Ziman û kiryarên ziman û girîngiya zimanê zikmakî

Ziman ji faktorên herî sererkî yê hebûn û nebûna netewa ne. Ziman helgirê hizr û çanda her neteweyekê ye. Dirustkirina astengî û astengan li hember pêşkeftina her zimanekê, tê wateya baykot kirina hizr û ramanê ye.

Ziman û kiryarên ziman

Mirov canlibereke sûd wergirtin li sîstemeke pir pêşkeftî ya pêwendî girtinê ye. Ev yek mirov ji canliberên din cuda dike. Ev sîstema vê şiyanê dide bi mirov da ku bikare agahiyên derdorê webigre û bigihîne bi armancekî.

Ziman bo mirov xwediyê du kiryarên bingehîn e: Yekem ew e ku şiyanê dide bi mirov da ku li gel mirovên din bikeve nav têkiliyan û bi vî awayî agahî û dîtingeh û hizrên xwe bigihîne mebestekê yan heman tiştî li mirovê duyem werbigire û herwisa kiryara duyem ev yeka ye ku ji bo me hizir kirin afirandiye.

Ziman ev taybetmendiya jî daye mirov da ku sînorên temamî yên jîngeh û bedenê jî derbas bike. Temambûna biyolojîkî ji rêya “meçêtan” ve misoger dibe, lê temamîbûna çandê li rêya gihandina agahiyan ji aliyê ziman ve misoger dibe.

Wate her eniyek li mirovan hewce ye ku dubare tevahiya aliyên eniyên berê yên xwe dahênan, peydakirin, huner û maf, teknolojiya, cotyarî û … hwd dubare bike, belkî van ezmûn bike û van vegeşîne. Çand û ziman vê şiyanê dide bi eniya nû da ku li ser milê eniya berê bo pêşve baz bide.

Duyemîn kiryara ziman ev yeka ye ku alîkariya hizir û piroseyên din yên naskirinê dide. Ziman vê şiyanê dide me ku navekê li ser ezmûnên xwe dabinên. Ziman me bi kom çemkan teyar dike ku dikarin bi alîkariya van cîhana derdora xwe rêk bixin û agahiyên girêdayî bi cîhanê bi awayeke sîstematîk werbigrin. Her weha ziman alîkariyê dide me ku balê bikişînin ser ezmûnên borî û bûyerên paşerojê pêşbînî bikin.

Girîngiya zimanê zikmakî

Zimanê zikmakî û hînbûna zimanê dayîkê, bandorek pir li ser kesayetiya her mirovî datîne. Zimannas û jîngenas di wê baweriyê de ne ku çand, reng û xweşikiya dengê dayîkê, heta dema zarokê di zikê dayîkê de ye jî, jêra vediguhezîne. Wate beşek li mîrata ku zarok di gel xwe tîne dinê, koma wan xezîneyan in ku ji zimanê dayîkê ve li gel in. Zarokên sawa, li gor dengê dayîkan zêdetir ji her miroveke din, ji xwe helwestê nîşan didin.

Dema ku behsa parastin, vegeşîn û bihêziya çanda civakekê tê kirin, eva ziman e ku derbasî û naha ya civakê bi hev re girê dide. Wergirtina mafê axaftin bi zimanê zikmakî ya her qewm û neteweyekê, metirsiyeke mezin li şûna xwe tîne û ji hev veqetandineke metirsîdar dirust dike û valahiyekê di nav takên cuda yên neteweyan de dirust dike.

Ziman ji serektirîn faktorên hebûn û nebûna neteweyan e. Ziman helgirê hizr û çanda her neteweyekê ye. Afirandina astengî û berbestan li hember pêşkeftina her zimanekê, tê wateya baykot kirina hizr û ramanê. Her çend ku hînbûna bi zimaneke din weke pencereke nû ye bo temaşekirin û wate dan bi jiyanê ye, lê zimanê zikmakî bixwe pencereyeke cudatir û kilîla vekirina pencereyeke din e.

Dîtingeha cîhaniyan li hember zimanê zikmakî

Saziya cîhanî ya UNESCO: “Her miroveke civakê ku nekare bi zimanê zikmakî bixwîne û binivîse, nexwendewar tê hesabkirin”.

Civaknas: “Zimanê zikmakî li gel şîrê dayîkê dirêje nav rih de û bi mirinê li rih der dikeve û sepandina zimaneke din li ser zarokekê ku ji nû ve hînî axavtinê bûye, weke tawan tê hesabkirin”.

Derûnnas: “Yekem têgihîştinên zarokan ji van bixwe û cîhana derdora van, li ser bingeha zimanê zikmakî yê wan pêk tê. Ji ber vê yekê, zarok yekem ezmûna derûnî û naskirina xwe li cîhanê, bi zimanê zikmakî yê xwe nîşatîne ziman”.

Heidegger: “Eger zimanê neteweyekê winda bibe, ev netewe bi giştî winda dibe”.

Milan Condera: “Yekemîn pêngava bo ji navbirina neteweyekê, winda kirina vebîri anînên wê ne. Dibe pirtûk, çand û zimanê wê ji nav bibe. Dibe mirovên wisa destnîşan bikin da ku ji wan re pirtûkên nû binivîsin, dîrok û zimaneke nû ji van re diyarî bikin, piştî heyameke kurt, ev netewe, çi tiştek e û çi tiştek bûye, ji bîr bike. Her weha cîhana derdor, tevahiya tiştan bi lezgîniyeke zêdetir jibîr dike”.

Mahatma Gandî: “Mirovek ku ziman û wêjeya xwe nexwendibe, dîroka xwe nizane û yê ku dîroka xwe nezane, paşerojek wî jî nabe”.

Wittgenstein: “Zimanê min cîhana min e û cîhana min jî zimanê min e”.

Jean Estuarat: "Eger kolonyalîstek bixwaze neteweyekê bike piştguhê xwe ve bihavêje, pêşî êrîşî li ser nasname û zimanê wê dike û hewl dide asîmîle bike. Neteweyek ku çand û zimanê xwe winda bike dê di nav neteweyeke din de bimehe.

David Crystal: "Cudahiyên zimanî tê wateya cudahiyên mirovan. Hêza rewşta ziman bi wekheviya biyolojîkî ya mirovî re ye û windabûna her zimanî tê wateya windabûna nerînek cîhanê”.

KURDŞOP
729 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!