Dr. Aso: Kurê tevkujiya rûsan

Dr. Aso sala 1923yan li bajarê Mehabadê ji dayîk bûye. Ser bi pêkhateyeke navendî ya civakê bû, di malbateke dewlemend û xwedî desthilat de ji dayîk bû.

Diyako Şasiwarî

Nivîsîna bîranînan di deheya borî de cih girtiye. Niha hemû pêkhate weke siyasî, rewşenbîr û rêber û pêşmergeyên dêrîn bîranînên xwe dinivîsin. Hin karvedan li pey vê pêla nivîsîna bîranînan hatiye. Yekem ev pirs tê kirin gelo ma pêwîst dike ku hemû bîranîn bêne nivîsandin? A duyem ma dibe her kesê ku bîranînên xwe binivîse em sûdê jê bibînin? Xuya ye ku bersiva her du pirsên berê nerênî ye. Wate ne pêdivî ye ku hemû bîranîn bêne nivîsandin û ne em dikarin sûdê ji hemû bîranînan bibînin. Bîranînên wan kesan hêjayî xwendinê ye ku bikare hin zanyarî û rewşa serdema xwe bo me eşkere bike. Îcar eger ev zanyarî derbarê rewşa siyasî, civakî, çandî, aborî an jî her mijareke din be ku girêdayî bi jiyana welatiyan be. Divê behsa tiştekê jî bike ku hêja be lêkolînek li ser bê kirin.

Di nava wan serbihoran de ku hatine nivîsandin, nêzî 20 salan dibe ku pirtûkek hatiye weşandin lê kêm kesan ev xwendiye û giringî pê daye. Ew jî bîranînên Qadir Mehmûdzade ku bi navê "Dr. Aso" tê naskirin. Ev ji pirtûkên destpêkê yên bîranînê ye ku li Rojhilatê Kurdistanê hatiye weşandin lê wê dengvedaneke mezin nebû. Ez dikarim bêjim kêm hatiye xwendin, ji ber wê nekariye bala gelek kesan û raya giştî bo xwe bikişîne. Ev pirtûk bi navê "Jiyana tijî bûyer a Dr. Aso" hate weşandin ku ji cureya "Wezîrî" ye û 628 rûpel in.

Nivîskar gelek bi zîrekî di destpêka pirtûka xwe de, 7 salan berî jidayîkbûna xwe vedibêje. Ya ku ji bo xwendevanan balkêş e eve, çawa kesek behsa serbihora xwe dike lê bûyerên heft salên berî jidayîkbûna xwe vedibêje, çima ev kar kiriye? Bersiva vê pirsê jêhatîbûna nivîskarê wan bîranînan nîşan dide.

Dr. Aso sala 1923yan li bajarê Mehabadê ji dayîk bûye. Ser bi pêkhateyeke navendî ya civakê bû, di malbateke dewlemend û xwedî desthilat de ji dayîk bû. Lê ji ber ku nivîskar dixwaze ji bilî serbihora xwe, beşek ji dîroka devkî ya siyasî û civakî û çandî ya Mehabadê jî vebêje, pirtûka xwe bi bûyereke pir bi bandor a bajarê Mehabadê dest pê dike. Ev bûyer piştre bandoreke mezin hem li jiyana wî û hem jî li rewşa siyasî û civakî ya Mehabadê dike, ji ber wê pêwîst bû ku nivîskar destpêkê behsa vê bûyerê bike.

Ew ji zarê bavê xwe behsa wê bûyerê dike ku rasterast di nav bûyerê de bû û hemû hurgiliyên wê dizane. Ev jî tevkujiya sala 1916an a Rûsyaya Tezarî bûye li bajarê Mehabadê ku bi tevkujiya "Saldadê Rûs" tê naskirin.  Di pirtûkên din de jî behsa vê bûyerê hatiye kirin, lê cudahiya wê ev e ku Dr. Aso ji zarê bavê xwe behsa wan bûyeran dike ku ew bi xwe rasterast di nav wan bûyeran de jiyaye.

Bi baweriya min ji ber vegotineke wisa xweş û bi hest ku Dr.Aso vedibêje, xwendevan bêhtir rastiyên wê tavan û hovîtiya Saldadê Rûs nas dike û bêhtir hest bi belengazî û bêpiştevaniya xelkê Mehabadê dike.

Nivîskar dibêje: Heft salan berî jidayîkbûna min, li Mehabadê tevkujiyeke metirsîdar ji aliyê qazaxên rûs û di dema şerê cîhanî yê yekem de çêbûye, bêhtir ji hezar kesan ji koma 14 hezar kesên şêniyên Mehabadê ji jin û zarok û mezin û kal di zivistana 1295an de ji aliyê Qazaxên zalim hatine kuştin.  Bajarê biçûk û bê berevanî yê Mehabadê û gundên derdora wê di nav xwînê de man. Cenazeyên kuştiyan li cade û kolanan ketibûn û bûbûn xwarina se û guran û kes nebû ku wan veşêre. Bêhna genî ya wan cenazeyan li bajar belav bûbû. Nivîskar behsa wê yekê dike ku ev komkujî her li Mehabadê nebû, li gundên derdorê jî dihate kirin. Weke mînak behsa gundê Îndirqaşê dike ku bi destê rûsan bi temamî hatibû wêrankirin û hemû mêrên li bajar hatibûn kuştin.

Li vir vegotina wî nivîskarî ji ber hin sedeman ji vegotina nivîskarên din cuda ye. Di vegotinên din de behsa sedema êrîşkirina ser Mehabadê hatiye kirin ku qaşo Qazî Fetah kesê navdar û mezinê Mehabadê ji ber ku alîgiriya osmanî û sunneyan kiriye, rûsan êrîşî ser bajar kirine. Xwedevan heta astekê digihêje wê baweriyê ku ev şaştiya siyasî ya ku Qazî Fetah kiriye sedema vê komkujiyê bû. Lê Dr. Aso behsa wê demê dike ku Qazî Fetah li gel mezinê Rûsan,  wate Serokê Saldadên Rûs daxive. Ev vê yekê nîşan dide ku Qazî Fetah baş haydarî armanc û niyeta rûsan bû, rasterast û bi eşkere ji wan re gotiye ku ti peywendiyeke xelkê Mihabadê li gel Osmaniyan nine, xelk mijûlê jiyana xwe ya rojane ye.  Eger hin kesan jî bîr û baweriyeke weha hebin ku piştevaiya Osmaniyan bikin ti peywendiya wan bi xelkê Mehabadê re nîne. Lê tevî wê yekê dîsan Rûs êrîş dikin.

Vegotina qehremanî û berevaniya Qazî Fetah û alîgirên wî xaleke din a balkêş e ku nivîskar bi coş behsa wan dike, piştre behsa wê yekê jî dike ku piştî komkujiya rûsan, osmaniyan jî êrîşî ser Mehabadê kirin. Ev jî vê gotina berê red dike ku qaşo ji ber alîgiriya osmaniyan êrîşî ser Mehabadê hatiye kirin.

Di vegotina van bûyeran de ew yek jî giring e ku nivîskar ji bilî vegotina komkujiya xelkê Mehabadê behsa encama wê tawanê li Mehabadê dike. Behsa wê yekê dike ku çawa jiyana xelkê têk çûye, ya ecêb ev e ku jiyana Dr. Aso tevî wê komkujiyê dest pê dike. Ji ber ku dayîka Dr. Aso ji gundê Îndirqaş bû ku bav û birayê wê jî hatine kuştin. Bavê Dr. Aso wê keça belengaz li Mehabadê dibîne wê dibe mala xwe. Bi qasî du salan weke karker li mala wan kar dike û piştre bavê Dr. Aso wê li xwe mehr dike û piştre Dr. Aso wate nivîskarê vê pirtûkê ji dayîk dibe.

KURDŞOP
684 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!