ti pirsgirêkek nebûye.
Dêra Qelbê Pîroz ê Mesîh di sala 1914an de li Kirmaşanê hatiye avakirin. Dîroka dêrê vedigere serdema Qacaran û bi fermana keşîşê navdar ê ermenî yê bi navê (Bishop Johannanyan) hatiye avakirin û ji aliyê wî keşîşê ve fermana pîrozbûnê ji bo hatiye danîn. Ev dêr di şeqama Muders a Kirmaşanê de ye û li sala 2004an, wate 90 sal piştî avakirinê, ji aliyê dewleta Îranê ve wek şûnwarekî netewî hatiye tomarkirin.
Dêr li ser erdê bi rûbera 280 metreyan e û çargoşeya wê jî bi qasî 160 metreyan e. Banê vê dêrê ji derve bi awayê şêrwanî û li hundur jî ji darê hatiye çêkirin ku yek ji bedewtirîn mîmariyên Rojhilatê ye. Şêweya mîmariya vê dêrê mîmariya Gotîk (Gothic architecture) e ku mîmariyeke taybet e, lê di serdemekê de ev dêr ji aliyê dewleta Îranê ve hatiye piştguhavêtin û ji bo heyameke zêde bûye maleke asayî ji bo rûniştina xelkê, lewma mîmariya wê rastî guherînkariyan hatiye û digel dêrên din hinekî cuda ye.
Dêra Qelbê Pîroz ê Xirîstiyanên li Kirmaşanê, weke yadîgara dawî ya ermeniyên herêma başûrê Zagrosê û Kurdistanê, yek ji taybetmendiyên olî yên Kirmaşan û Kurdistanê ye. Li Kirmaşanê misilman, yarsan, xirîstiyan, aşûrî, cihû û hwd bi hev re jiyane û ev taybetmendî vê rastiyê îspat dike ku pirrengiya li Kurdistan û Kirmaşanê taybetmendiyeke girîng a wê serdemê bûye.
Piştî şoreşa sala 1979an a li welatê Îranê û serdestiya ola îslamê li welat û bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê, kêmîneyên olî hatine paşguhavêtin û 3 dêrên xirîstiyanan li Kirmaşanê rastî gelek pirsgirêkan hatine. Li vî bajarê Rojhilatê Kurdistanê goristanên xirîstiyanan hatine hilweşandin û dêr jî hêz û geşbûna berê nemaye. Qelbê Pîroz ê Mesîh wek yadîgara dawî ermeniyên Kirmaşanê û yek ji mîratên olî yên Kurdistanê ye ku ji aliyê dewleta Îranê ve nayê piştgirîkirin û mixabin ti çalakiyeke taybet jî nîne.