Roj Qadirî
Kurdshop - Rêkeftina 11ê Adarê ku di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û Partiya Demokrata a Kurdistanê de hate îmzekirin, 15 xal têdebûn ku beşeke mezin a maf û daxwaziyên xelkê Başûrê Kurdistanê gerentî dikir, lê gengeşe li ser sînorîn navçeya xweser a Kurdistanê û cîbicînekirina wan 15 xalan ji aliyê Bexdayê ve careke din rewşeke krîzê li Başûrê Kurdistanê çêkir.
Xala 14 ya rêkeftina 11ê Adar a 1970an, derbarê riyên dawî anîna hevrikiyên li ser Kerkûkê û navçeyên din ên ku nakokî li ser hebû bi wî awayî bû. Piştî ragihandina wê daxuyaniyê (Beyannameyê) bi şêwiriya li gel Encûmena bilind a çavdêrî û cîbicîkirinê û li gor serjimêriya fermî ji niha û pêde dê were cîbicîkirin, divê hewla pêwîst bo yekîtiya parêzgehan û navçeyên ku piraniya şêniyên wê Kurd in bê cîbicîkirin. Ji niha û pêde dewlet dê hewlên xwe berdewam bike bo geşeya pir alî ya wê navçeyê û cîbicîkirina mafê neteweya Kurd bo xweseriyê. Heta wê dema ku yekîtiya îdarî tê avakirin, karûbarê nîştimanî yê Kurdistanê bi riya civînên Encûmena Bilind û Parêzgarên Navçeya Bakur, têne rêvebirin. Ji ber ku xweserî di çarçoveya Komara Iraqê de ye, wê demê mafê derxistin û sûdwergirtin ji çavkaniyên xwezayî yê wê navçeyê, di bin desthilata vê komarê de dibe.
Hikûmeta Beis, çend mehan piştî rêkeftina 11ê Adarê niyeta xwe ya rastîn nîşan da, bo mînak hikûmeta Beisê planek hebû ku destkariyê di encama serjimêriya Kerkûkê û navçeyên derdora wê de bike. Ji ber ku berî niha ragihandibû ku %85 a şêniyên Kerkûkê û derdora wê Kurd in.
Aloziyên derbarê rewşa Kerkûkê û paşxistina serjimêriya wê, pirsgirêk ji bo wê rêkeftinê çêkirin, Beisê nedixwest çavkaniyên Kerkûkê ji destê wê derkeve, ji ber wê dest bi erebkirina wî bajarî û navçeyên derdora wê kir.
Dewleta Iraqê bi beşdarî û razîbûna PDKê di 11 Adara 1974ê de "Yasaya girêdayî bi xweseriya Kurdistanê" belav kir, roja piştî wê PDKê bi belavkirina daxuyanyekê helwêsta xwe derbarê navçeya xweseriyê ragihand , xalên nakokî li ser heye eşkere kirin ku astenga herî sereke diyarkirina sînorên navçeya xweserî û çarenivîsa Kerkûkê û siyaseta bi erebkirina navçeyê bû.
Rejîma Beis a Iraqê di salên 70ê ya miladî de, çend caran hewla terorkirina Mela Mistefa Barzanî da. Armanca wan a hewldana terorkirina Mela Mistefa ev bû ku îmtiyazeke kêmtir, wate xweseriya ku ew bixwe dixwazin bidin Kurdan û bi hêsanî navçeyên Kurdistanê ku petrol têde ye bikin navçeyên Ereb. Di dehika 70yan de nakokiya herî mezin a di navbera Mela Mistefa Barzanî, li gel rejîma Beis, erebkirina navçeyên Kurdistanî bû ku ji aliyê rejîma Beis ve dihate encamdan.
Mela Mistefa Barzanê di 10 Adara 1974ê de bo çareserkirina pirsgirlka Kerkûkê, ev pêşniyar dane hikûmeta navendî ya Iraqê:
Parêzgeha Kerkûkê wek xwe bimîne û sîstemek têkel hebe di bin destê navçeya xweser de be.
Parêzgeha Kerkûkê bikin du beş, Hewîce û Qeretepe di bin destê navendê de dibe, bajarê Kerkûkê û navçeyên din di bin destê navçeya xweser de dibe.
Lê ew pêşniyar ji aliyê hikûmeta navendî ve hatin ret kirin û danustan xitimîn
Di 14 Adarê de Encûmena Fermandehiya Şoreşa Iraqê, yasaya avakirina navçeya xweser a Kurdistanê derkir ku paytextê wê bajarê Hewlêrê bû û hin guhertin di yasayê de kirin û navçeyên ku petrol têde ye ji nava Herêma Xweser derxistin, di encamê de PDK dijî vê yasayê derket û şer destpê kir.
Ya ku zelale sedema herî giring a peymana Adara 1970ê di navbera Bexda û PDKê de bi rêberatiya Mela Mistefa, mijara diyarkirina xweser a Kurdistanê bû ku parêzgeha Kerkûkê di nav de nebû, ev bû sedem ku gotûbêj têk biçin û şer destpê kir.
Piştî şikedsta danûstadinan, artêşa Iraqê bi 120 hezar leşker ve, 700 heta 800 tank (wê demê Iraqê 900 tank hebûn) û ji 20 tabûrên topxane û tevahiya hêzên esmanî ku hejmara wan (11 hezar kes) û 20 hezar polîsan, êrîşî ser Kurdistanê kir, di hember vê hêza mezin de 50 hezar pêşmergeyan berevanî dikirin.
Mela Mistefa Barzanî û Hevpeymanên wî di nava tevgera Kurdistanê, bi hêviya piştevaniya Amerîka û Îranê şerê dijî Beis berfireh kirin, tevî serkeftina Kurdan di şerê dijî Bexdayê de, lê hêzên Iraqê karîn çend bajarên Kurdistanê, weke Zaxo di havîna 1974 de dagîr bikin.
Di destpêka sala 1975an de şer gihaye astekê ku bê qutkirina peywendiya Îranê nedikarî di vî şerî de serkeve.
Di sibata 1975an de Iraqê glopa kesk bo hin welatên Ereb hilkir ku dixwaze nakokiyên li gel Îranê bi riya aştiyane çareser bike.
Di 6ê adara 1975an de, Mihemed Reza Şah ê Îranê û Sedam Husên cîgirê Serokkomarê Iraqê li bajarê Elcezîre civiyan û peymanek îmze kirin ku dawî li dijminatiya her du welatan anî. Ev rêkeftin bû sedem ku êdî Îran piştevaniya Kurdên Başûrê Kurdistanê neke.
Peymana Cezayîrê bandoreke wêranker li ser xebata çekdarî ya tevgera Başûrê Kurdistanê kir û bo demekê ev tevger sekinand, lê PDK û Kurdistaniyan li Başûrê Kurdistanê ti caran dest ji xebatê berneda û di salên piştî wê de wê xebat û tekoşînê hin armancên xwe bidest xistin û xebat bo armanca mezin ku serxwebûna Kurdistanê ye berdewam e.