Roj Qadirî
Piştî şikestxwarina şoreşa Şêx Mehmûd Berzencî li Başûrê Kurdistanê, şoreşa Kurd vê carê li herêma bakurê vî beşê Kurdistanê girt ku bi navê herêma Barzan dihat naskirin. Malbata Barzanî di dîroka têkoşîna siyasî ya netewa Kurd de rolek gelek girîng lîstin û kesayeta wan a herî diyar nemir Mela Mistefa Barzanî bû.
Piştî bidawîhatina serhildana Şêx Mehmûd Berzencî li Silêmaniyê, serhildanên Barzan li herêmên Badînan bi rêberiya malbata Şêxên Barzan dest pê kir.
Yekem serhildana Barzaniyan ya li dijî hikûmeta Navendî bi sedemên han dest pê kir ku, Şêx Ehmed Barzanî biryara desthilatdarên Bexdayê ya di derbarê bi berfirehî dan bi desthilata xwe li herêma Barzan û damezrandina binkeyên Polîs di vê herêmê de red kir. Sedemên din yên êrîşên berfireh yên hêzên Şêx Ehmed bo ser eşîra Biradost di gel hikûmeta hevpeyman bûye.
Li sala 1932an yekeyên artêşa Iraqê bi piştevaniya hêza Esmanî ya Birîtanyayê bû ku hêzên Şêx Ehmed neçar bi paşve kêşanê kirin. Şêx Ehmed derbasî Tirkiyê bû û piştre kevte ber lêborînê û li bajarê Silêmaniyê rûnişt.
Di meha Nîsana sala 1933an de, Mela Mistefa di gel sê hevalên xwe, bi awayekî veşartî Silêmanî terikandin û çû bo Herêma Barzan û wir xebata çekdarî li dijî desthilata navendî destpê kir. Bi berfirehbûna şer û pevçûnên di navbera xebatkarên Kurd û hêzên artêş û Polîsê Iraqê de, balyozê Birîtaniyayê li Bexdayê ji dewleta Iraqê û Mela Mistefa Barzanî daxwaz kir da ku vê mijarê bi danûstandinan çareser bikin. Mela Mistefa bi ragihandina komek şert û mercan, pêşniyara balyozê Birîtanyayê qebûl kir.
Şert û mercên Mela Mistefa wiha bûn: 1. Dest li kar berdan an dûrxistina fermandberên ku bi dîl girtine an li desthilatê sûdên ne dicîh de wergirtine. 2. Pêkanîna wilayeta Kurdistanê ku Kerkûk, Silêmanî, Hewlêr, Xaneqîn, Duhok, Zaxo, Amadiye, Şengal û Şêxan ji hundirê wê de cîh digre. 3. Zimanê Kurdî wek zimanê fermî bê naskirin. 4. Cêhgirê Wezîrê her yek ji wezaretxaneyan divê Kurd be. 5. Destnîşankirina wezîrekî Kurd ku berpirsê Wilayeta Kurdistanê be.
Mela Mistefa bû bi navûdengtirîn netewexwazên Kurd û wekî sembola xuya ya nasyonalîzma bihêz a Kurd heta sala 1979an (dema wefatê) ma.
Li sala 1946an Partiya Demokrat a Kurdistanê ji dayîk bû. Vê partiyê li rewta tevgera neteweyî ya Kurd li Başûrê Kurdistanê roleke girîng lîst.
Dema ku Ebdulkerîm Qasim li 14`ê Tîrmeha sala 1958an, sîstema seltenetî ruxandin û sîstema komarî îlan kir, karê wî şoreşek bû ne ku kudeta. Eniya demokratîk a dijber, yek ji wan Partiya Demokrat a Kurdistanê bû ku, piştevanî lê kir. Di yasaya bingehîn a demkî ya ku roja 27`ê Tîrmeha sala 1958an belav kir, bo yekem car welatek ku beşek li Kurdistanê di çarçoveya desthilatdariya vê bû, îtîraf bi mafê neteweyî yê Kurd kir. Ebdulkerîm Qasim, Partiya Demokrat a Kurdistanê bi yasayî îlankir û di dema veger Mela Mistefa Barzanî ji Rûsya berê, wekî qehreman û lehengekî pêşwazî lê kir.
Ebdulkerîm Qasim li ser sozên xwe yên li ser wekheviya Kurd û Ereb nema û rêya dîktatoriyê da pêş xwe û hewla tepeserkirina tevgera neteweya Kurd û Partiya Demokrat a Kurdistanê da; Lê, vê carê tevgera Kurd şikest nexwar, ji ber tevger ji rewşa klasîk de derbas bibû û bi şêwaza sîstematîk û yekgirtî bû. Qasim, ev mijara bi vî awayî nedîtibû û wisa dizanî ku Kurd nikarin berxwedaniyê bikin. Ev şer, Qasim di warê siyasî û leşkerî de lawaz kir.
Roja 8`ê Şibata sala 1963an, efserên Beis, Qasim ji kar dûrxistin û dem û desthilatek nû destpê kirin. Dewlet ku di jor de ji du generalan, ango serokomar Ebdulselam Arif û serokwezîr jî Ehmed Elbekir pêkhat û roja 10ê Hezîrana sala 1963an êrîşî li ser xaka Kurdistanê kirin.
Di rewta wî şerî de, artêşa Iraqê gelek caran li hember şoreşgerên Kurd de şikest xwarin. Û roja 18ê Mijdara sala 1963an, Mareşal Ebdulselam Arif ê serokomar ku bixwe bi kiryar endamê Partiya Beis nebû, serokwezîrê Beisa xwe, general Hesen Elbekir li ser karê wî dûrxist. Roja 10ê Şibatê di gel General Barzanî agirbest îlan kir û şerê duyem yê Kurdan di gel hikûmetê dawî pê hat; Lê, li roja 4ê Adara sala 1965an, şer dîsa destpê kir. Roja Sibata sala 1965an Partiya Beisê kudeta kir.
Li Nîsana sala 1969an, rejîma nû ya Beis, çaremîn şerê li dijî Kurdistanê destpê kir. Di demekê de şer li hebû, general Hesen Elbekir hewil dida wekî di rola “bavê milet” de derbikeve, Ezîz Şerîf wekî şanda kesekî xwe bo danûstandin di gel general Barzanî şand. Ev gotûbêjên veşartî bûye encama sedema rêkeftina roja 11ê Adara sala 1970an.