Dawîhatina şer û encamên wê
Di dawiya meha Hezîrana 1937an de, tev xelkê Enqereyê ji vê yekê agahdarbûn ku şoreşa Dersîmê bi teslîmbûna şoreşvanan a roja 24ê Hezîrana 1937an dawî pê hatiye. Çi zanyariyek derbarê çawaniya operasyonan li berdest nîne, lê navendên siyasî yên Rojavayî li ser wê baweriyê ne ku balafir û candirmeyên Tirkan rastî ziyaneke zêde hatine. Li gor belgeyên Brîtanî, derkevtiye ku şer di sala 1937an de dawî pê nehatiye û şoreş û şer her berdewam bûye û general Alpdogan di wê salê de nekariye dawiyê bi şer bîne û sala piştê wê bi serkut kirinê dawî bi şer aniye.
Serkutkariya Tirkan a wê salê gelek tund bûye û hêzên Tirkan gundên wan deveran û hasila xelkê dişewitînin û di dola Îksora Dersîmê de hezaran jin û zarok ku bi sedema dûkelê penah biribûn ber bi şikeftan ve, li wir jî hêzên Tirkan ber deriyê şikeftan agir hilkirin û bi sedema dûkelê, ew der dibe goristana jin û zarokên Kurdan. Kurek Seyîd Riza jî di wî şerî de bi sedema bombebaranê canê xwe ji dest dide.
Binçavkirina Seyîd Riza
Li gor hin çavkaniyan, Waliyê Erzinganê di destpêka Îlona 1937an de radigehîne ku dewletê biryar daye daxwazkariyên Kurdan cîhbicîh bike û agirbestê radigihîne. Seyîd Riza jî baweriyê bi wan sozên derew ên Tirkan tîne û bi merema civînkirinê li gel parêzgar, diçe Erzinganê û li wir jî, roja 5ê Îlona 1937an tê girtin.
Dîsan Tirkiyê ew serhildan girêda bi dewletên bîhanî û şervan û birêveberên serhildanê bi wê tometê tawanbar kir; Seyîd Riza piştî 4 rojan dadgehîkirinê roja 14ê Mijdara 1937an li gel 10 kesên din ji serkirdeyên Kurd bi cezayê darvekirinê têne sizadan û roja 15ê Mijdara 1937an de bi awayekî nemirovane têne darvekirin.
Lê piştî wê ku bêne darvekirin, Seyîd Riza derfetê peyda dike û çend gotinên binirx dibêje û ev jî wiha ne:
“Temenê min giha bi 75 saliyê, ezê herim nav refên şehîdên din ên Kurdistanê. Dersîm rastî şikestê hat, lê Kurd û Kurdistan dimîne, ciwanên Kurdistanê dê toleya me hildin û nefret li xayînên sitemkar”.
Herwisa wî di berdewamiyê de gotiye: “Min ji fêlbazî û hîleyên we fêm nekir û ev ji min re bû derd. Lê min jî li hember we çok neda erdê, bila ev jî ji bo we bibe derd”.
Cardin bêdengiyê tev Kurdistan li xwe girt. Şervan û xebatkarên Kurd di heyama wan 20 salên avabûna dewleta Tirkiyê de gelek fedakarî û qehremanetî afirandin û ji sala 1920an heta 1937an heger em revîna Îhsan Nûrî Paşa jê derxin, heta bo carekê jî wan serê xwe bo dujminan netewand û tev serkirdeyên Kurd yên wê demê yan bi îdamkirinê yan jî di qada şer de canê xwe gorî axa welatê xwe kirin.
Xebatkarên Kurdên Bakurê Kurdistanê ku bilî wê ku pişta xwe bi çi welat û bi çi kesekê re girê nedabûn, di tev serhildanan de qehremantiyên mezin afirandin. Îro jî ew rêberên Kurd bûne mînakek bo me û em jî rêvîngên rêya wan in û heta navê wan hebe, emê dê li ser rêbaza wan berdewam bin û heta gihîştin bi armancên wan ku rizgarkirina Kurdistana mezin e, em jî wê rêyê bernadin.