Dîroka malbata Wekîl a li navçeya Erdelan

Di dîroka Kurdistanê de, li her navçeyekê de, taximek di nav û malbatê de hene ku weke beşek li dîrok û nasnameya vê navçê tên naskirin. Ev taxim û malbat hem bi sebeba desthilat û hem bi sebeba kêrhatîbûnê karîne li ser navçê bandoreke erênî dabinên û nave xwe li rûpelên dîrokê de tomar bikin

Kurdshop - Di dîroka Kurdistanê de, li her navçeyekê de, taximek di nav û malbatê de hene ku weke beşek li dîrok û nasnameya vê navçê tên naskirin. Ev taxim û malbat hem bi sebeba desthilat û hem bi sebeba kêrhatîbûnê karîne li ser navçê bandoreke erênî dabinên û nave xwe li rûpelên dîrokê de tomar bikin. Bo mînak wêneya malbata “Simko” wate Simaîl Axa li Tirgewer û Mirgewer û “Şêxên Nehrî” li her du parçên Kurdistana Rojhilat û Bakûr de û “Malbata Caf” li her du parçên Kurdistana Bakûr û Rojhilat û “Malbata Qazî” li Mehabad û malbata “Erdelan” li Sine û gelek xanedan û malbatên din jî ku ger navên wan behs bikin, dibe rêzbendeke dûr û dirêj pêk bînin.

Di nav wan malbatan de, yek ji navûdengitirîn malbatên parça navçeya Erdelan, malbata Wekîl e.

Ev malbata li nav Erdelan û bajarê Sinê de naskirî ye û navên wan hertim li derve hebûye û di dîroka vê navçê de roleke bi bandor lîstine, lewma jî pirtûkên dîrokî yên vê navçê û ev pirtûkên li derheq Erdelanan û navçeya Sinê hatine nivîsîn, behsa wan kirine û navên wan tomar kirine.

Di heqîqetê de derbasî û dîroka vê malbatê wedigere bo serdema desthilatdariya Sefewiyan û di vî serdemî de heta niha jî ev nasnave her maye.

Lê, divê bê zanîn ku ev nav û nasnav di esasê xwe de ji kuderê çavkanî wergirtiye û dîroka wê wedigere bo çi serdemekê û çi cih û pêgehek wan di desthilata Kurdistanê li serdemê desthilatdariya Erdelanan de hebûye.

Ji bo geheştin bi serdawiya heqîqeta vê behsê, îşaret bi beşa yekem a pirtûka “Dîroka siyasî ya malbata Wekîlî Kurdistan” ku ji aliyê “Rostem Alîxanî” ve hatiye nivîsîn bikin. Nivîskarê vê pirtûkê di beşa yekem de vê mijarê bi hûrgilî şirove dike û nivîskar dibêje:

“Wekalet” ku cih û pêgehek hebûye wek nûner û rastbêjê hikûmetê, di nav “Valî”yên Erdelanan de, xwediyê girîngiyeke taybet bûye. Ev pile û pêgeha ji aliyê siyasî ve girîng bûye. Di heqîqetê de ev pileya di pileyên han ji pileyên baregehên şahan bûne û li serdema desthilata “Akkoyunlû”yan de hatiye damezrandin û “Şah îsmaîl” ê Sefewî jî her ev rewta li dezgehên desthildatdariya xwe de berdewam kiriye û taximek wek “Wekîl” ku nûner û rastbêjê wê bûn, helbijart û karûbar pê dispartin.

Bi wan pile û pêgehan ve heta serdema Zendiyan li baregehên Şahên Îranê de xwedî şan bûne. Lê, di serdema Qacaran de guhertin bi ser pirr tiştan li baregrhên Padîşahên Qacariyan de derdikeve holê ku yek ji wan guhertinên ku derketiye holê jî, guherîna pile û payeyên “Wekaletê” bo Wezaretê ye. Lê, ya ku cihê baldariyê  ye ev yeka ye ku, her du peyv di asta peyvê de guhertin bi ser de hatin, lê naveroka wan her wek xwe maye, ango ji aliyê çalakî û berpirsayetiyan de her wek yek bûn.

Lewma, her du peyvên Wekalet û Wezaret di sîstema birêveberatiya Mîrên Erdelan de yek wate heye.

Li gor nivîsên nivîskarên baregehên Mîrên Erdelan, taya biçûk li malbata Erdelan di serdema “Xan Ehmed Xan”ê yekem de, ku hevdem bûye di gel “Şah Ebas”ê Sefewî, bi nasnameya naskirî ya kurên wî “Xalid Beg” ango “Mîrê Xweşnav” di dîrokê de navên wan bi fermî hatiye. Ev taxima ji ber ku li serdema desthilatdariya Efşariyan de pileya Wekaletiya Erdelanan li sitû bûye her ji ber vê sebebê wek malbata Wekîl navûdengê xwe derxistiye. Her li gor wan nivîsên ku li jorê me behs kir, ewane di eslê xwe de Me`imûn Begê “Erdelan in ku ev jî ji Mîrê Erdelanan bûye, li serdema “Şah Tehmasib”ê Sefewî de”.

“Mela Mihemed Şerîfî Qazî” dîroknivîs, li derheq serçave, reh û rîşeya malbata Wekîlî Kurdistanî de wiha dinivîse: Zarokên Me`imûn Beg li Kurdistanê bi ser çend tayfan de hatine parvekirin. Yekem para wan; Desthilatdarên Herêman in, ku wan ji zarokên “Mîr Elemedîn” in. Duyem para wan; “Mîr Eskenderiyan”in. Sêyem para wan; “Îbrahîm Beg” in. Mezinahiya wê xandanê “Xosrev Beg” û “Derwêş Beg”; bavê wan bûne, ku naskirî û rêz lêgirtiyên mezinan bûn. Yên ku zêdetir li sed salan di Kurdistanê de xwediyê şerefê bûn û pile û pêgeha wikalet û bac û xerac wergêr û “Îşîk Axasî” wate Serokê serokên derveyî koşkê bûn û karûbarên teşrîfatî yên li derveyî koşkê bi stûyê wan bûye.

Derwêş Beg du caran li dijî “Elî Qulî Xan” serhildaye, lê piştre bi koyxatiya xelkê xêrxwaz aştî kirine. Elî Qulî Xan, xwarzaya xwe dide bi Derwêş Beg û şer dawî pêktê, û “Mihemed Qulî Beg” şazadeyê salê li serdema “Nadir Şah”yê Efşar de, wekîlê bac û xeracê bû. “Îbrahîm Beg” û “Mîr Elî Sultan” û “Xosrew Beg” jî {her heman pile hebûn} û herwisa ji hemûyan naskirîtir “Mehmûd Reşîd Beg” li serdema “Xosrewxan” de heta roja mirina wî bo heyama 30 salan wekîlê bac û xerac û aborî û xwediyê azadî û mezinê Êl û rêdîn spiyê welat bû û {Ev hemû} ji tayfa Îbrahîm Beg bûn.

Di dîroka Kurdistanê de, ku ji ber pêwendiya malbata Wekîl bi Erdelanan re wiha renivîsîne: Piştî mirina Me`imûn Beg, kurê wê wate Surxab Beg, dibe hakimê Erdelan. Pêş mirina xwe de, mîrata xwe di navbera zarokên xwe de par ve dike. “Baram Beg”ê Erdelan, ku ji wekîlên Erdelanan ku ser bi wî ne, yek ji zarokên Surxab Beg bû, ku piştî mirina bavê xwe, desthilatdariya “Rewandiz”ê digire dest. Piraniya dîroknivîsên baregeha Erdelan, malbata Wekîlî Sine tayek ji Wekîl an nûnerê Hikumeta Kurdistan û Erdelan dizanin û wan pişt bi pişt, ev pile û pêgehên han ji wan re bi mîrat maye.

damezrênerê vê malbatê “Xalid Beg”ê kurê “Behram Beg” û neviyê “Suxrab Beg”ê desthilatdar bûye.

Îmareta Wekîl-Sine

Suxrab Beg Mîrê Erdelan ku hevdem digel Şah Tehmasibê Sefewî jiya ye, pêncemîn kurê xwe wate “Behram Beg” mîna şazadê Rewandiz û Amêdiyê dest nîşan dike. Li serdema Xan Ehmed Xanê yekemîn de, wate di salên 1025`an heta 1046`an Koçî esmanî de, çend kes li kurên Xalid Beg bi baş dizanin ku herin bo Kurdistanê û li navça Erdelan de pileya Wekîliyê werbigirin. Li gor vê yekê malbata Wekîl ji aliyê bav ve digel mîrên Erdelan ve hevpişt in.

“Ayetûla Merduxî Rûhanî” li dîroka “Merdûx” de û “Mestûre Erdelan” li dîroka Kurdan de her du ji wan malbata Wekîlê Kurdistanê, ser bi malbata Erdelan in û dibêjin ewan li rîşa Xalid Beg “Mîrê Xweşnav” kurê Behram Begê kurê Suxrab Beg in.

Ya ku girîng e, ev yeka ye ku vê malbatê bandoreke zêde li ser şêwaza desthilatdariya Erdelanan hebûye. Ji ber beşa herî zêde ya pêwendiyên derve yên koşka Erdelanan li stûyê wan bûye, pêwendiyên civakî yên wan, bandor li ser şêwaza dîtingeha xelkê ji desthilatdariya hakimên Erdelan hebûye. Ji aliyek din ve wan çimkû bac û xerac bo malbata Erdelanan kom dikirin, şêwaza reftara wan bandor li ser rewşa aboriya xelkê daniye û bona gihîştin bi heqîqetên wan behsan, û yaku xîça xwedî bandor di wan waran de çiqas bûye, hewceye dîroka civakî ya vê dewrê zêdetir gengeşe bikin.

Hemama Wekîl-Sine

KURDŞOP
645 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!