Bandora teknolojiyê li ser pêşketina zarokan û bi awayekî rast bikaranîna wê

Li gor pispor û zanistên perwerdeya zarokan û pedogog jî hişyariyê didin, di mijara bandora teknolojiyê  ya li ser zarokan de hêmana sereke kontrola dayîk û bav e. 

Şadî

Kurdshop – Em hemî dizanin ku teknolojî bûye perçeyek ji jiyana me û di gelek qadan de jî karên me hêsan kiriye û ev rastiyeke. Qet pêwîst nake em pir dûr biçin. Hîn di demên ku înternet nedihat bikaranîn de, ji bo agahî wergirtin û lêkolîn kirinê, pêdivî bi pirtûkxaneyan, yan jî bi pisporê mijarê çêdibû.

Bi saya pêşketina teknolojiyê û înternetê ku bersiva hemû pirsên me dide, em dikarin bi nivîsandin û lêgerîna li ser înternetê her tiştê ku meraq dikin fêr bibin û bê ku ji mala xwe derkevin û dikarin bi kesên din re parve bikin. Di bin van şert û mercan de, di mijara bandora teknolojiyê ya li ser pêşketina zarokan jî weke mijareke din a girîng ku divê were lêkolandin û derkeve pêş.

Li gor pispor û zanistên perwerdeya zarokan û pedogog jî hişyariyê didin, di mijara bandora teknolojiyê  ya li ser zarokan de hêmana sereke kontrola dayîk û bav e. 

Pispor dibêjin, yek ji qadên girîng yên ku pêşketina teknolojîk tê de beşdarî tê kirin beşa civakê ya, pêşveçûna pitik û zarokan e. Di roja me ya îro de gelek sepan-pêkan û malperên înternêtê ku xîtabî zarokan dike, pêşketine.  Dayîk û bav dixwazin ku zarokên wan bi awayekî herî bikêr ji van çareseriyên teknolojîk sûdê wergirin. Ji bo ku ev pêk bê, divê dayîk û bav hindek mijaran de baldar bin.

Berî her tiştî dayîk û bav, bi baldarî nêzî taybetmendiyên takekesî yên zarokên xwe bibin.  Dive ew çalakiyên ku wê beşdarî pêvajoyên laşî, derûnî û civakbûna wan bibe, peyda bikin û pêlîstok û amûrên li gorî wan bikar bînin. Di vê mijarê de helbijartî bûna dayîk û bavan gelekî girînge. Ji ber ku zarok ji mezinan zûtir xwe bi pêşketina teknolojîk re diguncînin û tiştên ku tên pêşiya wan, bê ku lêpirsîn bikin, dikarin qebûl bikin. Li hember her cure naverokekî  ku derkeve pêşiya wan, bê parastin dimînin.

Ji ber vê yekê jî divê bê zanîn, wekî ku sûdên teknolojiyê heyî, ziyanên wê jî hene. Peywira herî sereke ya dayîk û bavan jî ewe ku, bikaribin neverokên ku zarokên wan dikarin xwe bigehîninê, kontrol bikin.

Pêwîste teknolojî di pîvanên xwe de bê bikaranîn

Dema ku teknolojî di dema rast de û bi qasî ku tê xwestin bê bikaranîn, ango pîvanê xwe derbas neke, di pêşketina zarokan de gelek milên wê yên sûdmend jî hene. Di cîhana derve de; divê kontrola dayîk û bav bê temînkirin, zarok bên sînordar kirin û amûrên teknolojîk di nav sînorên wan de bên bikaranîn. Bi taybetî jî di pêywendiya di navbera televîzyon, kompîtor û telefonên destan û pêlîstokên teknolojîk de, ku ji amûrên teknolojîk yên ku zarok pir caran bikar tînin de ne. Dayîk û bav jî ku li hember tiştên ku zarokên wan kirine û nekarîne bikin de berpirsyarin, divê  erkê xwe yê çavdêrî û kontrol kirinê berdewam bikin û qezencên di serdema teknolojiyê û  destkeftan de bi dest xistine, ji zarokên xwe re bidin nîşandan û di vê mijarê de bi zanebûn tevbigerin.

Dive dayîk û bav serwer û dersthilatdar bin li ser têgehên xwendin û nivîsandina medyayî û xwandewariya teknolojiyê. Her roj ew hewza agahî û zanistiyê wekî ku pêş dikeve û ti sînorekî nasnake û sînorên xwe berfireh dike, divê ji bo zarokên xwe helbijardeyên herî pêwîst  biparzûnin û bikaranîna çareseriyên teknolojîk bi awayekî ku sûdê ji zarokên xwe re werbigrin bipejirînin.

Pêlîstok, telefona destan, kompîtur, internet, televîzyon, lîstokên kompîturê;

Zarokên ku di bin kontrola dayîk û bavên xwe de hin lîstokên kompîturê yên ku tundutîjî tê de nînin û dikarin têkiliyek bi encam saz bikin, li gorî temen û pêşketina wane dilîzin, em dikarin bibêjin ku temaşekirina karîkator, fîlm û vîdeoyên bi naveroka perwerdehiyê, lîstoka bi pêlîstokên teknolojîk, lêkolîna li ser hinek mijarên ku ew meraq dikin, di nav hindek deman de li ser înternetê û wergirtina agahiyan dikare ji bo zarokan bibe xwedî gelek alîkariyên bingehîn û erênî.

Herwaha mirov dikare bibêje, bê ku zarok ji malê derkevin, di bin serwerî û kontrola dayîk û bav de, li ser hindek pêkanînên înternetê têkilî daynin û mînak ji bo çalakiyên xwe yên roja din a dibistanê li gel hevalên xwe têkilî daynin, di warê civakbûna zarokan de wê gaveke baş be. Lê eger di zarokan de sînorê bikaranîna amûrên teknolojîk neyên danîn û kontrola dayîk û bavan li ser nebe,  bi taybetî di temenê  1 û 2 sal û di navbera 3 û 6 saliyê de, berî ku biçin dibistanê bandoreke neyînî li ser pêşketina wan ava dike û ya herî girîng jî bandorê li ser bê rêk û pêkiya xewa zarokan dike.

Weke encam dema ku em behsa bandora teknolojiyê ya li ser zarokan dinirxînin, weke herkesî li ser zarokan jî nirxandina me ya ser ziyan û sûdên teknolojiyê pêkane. Ji bo ku zarok sûdê ji teknolojiyê werbigrin û ji naverokên ziyandayînê jî bên parastin, divê dayîk, bav û mezin zarokan di hemû çalakiyan de di bin kontrolê de bigrin. Dayîk û bavên ku van sînoran destnîşan dikin, dema ku van sînoran ava dikin, divê zarokan agahdar bikin, bersiva tevahiya pirsên wan bidin û divê zarok jî di mijara bikaranîna amûr û tiştên teknolojîk yên di malê de nêrîn û destûrê  ji dayîk û bavê xwe werbigrin. Bi vî awayî, astengiyên têkiliyê û nakokiyên dibe ku paşê rû bidin, berî ku rûbide, dikare were asteng kirin.

KURDŞOP
749 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!