Kurdshop - Êrîşa sereke ya artêşa Tirkiyê bo ser şervanên Kurdan hate destpêkirin û bi balafiran jî piştevaniya hêza bejayî dihate kirin û heta bo yekem car artêşa Tirkiyê zirxpoşên şer bi kar anîn.
Seyîd Riza tevî şerkirin li dijî dagîrkeran pêwendiyê jî bi General Alpdogan ve digire û di nameyekê de jê re dibêje ku hekî rêz ji mafê netewayetiya Kurd bigire û bikujên kurê wî bidine dadgehê, ew amade ye ku tev efser û serbazên ku dîl hatine girtin û çek û teqemeniyên ku dest bi ser de hatine girtin, bide dewleta Tirkiyê. Lê General Alpdogan daxwaza teslîmkirina 80 hezar tifengan dike, êdî ew tişte ser nagire û şer dîsan destpê dike.
Seyîd Riza bilî wê daxwaz dike ku tev Kurd yek bigrin û li dijî dagîrkariyê rawestin, li welatê Fransa jî daxwaza hevkariyê dike. Di arşîva Fransayê de nameyek Seyîd Riza tê dîtin ku wê demê bi hûrî daxwaza alîkariyê ji desthilatdarên wî welatî dike, lê ew welat ti alîkariyekê nade û bê deng dibe.
Nameya Seyîd Riza wiha ye:
“30ê Tîrmeha 1937an
Ji Wezareta Derve ya Fransayê re
Wezîrê birêz
Çendîn sal e ku dewleta Tirkan hewl dide netewa Kurd bihelîne û herwisa gelê Kurd serkut bike; çapemenî, belavok û zimanê Kurdî qedexe kiriye û her kesek bi zimanê dayîkî yê xwe biaxive digire û azar û îşkence dide û ji rêya koça bi zorê û plandar ve xelkê deverên bi bereket yên Kurdistanê bo deverên hişk û bê av ên Anadolê veduguhezîne û her li wir jî koçber deste bi deste ji nav diçin û dimrin û di wê dawiyê de dewleta Tirkiyê dixwaze bê devera Dersîmê, ku li siya bereketa rêkeftinekê li gel dewletê heta niha ji wê azar û îşkenceyê dûr bûye.
Îcar xelkê biryar dane da ku li hember wê kiryara Tirkiyê bisekînin û li rêyên dûr û dirêj û di haletê koçberiyê de neyêne kuştin û bi merema berevanîkirin ji xwe çek bi dest girtine; her wekî çawa di sala 1930an de li Agirî û dolên Zîlan û Bayezîdê jî wisa kirin. Eva sê mehe bi giştî şerekî giran di devera min de qiyametê diafirîne.
Tevî ku ew şere bi awayê yeksanî û bêramberî nayê kirin, dewletê penah biriye ber bi balafirên bombavêj û bombeyên şewatê û gazên festisînî. Her lewma jî min û welatiyên min, hewlên hêzên Tirkiyê têk dane. Balafirên Tirk nikarine me û di hember tolhildana me de gundan bombebaran dikin û dişewitînin û jin û zarokên biçûk û bê desthilat dikujin. Hikûmeta Tirkiyê toleya şikestên xwe bi wî awayî ji hemû gelê Kurdistanê hildide. Girtîgeh tejî bûne ji xelkên bêtawan yên Kurd. Xwendekaran bi reşaşan dikujin yan jî îdam dikin, yan jî bo deverên dûr yên Tirkiyê vediguhezînin. Ew sê milyon Kurdên ku di nîştimana xwe de rûniştî ne hêvîxwaza ti tiştekê nînin, bilî jiyana bi xweşî û şadî, aştî, azadî û parastina dab û nerît, ziman, rewşenbîrî û şaristaniyeta xwe ne û em rû ji cinabê te dikin û daxwazê ji cinabê te dikin ku bi dawî anîna vê bêdadiyê desthilata exlaqî û bilindî ya welatê xwe bo parastina netewa Kurd bi kar bîne.
Fermandeyê Giştî yê Dersîmê
Seyîd Riza”
Ev yeka vedigere li ser vê ku welatên bîhanî ti caran hewla hevkariya Kurdan nedane û heta li ber çavê xwe jî dîtine ku dewletên dagîrker çawa Kurdan qir dikin û ji nav dibin, lê heta bo yek carî jî nehatine bersivdan û bêdengî parastine.
Elî Şêr û kuştina wî
Elî Şêr kesekî qehreman û zana bû û wî xerîteya şer dadirêja û ew jî wekî Seyîd Riza ji eşîreta Hesenan bû. Li sala 1937an Elî Şêr bandoreke baş li ser şerê dijî dagîrkeriyê hebû û wî bi nivîsîna helbestên şoreşvanî û darêjtina xerîteya şer ruheke nû dida şervanên Kurd. Li meha 6ê 1937an, Seyîd Riza daxwazê ji Elî Şêr dike ku bi mebesta rêgirtin ji xwînriştina zêdetir, here bo Îran yan jî Iraqê, heta karekî wisa bike ku Fransa yan Brîtanya bi hawara wan ve bên û nehêlin xwîneke zêde birije.
Lê şeva ku Elî Şêr dixwaze bi rê bikeve bi pîlana general Alpdogan di şikefta “Egdat” de bi destê hin ji xwefiroşan tê kuştin; mirina Elî Şêr ziyaneke mezin û dil êş li şoreşa Kurdan xist.
Dê berdewam bike…