Şadî
Kurdshop – Di şampiyoniya Kîck Boksê ya Tirkiyê de ku di navbera 06-14ê Tîrmeha 2023’an li bajarê Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê hat li darxistin, şampiyonê Kîck Boksê yê Ewrupa û werzîşvanê tîma millî yê Tirkiyê Baran Çelîk yê ji bajarê Cizîr a ser bi parêzgeha Şirnex a Bakurê Kurdistanê, di pîvana Full Contack de tevahiya dijberên xwe bin xist û bû şampiyonê Tirkiyê.
Ciwanekî kurd yê binavê Baran Çelîk û di heman demê de şampiyonê Ewrupayê, di şampiyontiya Kîck Boks a Tirkiyê ku ji aliyê Federesyona Kîck Boks a Tirkiyê ve li Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê hat li darxistin de, bi pîvana 85 kîloyan de tekoşîn kir û tevahiya dijberên xwe bin xist, bû şampiyonê Tirkiyê û herwaha mafê beşdarî kirina şampiyonaya Kîck Boks a Cîhanê jî bi wî awayî bidest xist.
Şampiyonê Kîck Boksê yê Tirkiyê û Ewrupayê Baran Çelîk ku li ser nave rêvebiriya Ciwanan û werzîş a bajarê Cizîrê beşdarî pêşbirka ku li bajarê Mêrdînê hat li darxistin bû, bi tekoşîna xwe bi nav û deng bû.
Werzîşvanê kurd yê ji bajarê Cizîrê, bi 85 kîloyan tekoşîn kir û tevahiya dijberên xwe bin xist, bû şampiyonê Tirkiyê û mafê beşdarî kirina şampiyonaya Kîck Boks a Cîhanê bidest xist.