Serpêhatiya Biroyê Heskê û Komara Agiriyê – Beşa 3

Kurdshop - Di wê beşê de zanyarî gelek kêm derbarê  serhildan û qehrimaniya Biroyê Heskê li wê aliyê din yê sînorê Rojhilatê Kurdistanê hatine belavkirin, lê “Mihemedsalih Qadirî” di hewl û xwe mandîbûnekê de pirtûkek li jêr navê “Emerxanê Şikak” nivîsî û perde li ser gelek mijarên veşartî yên wan serhildanan rakir û yek ji wan serhildana Biroyê Heskê li milê sînorê Rojhilatê Kurdistanê û Agiriya Piçûk bû. Min jî hewl daye zêdetir ji wê pirtûkê sûd wergirim.

Dema ku serhildana Agiriyê ji aliyê Kemalîstan ve tê jinavbirin û şervanên Agiriyê bi şerekî mezin hewl didin rêyekê vebikin û ber bi milê din ê Rojhilatê Kurdistanê ve herin, ew li devera Makûyê rastî hêzên Riza Şah tên û wir hêzên Riza Şah daxwaz ji şervanên Agiriyê dikin ku xwe radestî wan bikin û dev ji serhildanê berdin. Biroyê Heskê û Ferzinde Beg û Ebdulqadir li gel sedan şervanên Agiriyê û malbatên wan, ku xwe li herêma Makûyê bicih kiribûn, xwe radestê hêzên Îraniyan nakin û bi piştevaniya eşîrên Celalî û Heyderanî li aliyê Rojhilat li ser berxwedana xwe berdewam dibin.

Midehek bi ser wê yekê re derbas dibe û hêzên Îranê êrîşî ser şervanên Biroyê Heskê dikin û rastî şerek mezin tên ku ew şere bi qazancê şervanên Agiriyê bi dawî tê; Êdî piştî wî şerî, heta nêzî du salan car û bar şer di navbera şervanên Agiriyê û hêzên Îraniyan de çê dibin.

Rejîma Riza Şah dema ku dît nikare hêzên Kurdan bişkîne û li hember wan bisekîne, li sala 1931an daxwazê ji Emerxan dike, ku bi hawara hêzên wan ve here.

Derheq qebûlkirina wê daxwaza rejîma Riza Şah ji aliyê Emerxan ve, “Mihemedsalih Qadirî” di pirtûka xwe ya bi navê “Emerxanê Şikak” de wiha nivîsiye: “Li hember vê daxwaza Îranê serbarê vê ku Emerxan naxwaze here şerê li dijî şoreşgerên Agirî, lê ji aliyekî din ve ji ber raboriya Şikakan, ku di şoreşa Simko de li dijî dewletê şer kiribûn, dizane dewleta Îranê wisa bi hêsanî dev ji wan bernade. Piştî zexta dewleta Îranê, Emerxan bi mercekê razî dibe ku wê daxwaza wan, bo çûna eniya şerê li Agirî bi cî bîne, ku ew cihê hêzên Şikakan lê bin, nabe leşkerê dewleta Îranê li wir bimînin. Dewleta Îranê wê mercê Emerxan qebûl dike û ew jî tevî hêzeke xwe ya bijarde, li derdora Agirî bi cîh dibin. Dema ku Emerxan û hêzên Şikak bi zora dewleta Îranê li Agirî bi cih dibin, piştî heyameke kurt li wir bi dizî ve ji bo hevdîtina bi Biroyê Heskê Têlî re, şandekê dişîne cem wî. Biroyê Heskê jî wê pêşniyara Emerxan qebûl dike û li cihê diyarîkirî hev dibînin. Di wê hevdîtinê de Emerxan ji Biroyê Heskê Têlî re dibêje; “Te hay ji gotina dewleta Îranê heye, ku dibêje, ger Biroyê Heskê digel şervanên xwe dev ji şoreşê berdin û çekên xwe radestî wan bikin, ewê jî ewlehiyê bidine wan û jiyana wan jî wê biparêzin!?”.

Piştî vê axaftina Emerxan, Biroyê Heskê gelekî dilteng dibe û jêre dibêje; “Emerxan! yanî ez xwe radestî Îranê bikim û çeka xwe bidim dijminê xwe!? Bila dewleta Îranê baş bizane, tenê gava ez hatim kuştin, wê demê ewê bikarin çeka Biroyê Heskê Têlî li ser termê wî rakin”. Dema ku Emerxan wan gotinên mêrxasane û helwesta şoreşgerî ya Biroyê Heskê dibihîse, ew jî dibêje; Birahîm Axa tu xatircem be, em jî her Kurd in û em bi dilê xwe nehatine vir û dilê me jî bi we re ye.”

Li gor çavkaniyên dîrokî, wê demê Emerxan sozek daye Biroyê Heskê ku ev jî, rêya wan gundên li derdora Agirî bo şervanên Biro vekirî bihêle, da ku bikarin ji aliyê Îranê ve, xwarin û hewcehiyên xwe bigihînin eniya şerê li Agirî.

Hatiye zanîn ku dema ku Emerxan wê deverê bûye, heta şeş mehan ti şerek di navbera şervanên Agiriyê û hêzên ser bi rejîmê de neqewimiye.

Êdî rejîma Riza Şah li wê yekê aciz dibe ku Emerxan şeş mehan li wir bûye ti şerek neqewimiye û nekariye wan teslîm bike, her lewma jî biryarê dide ku Emrexan hêzên xwe li wan herêman vekişîne.

Karbidestên leşkerî yên Îranê piştî paşvekêşana hêzên Emerxan ji Agirî, bi mebesta teslîmkirina şervanên Kurd bi hêzeke din ve ber bi wan herêman ve diçin.

Di pirtûka “Emerxanê Şikak” a nivîsa Mihemedsalih Qadirî de wiha hatiye nivîsîn: “Riza Şah daxwaz ji Sertîpê Mihemed Emînê pisaxa û Hesenê Hinare dike ku tevlî hêzên wan bin û ew herduk jî wê daxwazê qebûl dikin û bi hêzeke kêm ya Şikakan ve diçin herêma Agirî; Ew herdu kes bo vê ku bala rejîma dagîrker zêde bo aliyê xwe rakêşin, piraniya rêyên çûn û hatina şoreşgerên Agirî û gundên derdora Agirî dorpêç dikin.”

Biroyê Heskê ji vê kiryara kirêt ya Sertîp û Hesenê Hinare tê agahdarkirin, her dem û dest ji wan daxwaz dike ku li hember şervanên Agiriyê şer nekin. Lê ew vê yekê qebûl nakin û li ser êrîşa ser hêzên Agiriyê rijd in.

Midehek pê diçe, Biroyê Heskê cardin daxwaza hevdîtinê ji Sertîpê Mihemed Emînê pisaxa û Hesenê Hinare dike û ew jî wê yekê qebûl dikin; lê ew di hizra planekê de ne ku çawa Biroyê Heskê şehîd bikin.

Derheq wê hevdîtinê di pirtûka “Emerxanê Şikak” de wiha hatiye nivîsîn: “Piştî çend rojan car din bo Biroyê Heskê digel hin şervanên xwe diçine dîtina Sertîp û Hesenê Hinare. Lê di rê de li geliyê Derbend ku nêzî çiyayê Qocedaxê ye, dikeve kemîna hêzên Hesenê Hinare û ew şervanên Agiriyê û Biroyê Heskê didine ber gulleyan û Biroyê Heskê birîndar dibe û piştî şerekî kurt Biroyê Heskê Têlî tevî hejmarek ji şoreşgerên Agirî têne şehîdkirin û piştî belavbûna xebera kuştina Biroyê Heskê Têlî bêhêvitiyeke mezin di nav şervanên Ararat û Celaliyan de çê dibe”.

Ew serhildan jî wiha bi xiyaneta Kurdên xwefiroş hate temirandin û nav û bîranîna Biroyê Heskê jî wek qehremanê rizgariya Kurdistanê ketiye nav dîroka Kurd û Kurdistanê de.

Çavkanî:

Pirtûka “Emerxanê Şikak” ji nivîsa “Mihemedsalih Qadirî”

Romana “Serhildana Agiriyê” ji nivîsa “Yilmaz Çamlibel”

KURDŞOP
704 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!