Peyman
Rewş û asta jiyana Cihûyên li Kurdistanê
Weke me got, li gor wan nivîsên ku niha li ber dest in, ev lêkolînên ku li ser Cihûyên Kurdistanê hatine kirin, bi giştî didin xuyakirin ku rewş û debara jiyana Cihûyên Kurdistanê baş bûye. Dibêjin ew di nava Kurdan de asûde bûn lê ti caran dest ji xeyala xwe ya vegera bo welatê xwe û erdê pîroz ber nedane, herdem ew yek xewn û xeyalên wan bû. Vê mijarê pêdivî bi lêkolîn û şopandineke berfireh heye. Lê mixabin bidestxistina belgeyan û zanyariyên zehmet bûye. Ji ber ku 70 salan berî niha Cihû ber bi Israîlê ve çûne, şahid û ew kesên dikarin di nava Cihûyan û di nava Kurdan de jî behsa wê demê bikin kêm mane. Divê em bêhtir pişta xwe bi belgeyên nivîskî ve girê bidin an jî pişta xwe bi wan vegotinan girê bidin ku bi devkî ji nifşê nû re hatine gotin. Di belgenameyên Cihûyan de derbarê jiyana wan a li Kurdistanê dibêjin piraniya wan cotkar bûn û Cihûyên ku di salên 50`an de çûne Israîlê zanyariyên baş li ser çandiniyê hebûn. Ev di demekê de ye ku ev çavkaniyên behsa jiyana Cihûyên li Bokanê dikin, nîşan dide ku peywendiya ti yek ji wan malbatan bi çandiniyê re nebûye.
Cihûyên Bajarê Bokanê
Ya ku Cihû ji kengî ve re li Bokanê jiyane ne zelal e. lê em dizanin berî ku biçin Israîlê, hejmareke zêde ya şêniyên Bokanê ku wê demê bajarekî biçûk bû, Cihû bûn. Weke ku Rehman Mihemediyan nivîskarê pirtûka "Dîroka Bokanê di Sedsala Bîst`an de" dibêje li gor amar û belgeyên ku li Rêveberatiya Barê Kesî hene, 73 malbatên Cihûyan li wî bajarî hebûn. Cihû li tax û kolanên xwe yên taybet jiyane, hin kar û pîşeyên xwe yên serbixwe hebûne. "Koçeyî Kelîsa – Kolana Kelîseyê" weke ku di salên borî de jî berî ku tax û kolanên wan xerab bibin behsa wan dihate kirin û dibe ku navê wê yê rast "Kolanî Kenîse – Kolana Kenîse" be yan "Tiruq" ku piştre bû cihê dibistanê yan jî bixwe navê dibistanê bûye, li cihên herî diyar ên Cihûyan bûn. Hemam û Qesabî (Serbirînxane)yên Cihûyan ji yên Musilmanan cuda bûn.
Wan karê bazirganî, ticaret, çerçiyatî, dermanfiroşî û hin caran jî karê bijîşkiyê kirine. Peywendiyên wan bi xelkê Bokanê re baş bû, ti pirsgirêkeke neasayî di navbera wan de nebû. Hin caran hin Cihû hatine ser ola Îslamê û bi dîlan û merasîmên taybet pêşwazî li wan hatiye kirin û ragihandine ku ew bûne mûsilman. Herwaha xortên bajar keçên Cihûyan revandine û ew jî bûne musilman û bi hev re zewicî ne.
Navê Cihûyên Bokanê
Ya balkêş eve ku Cihûyan ji bilî navên xwe yên Îbrî û olî, navên Kurdî û Erebî jî hebûn. Hin ji wan navan di navbera Îbrî û Erebî de hevbeş in, yan jî gelek nêzî hev in. Dibe ku hin ji wan navan bi esla xwe Îbrî bin lê bi devoka Kurdî bêne gotin û wesa hest bikin ku Kurdî ne, lê hin nav bi temamî Kurdî ne.
Bala xwe bidin wan navan, Mûsa, Axabira, Estî, Melek, Xunçe, Rafayel, Danyar, Îshaq, Amîne, Silêman, Xanim Naz, Îbrahîm, Reyhane, Gurîs, Henar, Rehîm, Yare, Zekeriya.
Mijareke din ku şîrovekirina wê ne gelek hêsane û ti caran zanyariyên pêwîst neyên bidestxistin eve ku; Gelo navên hatine tomarkirin û navên wan ên rastî wek hev bûn, Cihûyan tenê navek hebûbe an jî di navxwe de navek û di nav musilmanan de jî naveke din hebûn?
Herweha em dikarin pirs bikin gelo, tevî wan guhertinên siyasî û bandora desthilata navendî, an jî piştî şerê duyem ê cîhanê, ku di warê olî de, Kurd jî tevlî wî şerî bibûn, guhertineke wesa çêbûye ku bandor li ser Cihûyan û awayê nav lê kirina wan hebe? Yan em dikarin bêjin ji ber pêkvejiyana aştiyane ya li gel Kurdan, pevguhertina çandî di navbera wan de çêbûye, bo wan asayî bûye her çawa zimanê Kurdî zanîne û bikar anîne navên Kurdî jî bikar bînin?
Encam û Armanc
Bi zelalî bo nivîskar û xwendekarên Kurd diyar dibe ku lêkolîna li ser Cihûyan çiqas giring e, çiqas hatiye paşguh xistin û çiqas dikare aliyên tarî yên dîroka Kurdan zelal bike. Bi berçav girtina kêmbûna nivîsîna li ser vê mijarê bi zimanê Kurdî û di nav Kurdan de û bi berçav girtina hebûna çanda nivîsînê di nav Cihûyan de ku ji qedîm ve heye, divê kesên ku destê wan digihêje çavkaniyên resen ên Kurdî, Îbrî yan her zimaneke din, yan jî kesên şareza di nav Kurdan û biyaniyan de nas dikin, xwe bidin ber barê lêkolîn û nivîsîna li ser vê mijarê.