Di ser komkujiya Kurdên Êzidî de 9 sal derbas bûn

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de girûpa têrorîst a DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir, û Kurdên Êzidî komkuj kirin û bi hezaran kes jî revandin. Heya naha yanî 3ê Tebaxa 2023ê ve 2 Hezar û 713 kurdên êzîdî winda ne, ji wan Hezar û 270 jin û Hezar û 443 mêr in.

Roj Qadirî

Kurdên Êzidî

Di dirêjahiya dîrokê de Êzidî li Kurdistanê di navbera sînorên bakur, rojava û başûr de dijîn. Di pirtûka Şerefnamê ya Şeref Xanê Bedlîsî (sala1599an) de tê gotin ku Êzidî li herêmên Mûsil, Duhok, Amed, Heleb û Botanê dijîn.

Êzidî bi zimanê Kurdî û bi devoka kirmancî diaxivin, yên li derdora Mûsil, Sûriye û Beşîqen bi Erebî diaxivin.

Hemû erkên wan ên olî bi kurdî ne, lê pirtûkên wan ên olî bi siryanî ne.Binkeya Olî li perestgeha Lalş a li nêzîkî Mûsilê ye û eşîrên wê yên herî diyar Hebabat, Mesqura, Emre, Ebîdî, Heraqî, Şehwan, Heyalî û Cehş in.

Ji bilî Kurdistan, Iraq û Sûriyê, Êzîdî li Ermenîstan û Gurcistanê jî hene.

Di dirêjahiya dîrokê de 72 caran Êzidî rastî kuştin û êrîş û jenosîdê hatine, ev jî bûye sedema belavbûna Êzîdiyan li welatên din û gelek ji wan li herêmên cuda, her vê sedemê jî wisa wan kiriye ku bibin bi xelkekî girtî, di nav xwe de yekgirtî û her tim bi hev re bin.

Di êrîşa dawî ya li ser Êzîdiyan, di sala 2014an de, ji aliyê girûpa têrorîst a DAIŞ`ê ve, bi sedan kes ji wan hatin kuştin, bi hezaran kes ji wan ji Şengalê koçber bûn û gelek keçên wan jî li bazarên Mûsil û Sûriyê wek kelûpel hatin firotin.

Jînosayda Êzîdiyan ji aliyê DAÎŞê ve

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de girûpa têrorîst a DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir, Kurdên Êzidî komkujkirin û bi hezaran kes ji wan revandin. Heya naha yanî ji 3ê Tebaxa 2023ê ve 2 Hezar û 713 kurdên Êzidî winda ne, ji wan Hezar û 270 jin û Hezar û 443 mêr in.

Di dema êrîşa hovane ya DAIŞ’ê de cihê ku Êzidiyan xwe spartibûnê, yekane Çiyayê Şengalê bû; Yên ku ji ber şer reviyan xwe spartin Çiyayê Şengalê; Paşê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn û piştre piraniya wan di deriyê Sêmalka-Pêşabûrê re vegeriyan û ji bajarên Herêma Kurdistanê koçber bûn û beşek ji wan jî çûn derveyî welat.

Heta naha 3 Hezar û 570 kesên ku hatibûn revandin hatine rizgarkirin, ji wan 339 mêr, û yên din jî 1214 jin û zarok in.

Piştî girtina Şengalê ji aliyê DAIŞê ve, girûpa tawankar a terorîst dest bi kuştin û binaxkirina hejmareke zêde ji welatiyên sivîl yên vê navçeyê kir û li gor hemû pîvanên navdewletî, ev tawana dijî mirovatiyê dikeve çarçoveya tawana jenosîdê.

Êrîşên hovane yên DAIŞê li ser kurdên Êzidî heta astekê bala civaka navdewletî kişand û bû sedema destwerdana Amerîkayê di Iraqê de, ku bi êrîşên esmanî yên Amerîkayê li dijî DAIŞê dest pê kir. Her weha Amerîka, Brîtanya û Awustralya balafirên alîkariyê ji bo Êzidiyên ku reviyanbûn Çiyayê Şengalê şandin.

Di 15ê Tebaxa 2018an de yekemîn konferansa navdewletî ya derbarê jenosîda Kurdên Êzidî li Hewlêrê hat lidarxistin. Û Rêveberê Giştî yê Karûbarên Êzidiyan û Berpirsê dosyeya Rizgarkirina Revandina Êzidiyan Xeyrî Bozanî ragihand ku heta naha zêdetirî 6 Hezar Kurdên Êzidî ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin û zêdetirî 100 Hezar Kurdên Êzidî jî koçber bûne.

Navbirî behsa vê yekê jî kiribû ku: Ya ku îro me wir digihîne hev ew e ku em behsa komkujiyekê din li dijî pêkhateyek aştiyane û jiyanxwaz ku ji aliyê hovên vê serdemê ve, yanî terorîstên DAÎŞê ve hatiye encam dan, û  heta naha zêdetirî 2500 xelkê sivîl kuştine, ji bilî van qurbaniyên ku naha di nav 62 goran bi kom de ne.

Zêdetirî 6 Hezar û 400 keç, jin û zarok hatine revandin û 68 cihên olî yên Êzdiyan hatine teqandin. Nêzîkî 2 Hezar û 800 zarok bê dê û bav mane û zêdetirî 360 Hezar kes jî li kampan koçber bûne û jiyaneke dijwar derbas dikin.”

Ji aliyê Parlamentoya Herêma Kurdistanê ve roja 3’ê Tebaxê weke roja jenoyada Kurdên Êzidî hate ragihandin

Di rûniştina 3ê Tebaxa 2019ê ya Parlamentoya Kurdistanê de, ku ji bo dengdana li ser proje yasaya naskirina roja komkujiya kurdên Êzidî, bi 87 dengan hat pejrandin.

Di vê demê de Serokê Parlementoyê di berdewamiya axaftina xwe de weha got: “Tevî ku ev roj rojeke xemgîn e jî, lê ez pîrozbahiyê li Êzidiyan dikim bo derixistina vê piroje biryarê.

NY: DAIŞê li dijî Êzidiyan jenosîd encam da

Roja Pêncşemê 16.6.2016an li baregeha Netewên Yekgirtî li Cinêvê, komîteya lêkolînê ya Komîsyona Mafên Mirovan a Netewên Yekgirtî ragihand: “Sûcên DAIŞê li dijî kurdên Êzidî jenosîd e.

"DAIŞ jenosîd li dijî Êzidiyan li Iraq û Sûriyê pêk aniye û dixwaze vê ola etnîkî ya ku ji 400,000 kesan pêk tê bi rêya kuştin, koletiya seksî û tawanên din tune bike," vekolerên NY di raportekê de got.

Lekoleran rapora xwe li ser bingeha hevpeyivînên bi dehan kesên rizgarbûyî re encam dane.

Lêkolînera komîteyê Carla Del Ponte got: "DAIŞ niyeta xwe ya tunekirina Êzidiyên Şengalê venaşêre û dixwaze Êzidiyan li Şengalê jinav bibe, ev yek ji wan sedeman e ku em gihîştine wê encamê ku tiştê ku DAIŞê kiriye jenosîd e."

Her weha di raporê de hatibû: DAIŞ 3 sûcên li dijî mirovahiyê, şer û jenosîd li dijî jin, zarok û mêran pêk anîne û ji roja dagirkirina Şengalê ve heta naha tawan berdewam dikin.

DAIŞ ji kuştin û koletiyê bigire heta destdirêjiya seksî û firotina jin û keçan bi tundî hewl dide ku Êzidiyan tune bike. Van kiryaran bandorek mezin a fîzîkî û derûnî li ser vê girûpa etnîkî û olî hiştine.”

Hikûmeta Birîtaniyayê komkujiya Êzidiyan bi fermî weke “jenosîd” nas kir.

Roja Sêşemî 1ê Tebaxê, hikûmeta Brîtanyayê bi daxuyaniyekê hevdem ligel nêzîkbûna nehemîn salvegera komkujiya Êzidiyan, bi fermî komkujiya Êzidiyan ji aliyê DAIŞê ve weke jenosîd nas kir.

Hikûmeta Brîtanya di daxuyaniyekê de ku li ser malpera fermî ya xwe belav kiriye, bi fermî pejrandiye ku di sala 2014an de DAIŞê jenosîd li dijî Êzidiyan pêk aniye.

Berê û di sala 2016an de parlamenterên Brîtanyayê deng dabûn ku Êzidiyan weke jenosîd nas bikin, lê Wezareta Derve rênivînî dan bi wezîran ku bi hinceta ku biryarên bi vî rengî ne di milê hikûmetê de ne, xwe ji biryarên bi vî rengî dûr bixin.

Wezîrê Derve yê Brîtanya bo Karûbarên Rojhilata Navîn Lord Ehmed got: "Berî 9 salan xelkê Êzidî gelek êş û azarên mezin ji destê DAIŞê kişandin û bandorên wê îro jî têne hîskirin. Dadmendî û berpirsiyarî ji bo wan kesên ku jiyana wan hatiye wêrankirin girîng e."

Di vê derbarê de Serok Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand: “Ez spasiya biryara hikûmeta Brîtanyayê dikim ku bi fermî jenosîda Êzidiyan ji aliyê terorîstên DAIŞê ve nas kiriye. Di demekê de li 9emîn salroja jenosîda Kurdên Êzidî nêzîk dibin ku li sala 2014an rû da, û bi rêz qurbaniyên Êzidî û hemû even ku dikevin destê girûpên terorîstî de û azar dîtine bi bîr tînin.

Dawî

Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şengal weke herêmeke cudakirî ji Kurdistanê dihesibîne û di wê baweriyê de ye ku ji bo nexşeya siyasî û jeopolîtîk a Herêma Kurdistanê herêmeke stratejîk e û vê bixe ser Herêma Kurdistanê. Lê di heqîqetê de mevdayek zêde di navbera vê xwast û kiryarê de heye. Ji ber ku ji sala 2014ê ve Herêma Kurdistanê gelek hevrikên xwe hebûne, eger berê tenê hikûmeta Iraqê bû, naha Îranê û heta Tirkiyê jî lê zêde bûne. Lê belê asayîbûna rewşa Şengalê û Kurdên Êzidî pir zehmet e ku mirov pêşbînî bike.

KURDŞOP
537 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!