Serpêhatiya Biroyê Heskê û Komara Agiriyê – Beşa 1

Keyhan Mihemedînijad

Kurdshop  - Biroyê Heskê yek ji wan rêber û serhildêrê Kurd e ku çendîn sala li dijî dagîrkerên Kurdistanê şer kir û yek ji damezrînerê Komara Araratê ye.

Biroyê Heskê Têlî ji eşîra Celaliyan serokê êla Hesêsoriyan û nîşteciyê herêma Agiriyê bû.

Biroyê Heskê di dema ciwantiya xwe de kesek jêhatî bû.

Piştî têkçûna dewleta Osmanî û avabûna hikûmeta nû ya Tirkiyê û piştî jinavbirina serhildana Şêx Seîd Pîran li Bakurê Kurdistanê, hikûmeta Tirkiyê dest avêt bi veguhastin û surgûna bi zorê ya Kurdan bo herêmên dûr ên Tirkiyê; Biroyê Heskê Têlî yek ji rêveberên eşîreta Celalî û rûniştvanê herêma Agirî bû.

Serhildana Biroyê Heskê wiha hate despêkirin:

Dewleta Tirkiyê ya dema Kemalîstan piştî ji navbirina serhildana Şêx Seîd, dest bi veguhastina Kurdan ji war û nîştimana wan bo hermên dûr dest kir. Yek ji wan herêmên ku xelkê wê ji aliyê Kemalîstan ve rastî dûrxistinê hatin, herêma Agiriyê bû. Hêzên ertêşa Tirkiyê êrîşê ser kesên bibandor dikir ku wan ji herêmên wan dûr bixe, ku nikaribin serhildanek din destpê bikin. Yek ji wan kesan Biroyê Heskê bû û ew tê agahdarkirin ku hêzên Tirkan biryar dane navborî bi darê zorê ji wargehê wî dûr bixin. Di 16ê Gulana 1925an de serbazên Tirk ji bo girtin û dûrxistina Biroyê Heskê êrîşî ser mala wî kirin, lê di wê demê de Biroyê Heskê li mal nebû.

Hatiye zanîn di wê demê de Biroyê Heskê ji kesûkarên xwe re gotiye, ew dagîrkerane dev ji me bernadin û tenê tifing û hespê min ji bo min bînin bes e. Çavkanî dibêjin, di wê demê de deng hin tifingan hatiye bihîstin.

Piştî ku Biro tevî 30 kes ji xizmên xwe berê xwe dide çiyayê Agirî, di navbera wan û hêzên ertêşa Tirkiyê de çend carekê şer û pevçûn çêdibe. Di wan şeran de leşkerên Tirkiyê gelek ber xwe nadin û neçar bi paşekişiyê dibin; şervanên Biroyê Heskê di vî şerî de dest bi ser gelek çek û cebilxaneyên wan de digirin. Li gor wan zaniyariyên ku di pirtûka “Emerxanê Şikak” a nivîsîna “Mihemed Salih Qadirî” de hatiye: “Piştî wan pevçûnan hevdîtinek di navbera fermandarên Tirk û Biro de li gundê “Cebê Kumet”ê pêk tê û fermandarên Tirkiyê daxwaza teslîmbûnê ji Biro dikin, lê  Biro daxwaza teslîmbûna wan qebûl nake”.

Piştî vê ku Biroyê Heskê li hemberî dagîrkeriya Tirkan berxwedaniya xwe destpê dike, hin pê neça ku “Ferzende Begê Hesenî” yê kurê Silêmanê Ehmed li gel Xalis Beg, Ebdulqadir, Kazim Beg, Tacdîn Beg, Eyûb Axa û gelek navdar û mêrxasên wê demê, tevlî hêza Biro dibin.

Li gor zaniyariyên pirtûka bi navê “Emerxanê Şikak”, di nav wan de şervanên eşîrên Keskoyî, Sakan û Şemsikan jî hebûn. Ew li gel malbatên xwe hatibûne Agirî û êdî bi vî awayî Agirî bibû qibleya berxwedanê”.

Li Buhara sala 1927an ku sir û seqem dişkê, serhildêrên Agiriyê çend caran êrîşî ser hêzên ertêşa Tirkiyê dikin û carekê jî navçeya Bazîdê rizgar dikin.

Piştevaniya Xoybûnê ji serhildana Araratê

Li vir emê bizanin ka Xoybûnê çawa piştgirî da serhildana Agiriyê û çi kesayetiyek tevlî serhildanê bû.

Dema ku ji serhildana Agiriyê dengvedaneke berfireh hebûye, Îhsan Nûrî Paşa agahdarê vê yekê dibe û li ser biryara rêkxistina netewî ya “Xoybûn”ê xwe digihîne çiyayê Agiriyê; çend hefte piştre li roja 13ê Îlona 1927an, hêzên ertêşa Tirkiyê êrîşeke berfireh dikine ser Agiriyê. Hin çavkanî dibêjin, hejmara leşkerên Tirkiyê wê demê zêdetirî 10 hezar kesî bûye. Wan ji bakurê çiya ve yekîneyeke mezin a leşkerî di nav Agiriya Mezin û Agiriya Biçûk de bicih kirin û dest bi êrîşeke mezin kirin.

Li gorî pirtûka “Emerxanê Şikak” a nivîsa “Mihemed Salih Qadirî”: Piştî wê ku leşkerên Tirkiyê bi çekên giran dest bi bombebaranê dikin, şervanên eşîra Sakan ku li milê din ê Rojhilatê Kurdistanê bûne, gihîştine hawara serhildêrên Agiriyê û şer û pevçûnên dijwar di navbera wan û hêzên ertêşa Tirkiyê de pêkhatiye û ew pevçûnane çend rojan domandiye. Di encamê de bi sedan leşker û fermandarên Tirkan hatine kuştin û dîl girtin û gelek çek û teqemenî ketine dest şervanên Kurdan û ev paşve  vekêşiyane. 

Hatiye zanîn ku piştî vî şerî mezin, Îhsan Nûrî li çiyayê Agiriyê dest bi rêkxistina hêza şervanan kiriye.  Komeleya Xoybûnê jî bo vê mebestê endamên xwe şandine Agiriyê.

Her ku diçû şervanên Agiriyê zêdetir dibûn û xelkek zêde tevlî refên şervanên Agiriyê dibûn. Piştî serkevtinên mezin ên leşkerî û siyasî yên serhildêrên Agiriyê, bi biryara rêkxistina Xoybûnê di herema azadkirî ya Agiriyê de “Komara Ararat”ê hate avakirin. 

Damezirandina “Komara Ararat”ê çawa bû?

Piştî vê ku Îhsan Nûrî û Biroyê Heskê hêza xwe kirin yek, li Agiriyê gelek tiştên balkêş pêkhatin. Hatiye zanîn ku cara yekem serhildêrên Agiriyê kincên leşkerî li xwe kirin û kumên fermî yên leşkerî danîne serên xwe. Li Pêşiya kumê wan, wêneyên Agiriya mezin û biçûk bi hêmaya mertal hebû. Kumên efseran jî logoya Xoybûnê li ser hebû, û ji bo cudahiya di navbera wan de rutbe û qelem, simbilê genim, xencer û roj hatibûn bikaranîn. Li wan deverên ku di bin destê dagîrker de hatibûne rizgarkirin, alaya Kurdistanê hate bilindkirin.

Li gor çavkaniyan, di sala 1927an de serokên serhildana Agiriyê gotûbêja neteweyî li ser Çiyayê Agiriyê birêve birin. Wê civînê erkê birêveberiya serbixwe û azad di herêma Agirî de da rêkxistina xwe. Civata Kurdistanê li Agirî, desteya birêveberiya hikûmata xwe hilbijart.

Di vê civîna Parlamentoya Kurdistanê de, Biroyê Heskê Têlî û Îhsan Nûrî Paşa bo serokatiya giştî hatine hilbijartin û Biroyê Heskê Têlî bû serokê giştî yê berxwedana Agiriyê,û Îhsan Nûrî jî bû Fermandeyê Giştî yê şervanên Agiriyê.  Herwisa marşa netewî a bi navê “Hilbe Agirî” danîn û piştre rojnameyek jî bi navê “Agirî” hate weşandin.

KURDŞOP
754 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!