Îngîlîz û Melîk Feysel û pirsgirêka Kurdistanê

Rola Brîtanya ya bihev ve kirina Başûrê Kurdistanê li gel Iraqê - beşa 1

Piştî ku welatên zilhêz ên cîhanê û di serî de jî Brîtanyayê biryara dabeşkirina Împratorya Osmaniya û ji nû ve dariştina nexşeya siyasî û erdnîgariya Rojhilata Navîn dan, yek ji bernameyên wan danîna ser desthilatekê bû li Iraqê ku guhdariya wan bike, diyare ji wê serdemê û heta niha, Iraq yek ji navçeyên arişe li ser û pir ji buyer û alozî yên navçe û cîhanê ye. Di vê navberê de yek ji sedemên alozbûna Iraqê, Kurdistan û beşek ji wê erdnîgariyê ye ku heta niha jî bi vê statuya siyasî ve nebû yek û bi zorê pêve hatiye zeliqandin.

Bo bêhtir zelalbûna vê mijarê destpêkê pêwîste ku em behsa Melîk Feysel bikin.

"Feysel Kurê Hisên" ku bi "Melîk Feysel ê Yekem" tê naskirin bi esla xwe ji devera Hîcaz a Siûdiyê ye bavê wî ji mîrên Ereb ên Mekke û Tayîf bû.

Îngilîzan destpêkê ew weke desthilatdarê Sûriyê diyar kir, piştre bo cîbicîkirina karûbarên xwe bi destê wî û rawestan li hember Tirkan, ku dixwestin wîlayeta Musil û Bajarê Kerkûkê dagîr bikin û navçeyên neftî di bin destê wan de be, Melîk Feysel anîne Iraqê û ew kirin şahê Iraqê.

Lê weke "Kirîs Koçêra" dibêje piştî ku Melîk Feysel desthilat girte destê xwe, ewqasî hez dikin ku desthilata xwe berfireh bike, guh nedaye şîretên Brîtaniyan û ew jî bû sedema nerazîbûna Brîtaniyan. Her ji ber wê serokwezîrê Brîtanya " Winston Churchill " dinîvîse ji wan hemû telgrafên ku derbarê Feysel gihane destê wî aciz bûye, Ev şeş meh in ku em pereyê xwaringehên wî yên li Londonê didin û niha jî ez neçar im ku telgrafên 800 gotin têdene bixwînim.

Feysel bi hêza Brîtanyan hate ser kar û tenê grubeke Sunneyan piştevaniya wî dikirin û du grubên mezin li Iraqê ku piraniya şêniyan pêk tînin pêre nebûn, yekem Şîeyên Başûrê Iraqê û ya duyem jî Kurdên Kurdistana bin destê Iraqê yan perçeyek ji Kurdistanê ku li Bakurê Iraqê bû.

Melîk Feysel dixwest ji tevahiya netewe, ol û mezheb û xelkên cuda yên Iraqê neteweyekê çêke û paşatiyê bi ser wan de bike. Tevî ku piştre bi pratîk xuya bû ku nekarî di navbera ewqas dijheviyan de tebaiyekê çêke û weke " Adil Baxwan " di pirtûka xwe de dinîvîse, Melîk Feysel dibêje ku Iraq welateke ku ji dehan netewe û xelkên dijî hev çêbûye avakirina neteweyekê ne pêkan e.

Lê her ew Feyselê ku ji Hîcazê hatibû û dixwest hikmê welateke din bike her ji destpêkê ve dixwest welateke serbixwe yên Ereb ên Sunne ava bike û giringî neda ti pêkhateyeke din bi taybet pêkhateya Kurd.

Feysel dizanî ku dibe Înglîz bo dijatiya wî Kurdan bikar bînin û herweha dizanî ku pêgeha wî di nav gelên Iraqê de ne bihêz e û tenê beşeke Sunneyan piştevaniya wî dikin. Ji ber wê zelal kirina mijara Kurdan bo wî giring bû.

Wê serdemê yek ji kesên xwedî desthilat ên Îngilîz li navçeyê "Sir Pêrsî Kakis" bû. Feysel hewil dide ku bi riya wî vê pirsgirêkê fêm bike. Her ji ber wê ji Kakis dipirse Gelo bi rastî hûn dixwazin ku Kurdistanê bi yekcarî ji Iraqê cuda bikin û bixin ser Kurdên bakur? Eger ne plan û armanca we li vê navçeyê çî ye?

Kakis bersiveke nezelal dide û dibêje:

Brîtanya piştî konferansa Adara 1921an ku li bajarê Qahîre yê Misrê hate sazkirin, biryar daye ku dewleteke Kurdî ava bike, lê ew ne di wê baweriyê de ye ku ew dewleta Kurdî bixwaze ku navçeyên Kurdistanî ji Iraqê cuda bike, ji ber ku Kurd di mijara cudabûna ji Iraqê na teba ne û nerîna wan ne wek hev e.

Ev bersiv dudiliya Feysel zêde dike ji ber wê careke din lêkolînê li ser wê mijarê dike gelo ew Şahê welateke Erebî ye an welateke ku Kurdistan jî perçeyeke wê ye?

Piştî ku nikare ji bersivên Îngilîzan piştrast be, vê carê di ware derûnî de lîstikeke nû bi wan re destpê dike û wan du dil dike.

Wî dizanî ku wê demê Îngilîz li pey aramiya desthilatê digeriya ku di berjewendiya wî de be li navçeyê û Îngilîzan nedixwest ku ew hevkêşe têk biçin. Her ji ber wê dudiliyê bo Îngilîzan çêdike ku eger Kurdistan cuda bibe dê şer derkeve û divê ew piştevaniya Kurdistanê bikin.

Her ji ber wê dipirse Gelo Brîtanya amadeye ku bo berevanî kirina ji Kurdistanê li hember destdirêjiyên derekî xwe tûşî şerekî nû bike?

Eger amadeye wê çiqas wî şerî dirêj bike? di rastiyê ew hem gef û hem jî pirsgirêkeke nû bû bo Brîtanya, her ew hewlên Feysel bûn ku çarenivîsa Kurdan xerab kirin.

Di beşên din de em ê bêhtir li ser guhertinên wê demê yên siyaseta Brîtanya binivîsin

 

KURDŞOP
770 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!