Geşeya zarokan û qonaxên wan

Kazîwe Reşî

 

Mezinbûna zarok ji roja yekem a jiyanê ve tê destpêkirin û roj li pey roj seh pê dike. Geşekirin ji zarokekê ve bo zarokek dinê cuda ye, ew yeka jî pêka zarok bi xwe û çawahiya lênêrîn û reftarkirin bi wî\wê re tê guherîn. Herwisa geşeya her zarokekê pêk hatiye ji geşeya laş û mêjî. Ger her yek ji wane bi başî geşe nekir, ewa geşeya wê\wî zarokê ne asayî ye. Kêmbûna vîtamîn û nexweşiyên demdirêj û kêmxwarin û hestiyên nerm, bandorê li ser geşeya zarokan çê dikin.

Geşeya zarokan bi ser du beşan de tê parvekirin:

Yekem: Geşeya laş ku pêk hatiye ji bejin û kêşa zarok.

Dyem: Geşeya mêjî ku pêk hatiye ji wan kiryaran ku zarok di demên diyarîkirî yên temenî de divê bike. Geşeya zarok ji zarokekê ve bo zarokek dinê cudahî heye û heta ji malbatekê ve bo malbatek dinê cudatir e; Çimkî taybetmendiyên her kesekî, pêwendî bi jenetîkê ve heye ku ji dayîk û bav ve bo zarok dimîne.

Pêwîst e dayîk û bav aliyê kêm di salekê de sê mehan carekê wate sê bo çar caran zarokên xwe bibine cem pizîşkên pispor bo wê ku mêzeyê zarokê bike û li ser kêşana kêşê dabinê û kêş û bilindahiya wî\wê bipîve. Ev yekane dibine sedem ku em bizanibin geşeya zarok asayî ye û herwisa dibine sedema pêşîgirtin ji paremayîna zarokan.

Qonaxên geşekirina zarokan çi ne?

Yekem sala geşekirina zarokan bi çend qonaxekê derbas dibe û geşekirin jî, ji herdu aliyê “fîzîkî û derûnî” ve tê destpêkirin. Em dikarin yekem sala geşekirina zaroka bi dem geşekirina sereke nav bibin. Qonaxên geşeya zarokan ev in:

1- Girnijîn: Di temenê du mehî de ye

Ew jî girnijînek armancdar e û zarok hest bi dîtina rû û bihîstina dengê dike û digirnije.

2- Pêkenîn: Di temenê çar mehî de ye

Di wê temenê de mirov xweştirîn û balkêşantirîn dengê di jiyana xwe de dibihîze, ew jî dengê zarokan e. Êdî wê demê zarok kêmtir digirî û zêdetir pêdikene.

3- Razana aramtir: Di temenê şeş mehî de ye

Di wê temenê de zarok di şevê de hînê xewek aram û rêkûpêk dibe û rê dide ku dayîk şeveke aram derbas bike.

4- Rûniştin: Di temenê heşt mehî de ye

Di wê temenê de zarok hertim bi rakêşayî nîne, ew dikare rûbinê û bi rûniştinê ve xwe bigire.

5- Çarçengî: Di temenê neh mehî de ye

Piraniya zarokan di temenê neh mehî de bi bikaranîna hereketa dest û pêyên xwe hewl didin bi çarçengî biçin, lê hejmarek gelek kêm ji zarokan ti carî çarçengî naçin û çavnihêrê pêgirtinê dibin.

6- Desthejandin: Di temenê neh bo deh mehî de ye

Desthejandin bi destên xwe yên piçûk, kiryarek herwisa hêsan nîne. Belkî wê yekê nîşanê me dide ku zarok fêr bûye pêwendiyekê çê bike di navbera hersê regezên deng, îşare û watayê de.

7: Xwarin: Di temenê neh bo danizdeh mehî de ye

Zarok di wî temenî de bi hêsanî hereketa dest û tiliyên xwe kontirol dike. Dikare hin parçeyên piçûk bi lepên xwe bigire û destê xwe ji bo aliyê devê xwe rabikêşe. Ji ber vê hînbûnê her tiştek ber dest bikeve, xwe bo aliyê wan radikêşe, lewma girîng e ku di vî temenî de derdora zarok ji her tiştekî metirsîdar bê parastin.

8- Pêgirtin: Di temenê danizdeh mehî de ye

Di temenê danizdeh mehî de radibe ser pêyê xwe û hinekî jî radiweste. Ger xwe bi dîwar an tiştek hevşêweyê wî re bigire, wê demê çend pêngavekê jî diavêje.

9- Pêngavavêtin: Di demenê sêzdeh mehî de ye

Ti tiştek bi qasî dîtina avêtina yekemîn pêngavên zaroka bedew û ciwan nîne. Tev temê pêngavavêtina zarokan, temenê sêzdeh mehî ye, lê asayî ye ku di temenê 9 heta 17 mehî de ew yeka rû bide.

10- Hînbûna peyvan

Her di destpêka temenê yek salî de dikare peyvek an jî hin peyvên wek “bave, daye û nenê” bêje û hin caran jî hewl dide lasayiya peyvên kesên mezin jî bike.

Faktorên ku bandorê li geşeya zarokan dikin:

Yekem: Divê di dema ducanî de dayîk di dema xwe de serdana pizîşk bike û xwarinan bixwe û bi awayekî tendirust be. Piştî jidayîkbûna zarok, pêdana şîrê sirûştî wate şîrê dayîkê baştirîn cura xwarin û vexwarinê ye. Heta şeş mehên destpêkê dibe pêdiviyek bo geşeya zarok, û divê dayîk û bav bizanin ku piştî şeş mehên destpêkê şîr çiqas baş û zêde be jî nikare pêdiviya zarokê bi cih bîne, lewma divê digel wê yekê xwarinê jî bidinê. Hin caran jî kêmiya vîtamîn û ew kêmxwarina ku zarok tûşê wan dibe û nexweşiyên demdirêj ên gurçikan û zik, nexweşiya şekir û hestî nerme û kêmiya madên hesin, bandorê li ser geşeya zarok heye.

Duyem: Piştî şeş mehan baştirîn dem e bo wê ku bi şîr re xwarin jî bi zarokan re bê dan, hewce ye ew xwarin jî tendirust û vîtamîndar bin. Di destpêkê de divê xwarina zarokan kêm be û bo heyama sê rojan li ser wan xwarinan berdewam bin da ku bê zanîn zarok bi çi xwarinekê hestiyar e û pê nakeve da ku ji dana bi zarokan re dûr bigirin. Ev xwarinane bandorê li ser geşeya zarokan dike, çimkî ji bo geşeya zarokan xwarinên bi sûd û vîtamîndar û madên hesinî û hin çavkaniyên pirotînî pêwîst in. Hin xwê jî ku ji bo pêşketina laş pêwîs e, tev ev xwarinane bi rêjeyeke diyarîkirî bandorê li ser geşbûna laş û mêjiyê zarokan dike.

Sêyem: Xew yek ji bingehên sereke yên geşbûnê ye ku rasterast bandorê li ser geşebûna zarokê dike. Hormona geşeyê di dema xewê de çalaktir dibe. Dema herî baş a razanê ji bo zarokan di navbera 8ê êvare heta 6ê sibêdehê ye û ew heyame gelek bi sûd e ji bo geşeya zarokan. Herwisa ya baş ew e ku dayîk û bav zarokên xwe zû birazînin. Herwisa divê dayîk û bav xwe ji bikaranîna hebên xewê yan jî şerbetên xewê bo razana zarokan bi dûr bigirin, çimkî baş nîne û bandorê li ser pêşketina mêjiyê zarokan dikin.

Çi xwarinek bi sûd e ji bo geşeya zarokan?

Wek çawa xwarin hewce ye bo geşeya zarokan, bi heman şêweyê bo dayîkan jî pêwîst e ku bikarin bo heyama şeş mehan yan jî du salan şîr bi zarokên xwe re bidin, herwisa piştî temenê şeş mehî dayîk divê lîsteya xwarinan diyarî bike bo dana xwarin bi zarokên xwe re; Ew xwarinên pir girîng ku divê bi zarokan re bêne danê ev in:

- Moz: Pêka wê ku wizeyek zêde tê de ye, hevkariya zêdekirina kêşa zarokan dide, herwisa bi “fayber, potasiyom, vîtamîn û kanan” dewlemend e.

- Evekado: Yek ji wan êmîşan e ku gelek bi sûd e û dibe hevkar bo zêdebûna kêşa zarok û zû geşe dike.

- Sêvikên şêrîn: Rûneke kêm heye, “bi fayber, meginsyom, potansiyom, vîtamîna B6 û herwisa rêjeyeke zêde vîtamîn A û C tê de heye ku ji bo zêdebûna kêş û geşebûna zarokan pir başin.

- Penîr: Bi rûneke bi sûd tê nasîn. Hevkariyê dide geşeya mêjiyê zarokan, herwisa li dijî stûrbûnê ye û ji bo bihêzbûna berevaniya laş gelek bi sûd e.

KURDŞOP
659 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!