Mehabad û dokumentek derbarê kuştinên komî de

Kurdshop -   Di sedsaliya 20`an de li çi navçeyekê bi qasî Rojhilata Navîn şer û pirsgirêk nebûne. Çi neteweyekê jî bi qasî Kurdan zirar ji wê nedîtiye. Hin gel û neteweyên din jî hebûn ku ji aliyê neteweyên serdest hatine tepeserkirin û bi komî hatine qetilkirin, lê gelek sedem û rêyên navxweyî û derve ve kar kirine ku mijara komkujiya xwe bikin rojev û mijara rojêva cîhanê û siyasetvanên wê demê yên cîhana modern piştevaniya wan kirine. Herweha li Ewrupa û Amerîka jî piştgiriya wan hat kirin û arîşeya wan ji arîşeyeke biçûk bû arîşeyeke cîhanî. Her ew yek bû sedem ku bêne parastin û bibin xwedî statû û dewleta serbixwe. Eger em bixwazin behsa yek ji wan bikin, em dikarin komkujiya Ermeniyan weke mînak behs bikin ku di sala 1916`an de bi serê wan de hat, çiqasî ku ew bo Ermeniyan nexweş û bi êş bû, lê dengvedaneke mezin li cîhanê hebû. Her ew jî bû sedem ku bi fermî di peymana Sevrê de navê wan bê û bendek di vê peymannameyê de bo Ermeniyan hat danîn û welatekî serbixwe bo wan hat diyarkirin.

Lê her di vê serdemê de wate sala 1916`an li gor wan belgenameyên ku nivîskarên Amerîkî li bajarekî wek Sablax wate Mehabad a niha, belav kirine, xuya dike ku zilhêzên cîhanê, li Mehabadê yek ji tawanên herî mezin ên dîrokê kirine, tenê di çend mehan de bêhtir ji 10 hezar kes ji xelkê Mehabadê qetilîam kirine. Eger em weke hejmar jî temaşe bikin, li gorî şêniyên wê demê yên Rojhilatê Kurdistanê, hejmareke gelek mezin e û bo niha jî kuştina 10 hezar kesan ewqas mezin e ku wîjdana mirov qebûl nake û diveciniqe.

Ne wê serdemê û ne niha, li çi pirtûkekî dîroka siyasî ya Îran û cîhanê de behsa wê bûyer û karesata dîrokî nehatiye kirin. Her wê demê kevirek li ser danîn û bêdeng kirine, li gorî belgenameyan, dema ku Îran dozê li dijî wan welatên zilhêz tomar dike ku Rojavayê Îranê di bin destê wan de bû, bi çi awayekê amaje bi komkujiya li Mehabadê nekiriye. Di rapora nûnerên Îranê de bo konferansa Versayê amaje bi her tiştî hatiye kirin û tenê behsa komkujiya Mehabadê nake. Ew vê yekê îsbat dike ku çiqasî Kurd ji aliyê hêzên serdest ên li navçeyê ve hatine tepeserkirin û qetilkirin, bi heman awayî hikûmetên navendî jî  gelek givaş li wan kirine. Dema zehmet de hikûmetê pişta xwe daye wan û alîkariya wan nekiriye, dema ku ew karesat bi ser wan de hatiye, hikûmetê yek carî jî daxwaza qerebûkirina wan nekiriye ku 10 hezar kes tenê li yek bajarî hatin qetilkirin.

Derbarê vê mijarê de Hesen Qazî di gotarekê de bi navê "Heft dokumentên ku te diveciniqîne", belgeyên derbarê wan qetilkirinan ku di nivîsên biyaniyan de peyda kirine wergerandine. Dibe ku tenê di nameyên wan nivîskaran de wek nûçe hatiye weşandin û piştre qala wê nehatiye kirin. Bo zelalkirina wan qetilkirinan ez dê hin zanyariyan eşkere dikim ku ji gotara "Gorîn" hatine wergitin.

Wê demê belavokek bi navê "Kurdistan Mîşnêrî" ji aliyê wan misyoneran hatiye weşandin. Di vê belavokê de behsa karê wan misyoneran li Kurdistanê hatiye kirin. Di hejmara 12ê ya Kurdistan Mîşnêrî de ku di Îlona 1916`an de hatiye weşandin yek ji wan kesan bi navê "Yay Gudhart" behsa wê yekê dike ku wê bi çavê xwe dîtibû. Weke Hesen Qazî dibêje hin kesan gotiye ku ev bûyer sala 1917`an çêbûye û piştre ew li gorî wê belgeyê, wan gotinan ret dike ku "Yay Gudhart" sala 1917`an li Amerîka bûye û ev mijar sala 1916`an hatiye nivîsîn û şêwiriya wî jî bi awayekê ye ku xuyaye nivîskar bi çavê xwe ev bûyer dîtibin. Ji ber wê Yay Gudhart nivîsiye:

Hejmara kesên hatine kuştin bi deh hezar kesan tê texmînkirin. Hejmarek ji wan jin û keçên ku nekuştibûn bi xwe re birine. Di nav Sablaxê de 7670 kes bûn, ku piraniya wan mêr bûn. "Qeşe Fasom" di malekê de 150 cenaze derxistine.

Divê em bêjin ku Qeşe Fasom û Xanim Yay Gudhart, li Sablaxê bûn û ev bûyer bi çavê xwe dîtine û ev nivîs jî vê yekê nîşan dide ku Qeşe Fasom ku alîkarê Gudhart bû, bixwe 150 cenaze di nava maleke Sablaxê de derxistine.

Ev nivîsa kurt vê rastiya tehil nîşan dide ku di arîşeya navbera Rûsya û Osmaniyan de ku sala 1916`an li Mehabadê çêbû, Osmanî ji Mehabadê derdikevin û Rûs dest bi ser bajar de digrin, tevî ku 10 hezar kes ji xelkê Mehabadê hatine kuştin, mal û pereyê wan jî hatiye talankirin, Rûs dest davêjin jin û keçên bajar û hin kesan jî bi xwe re dibin.

Ev kar li gor hemû pîvan û yasayên cîhana modern ku ev tawan jî her di serdema modern de çêbûne, tawanên dijî mirovahiyê û komkujiyeke navdewletî ye.

Pêwîst bû wê demê nuxbe û zanayên Kurd li dijî wê tawanê binivîsin û bertek nîşan bidin û bikin belgeyek bo nîşandana  bindestî û zewtkirina mafê Gelê Kurd. Lê ne Kurdan bixwe ew kar kir û ne siyasetvanên Îranê qala wê kirin.

KURDŞOP
664 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!