Rola Brîtanya bihev ve kirina Başûrê Kurdistanê bo ser Iraqê- Beşa duyem
Weke me di beşa berî niha ya vê nivîsê de got, Rojhilata Navîn û hemû navçeyên di bin destê Împratoriya Osmaniyan de, piştî şerê cîhanê gelek tişt bi ser wan de hatin. Kurdistan, Tirkiye û Iraq a Erebî ji vê çarenivîsê bêpar neman. Piştî nemana Osmaniya Tirk mijûlî ji nû ve rêkxistina xwe bûn, ew jî li ser bingeha nasyonalizîmeke girêdayê bi faşîzmê, hemû hewla wan bo wê yekê bû ku beşeke bêhtir ji vê axa ku berî niha di bin destê Osmaniyan de bû careke din bidest bixin. Bi taybet ev navçeyên ketibûn bakurê Iraqê û Başûrê Rojhilatê Tirkiyê. Beşek zêde ya wan navçeyan hê jî di bin çavdêriya Îngilîz de dihatin birêvebirin. Weke me got kesên weke Îdmondiz û Sir Pêrsî Kakis ku wezîrê muxtar ê Birîtanya bûn çavdêriya wan dikirin û plan bo wan datînan.
Ji aliyê din rewşa navçeyên sinorî yên navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê nezelal bû û herwaha bo rewş û çawaniya rêvebirina wan navçeyan Melîk Feysel û Tirk li dijî Kurdan dest bi gotûbêjan kiribûn. Ya balkêş ew e ku Îngilîz çiqas li dijî hebûna Tirkan li Başûrê Kurdistanê û Bakurê welatê nû avakirî yê Iraqê bûn, bi heman awayî jî li dijî gotûbêj û lihevkirina Melîk Feysel ê zilamê Brîtanya li gel Tirkan bûn. Wate Brîtanya bi ti awayekê rê nedaye wan kesan ku erkdar kirine bi serê xwe biryarê derbarê wan navçeyan de bidin ku di bin desthilata wan de bûn. Li ser heman mijarê em ê behsa "Şêx Mehmûd Berzincî" jî bikin ku çawa desthilatê danê de û çawa dijatiya wî kirine.
Di vê serdemê de beşek ji navçeyên Kurdistanê di bin desthilat û hikmê "Simayîl Axa Simko" de bû. Tirkan bi şandina nûner û fermandarên Tirk bo navçeyên Kurdan li Başûrê Kurdistanê weke mînak "Rewanduz" û bi derbasbûn ji navçeyên di bin destê Simko de xwe gihandine bajarê Rewanduzê û efserekî xwe bi nave "Fazil Efendî" weke fermandar û rêveberê wî bajarî diyarkirine.
Şerê Tirk û Kurd li Rewanduzê destpê kir, Brîtanya di vê navberê de hem tirsa wê ji tevgera Tirkan li Kurdistanê heye û em gumana wê li ser hewlên serxwebûnê yên Kurdan heye û herweha ji bertekên Ereban piştrast nine, ji aliyê din wisa dibîne ku eger heye ku destê Fransa li pişt tevgera Tirkan li navçeyê hebe û Fransa bixwaze bi vê rêkê hegemûniya xwe li navçeyên ku petrol têde heye û li Mûsilê berfireh bike û bajarê Kerkûkê biparêze. Her ji ber wê Brîtanyayê ew bajar û pêgeha Tirkan bordûman kir.
Bi wî awayî aloziyên li Kurdistana Başûr berdewam in û Tirk carekê ji eniya şer vedikişin û careke din qaymeqamekî bo Rewanduzê diyar dikin.
Beşeke Başûrê Kurdistanê li navçeya Silêmaniyê, her di vê serdemê de bi awayeke siyasî ji aliyê rêberên Kurdan ve tê birêvebirin û armanca wan serxwebûn û cudabûn bû ji Iraqê. Lê Erebên Bexdayê û Îngilîz li dijî vê desteya Kurdan bûn ku dixwazin bê ku pirsgirêka wan bi çi aliyekî re hebe navçeya xwe birêve bibin lê ew du alî rasterast dijatiya wan dikin.
Îngilîz bi ti awayekê nedixwest ku başûrê Kurdistanê serbixwe be. Lê nedixwestin ku di nav wan aloziyan de ew dever bikeve destê Tirkan, herweha piştrast bûn eger Ereb destdirêjiyê bikin dê Kurd bersivê bidin, ji ber wê ew li pey riyekê digerin ku ti encameke weha xerab dernekeve.
Wan dixwestin ku ew herêm bi taybet Silêmanî ji aliyê kesên xwecihê ve bê rêvebirin, lê pêwîst bû ew kes guhdariya Îngilîzan bikin û piştre çi daxwaziyeke wan a siyasî ya zêdetir nebe, metirsiya wê yekê jî nebe ku dê ji Iraqê cuda bibin û pirsgirêkeke zêdetir li deverê çêkin.
Lê pirsgirêka wan a herî sereke ew bû ku kesekî bibînin ku di nava siyaseta Iraq û Kurdistanê de, bandora wî li ser xelkê Kurd hebe, bikare yekîtiyekê di nav Kurdan de li wê deverê çêke. Çend nerînên cuda derbarê hilbijartina wî kesî de hebûn, ew li ser vê yekê piştrast nebûn ku kîjan kesatiyê Kurd dikare barovajî xwastek û kîna Kurdan kontrol bike û serkêşiya wan bike. Beşek ji Îngilîzan weke Îdmondiz dixwestin kesekî wek "Seyîd Teha Şemzînanî" vê role bibîne, lê "Kakis" ne di wê baweriyê de bû, ku hêz û bandora wî li ser xelkê ewqas kûr be ku bikare wî erkî bigre ser milê xwe û cîbicî bike.
Beşeke din a Îngilîzan li pey kesekî xwedî dîroka siyasî û malbatî digeran heta bikarin sûdê ji dîroka malbatan werbigrin û xelkê razî bikin, her ji ber wê kesekî wek "Hemîd Beg ê Baban" ji nifşê Mîrên Baban ên Silêmaniyê hatin destnîşankirin. Lê weke Kirîs Koçêra dibêje, wî Kurdî nedizanî û li şûna ku Kurd bo wî giring bin, giringî dida dîroka malbata xwe. Ji ber wê Sir Pêrsî Kakis biryar dide ku "Şêx Mehmûd Berzincî" ku berî niha wan bixwe ew girtibûn û xistibûn zindanê, vegerînin Silêmaniyê û desthilata rêvebirina wê navçeyê bidin wî.
Kakis û Brîtanya di vê baweriyê de bûn ku bi azadkirin û vegerandina Şêx Mehmûd ewê di pileya rêveberê parêzgehê de bimîne û bi wî awayî hem rê li ber pêşveçûnên Tirkan bigre û hem jî wê dilê Ereban razî bike.
Di beşa bê de em ê behsa çawaniya desthilatdariya Şêx Mehmûd û nerîna siyasî û olî û karvedanên Brîtanya û Ereban li hember Şêx Mehmûd bikin.