Cihûyên Bokanê berî ku biçin Israîlê – Beşa  1

Peyman

Kurdshop -   Beşek ji dîroka Kurdistanê ku nikare rewşa jiyanî û civakî ya pêkhateyên netewî û olî yên welatê me zelal bike, bê balkişandina ser rewşa Cihûyan netemam e. Pir giringe ku em bizanin hejmara Cihûyên Kurdistanê berî ku biçin Israîlê çend bû? Çawa û kengî hatine? Çawa li gund û bajaran belav bûne? Li kîjan devera Kurdistanê jiyane û mijûlî çi karekî bûne, reftara xelkê asayî, musilman û desthilatdaran bi wan re çawa bû? Di navxwe de çawa jiyane? têkiliyên wan yên navxweyî û bi Kurdên ne cihû re çawa bû?

Li vir em ê bi kurtî behsa Cihûyên Kurdistanê û bi taybetî yên bajarê Bokanê berî damezirandina dewleta Israîlê bikin.

Ya ku Cihû ji kengî ve li welatê Kurdan bicîh bûne dibe ku gelek zelal nebe lê tekez ji kevin de ew li deverên cuda yên Kurdistanê belav bûne, civatên xwe ava kirine û li gelek deveran erdnîgariyeke berfireh bo nîştecêbûna xwe dagîr kirine, li bajaran jî tax an kolanên cihûyan diyar bûn.

Cihûyên Kurdistanê weke Cihûyên "Mîzrahî" wate Rojhilatî tên hejmarkirin ku ji berê ve li Rojhilata Navîn bûne, dibe ku kêm an zêde  Cihûyên "Sefaridî" jî tevlî wan bibin. Cihûyên "Sefaridî" ew in ku ji Ispanya û Portugalê hatine bi taybet dawiya sedsaliya 15`an piştî têkçûna Andelosê û dagîrkirina wan ji aliyê Împratorya Kirîstiyan a Ispanya li nîvgrava "Aybîrya" wate Ispanya û Portugala niha, hatin derxistin û piraniya wan bi nava welatên Mûsilman de belav bûn.

Divê em bizanin ku Cihû li piranya welatên  Rojhilata Navîn, Bakurê Afrîka, wate welatên Musilmanan kêm – zêde hebûn, lê dibe ku qebareya civatên wan û hejmar û rewşa jiyana wan cuda be, ku ew yek cudahiya rewşa jiyana siyasî, civakî û bihevrejiyan û hevdu qebûlkirina xelkê wan welat û deveran nîşan dide. Weke tê gotin Cihûyên Kurdistanê dîroka xwe bo 2500 heta 2800 salan berî niha vedigerînin, bo dema ku şahê Aşûr, erda Israîl a wê demê dagîr kiriye û Cihû derbider kirine. Lê weke me got Cihûyên Sefaridî ku ji nîvgirava Aybîrya hatine û piştre tevlî Cihûyên Kurdistanê bûne, di demên cuda de û bi çend qonaxan hatine û tevlî civaka Kurdistanê bûne ku bi civakek tê hejmarakirin ku jiyan têde xweş e û herdem pêş dikeft û geşe dikir.

Gerîdeyê bi navê "Benjamin of Tudela" ku li bajarê Tudela yê Bakurê Rojhilatê Ispanya jiyaye, piştî demeke kurt ku ew bajar ji aliyê Kirîstiyanan ve hate dagîrkirin û desthilata Musilmanan nema, Behsa Cihûyên bajar  û navçeyên cuda yên Kurdistanê dike. Bejamin tevî desthilata Selahedîn Eyûbî û hikûmeta Eyûbiyan li Bakurê Afrîka, Şam, Mezopotamya û deverên di bin destê Selcûqiyan de geriyaye. Gernameya wî berî ya Marko Polo bû û piraniya wê behsa rewşa jiyana Cihûyan dike. Ew behsa cihûyên li Mûsil, Hewlêr, Amêdî û Cizîrê dike.

Gelek cihên din jî ku serdana wan kiriye erdnîgarya qedîm û nû ya Kurdistanê ye, ya balkêş ew e ku wergêrê ku di sala 1907an a mîladî de pirtûk ji Îbrî kiriye Îngilîzî, gelek têbînî li ser nivîsandine û gelek caran navê Kurdistanê aniye. Di demekê de ku Benjamîn bixwe qet navê Kurdistanê negotiye.

Hin caran ewqas hejmar û desthilata Cihûyan zêde bûye ku xwe bi xwedî hêz zanîne û bi serê xwe ketine tevgerê û şer û şoreş dijî desthilatdaran kirine. Di nava wan serbihoran de Benjamin behsa Cihûyên Amêdiyê dike ku di bin fermana "Dawûd El-Royî" de, dest bi şoreşê kirine û xwestiye ku Cihûyên di bin desthilata paşatiya wê demê ya Îranê de rizgar bikin. Wek dibêje bi sedan civakên Cihûyan hebûn ku ji Amêdiyê heta welatê Medya û Geylam û Teberistan belav bibûn. Behsa wê yekê dike ku li erdnîgariya di bin destê wî paşayî de gelek zilim li Cihûyan hatiye kirin û perîşan bûne. Dawûd El Royî xwestiye careke din Israîlê bigre û erda pîroz bike milkê Cihûyan. Li vir jî wergêrê pirtûka Benjamin "Amêdî, Amadiya yan El Amadiya" bi navçeyeke Kurdistanê dide zanîn ku dikeve hindavî Mûsilê.  Ev şoreş di navbera salên 1160 – 1170 yê mîladî de bû.

Zimanê Cihûyên Kurdistanê

Mijareke pir giring û balkêş, zimanê Cihûyên şêniyê Kurdistanê ye. Wan bi zimanê Aramî yê Cihûyan axiviye. Zimanê Aramî ku zimaneke nêzî Îbrî ye û ji malbata zimanên Samî ye bo demeke dirêj zimanê herî girîng yê peywendiyên dîplomasî û zanistî bû di navbera gelên Rojhilata Navîn de ye.  Dîroka bikaranîna wî zimanî vedigere çend sed salan berî mîladê. Zimanê aramî li gelek cihan hêdî hêdî cihê xwe daye zimanê Îbrî ku di peywendiyên civakî, bazar û pevguhertina bazirganiyê de hatiye bikar anîn û gihaye wê astê ku di malan de jî bûye zimanê axavtinê. Niha jî Îbrî her maye û zimanê merasîmên olî ye. Derbarê zimanê Aramî de divê em vê yekê jî bêjin ku zimanê beşek ji Kirîstiyanan jî ku li Rojhilata Navîn jiyane her devokek zimanê Aramî bû. Bi taybetî dema ku behsa ziman an jî devokên Cihû- Aramî tê kirin, di nava Cihûyên Mîrzahî an jî Cihûyên Rojhilata Navîn de hebûye, em dikarin behsa zimanê Kurdî bikin.

Cihûyên Kurdistanê bi çen awayên wî zimanî axivî ne û devokên wan cûda bûne. Cihûyên Mîrzahî yên Kurdistanê çar devokên sereke hebûn. Devoka Cihûyên Bokanê li gel ya Cihûyên Mihabadê cuda bû. Ew çar devok jî ev in "Lîşana Denî " ku li Botan, Cizîr, Duhok, Akrê û Barzan pê axivî ne. "Lîşan Dîdan" ku li Gever û Urmiyê heta Mihabadê pê axivîne. "Lîşanîd Noşan" ku li Hewlêr, Riwandiz, Qeladizê û Koyê pê axivîne. Devoka "Holawla" ku li Bokan, Seqiz heta Sine û Kamêran, Helebce, Silêmanî û Qesir Şêrîn hebû. Herwaha Cihûyên Kurdistanê bi zimanê Kurdî û bi awayên cuda li gor cihê nîştecêbûna xwe axivîne ku dibêjin herî zêde bi devoka Behdînî axivîne. Gelo Cihûyên Kurdistanê zimanê Kurdî tenê bo têkilî û pêdiviyên jiyana xwe bi Kurdan re bikar anîne an di navxwe de jî tevî zimanên din sûd ji wî zimanî jî dîtine?

Wek tê zanîn Cihûyên ku ji Kurdistanê çûne Israîlê hê jî gelek ji mûzîka Kurdî hez dikin û stranên Kurdî dibêjin.

Cihû li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bûn, lê ew herî zêde li Rojhilat û Başûr belav bibûn.

KURDŞOP
607 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!