Sîstema perwerdeyê li Fînlanda

Di dibistanên Fînlandayê de strês û xemgînî pir kême û zêdetir û baştir haya wan li xwandevanan heye. Bi giştî di dirêjahiya rojê de tenê du polên dersxwandinê hene. Hevdem çendîn demên bêhnvedanê hene da ku bikarin di wan deman de xwarinê bixwen, bilîzin û bêhna xwe bidin.

Roj Qadirî

Dema ku behs li sîstema perwedehiyê tê holê, bala pir mirovan ber bi aliyê welatê Fînlandayê ve diçe. Di navbera welatên pêşkeftî yên Rojava de, welatê Fîlandayê yekek li baştirîn û serkeftîtirîn sîstema perwerdehiyê ya cîhanê heye.

Fînlandayê di heyama salên derbasbûyî de, bi hinek sîstemên sade û guncaw, di sîstema perwerdehiya xwe de guhertin pêkaniye. Ev guhertinên han bûne sebeba wê yekê ku sîstema perwerdê û barhênanê ya Fîlandayê, ji sîstemên perwerdeya welatên Amerîka û welatên Rojhilata Asya jî baştir bibe.

Lê, çima sîstema perwerde û barhênana Fînlandayê gihîştiye vî astî? Fînlanda çawan xwandevanên xwe perwerde dike? Gelo xwandevan di dibistanên Fînlandayê de mîna robotê ne, tenê yan ku ji wan re tê gotin ezber dikin? Gelo Fînlanda li ser cerbandin û kunkurê tekezî dike? Di berdewamiyê de emê îşare bi çend xalan bikin ku bûne sebeba serkeftina Fînlandiyan di warê perwerde û barhênanê de:

Di piraniya sîstemên perwerde yên cîhanê de, kunkur û cerbandina du kabûsên sereke yên xwandevanan in. Zanist û derencama xwandevanan û zanista wan li ser dersên wan ji rêya cerbandinan ve didin berhev. Xwandevan jî piştî derbasbûna hefteyekê, ya ku xwandine ji bîra wan diçe. Pirsgirêka vê sîstemê ev e ku di şeva cerbandinê de xwendekar hewl dide ku pir zêde materyal di bîra xwe ya kurt de bihêle da ku bikaribe cerbandinê derbas bike.

Lê, di sîtema perwerdehiya Fînlandayê de ti nûçeyek ji hebûna cerbandinê tune ye. Lêbelê, tenê ceribandinek bi navê testa Têketina Zanîngeha Neteweyî heye, ku xwazyar tê de beşdar dibin. Hemî xwendekar li seranserê Fîlandayê li gorî sîstema xwe ya nirxandina mamostayan û bê awayê tak didn berhev.

Di Fînlandayê de ti cure lîstik bo destnîşankirina kêrhatîrîn dibistan û baştirîn mamosta tineye, wate sîstema perwerdehiya wî welatî ciheke bona alîkarî dan û xebata grubî.

Gelek ji dibistanên cîhanê ev mifaha wan heye ku dereceya ceribandina bîrkarî û zanistê bilind bikin, lê li Fînlandayê ev mijara cuda ye û girîngî didin bi malbatên wan: “Perwerde dibe amûrek be bo rakirina newekheviyên civakî”; “dibe hemû xwandevanek pêragihîştina bi dema xwarinê, xizmetguzariyên dermanî û şivêrmendiya derûnnasiya xwarinê hebe; dibe xwandevan bi şêweyên tak bên rêniwînî kirin.”

Li Fînlandayê dibistan di navbera demjmêr 9:00 heta 9:45 deqeyan destpê dikin û di navbera demjmêr 2:00 heta 2:45 deqeyan dadixin. Lêkolînan nîşan dane ku herçiqas demjmêra destpêkirina dibistanê lezgîntir be, bo tendrustî û vegeşiyana xwandevanan xirabitir e. Piştî daxistina dibistanan jî, polên serweyî planê û polên zêde birêve naçin. Heyama polên dersê pir demdirêj dibe û di heman demê jî heyama bêhnvedana di navbera polên dersê de pir demdirêj dibin.

Dibistanên di Fînlandayê de pir qerebalix nin û rêjeyek kêm xwandevan û mamosta wir in, wate bi awayekê nine ku di her pola dersê de 50 xwandevan hebin. Mamosta heta 6 astan dersê dibêjin. Di heyama wan 6 salan de mamosta dibe mîna endamekê malbata xwandevan, lewma di navbera wan hesteke pir cihê bawerî û rêz û hurmetê drust dibe û her ev yeka dibe sebeba vê yekê ku mamosta li derheq xwandevanên xwe de pir dilsoztir be.

Di dibistanên Fînlandayê de strês û xemgînî pir kêm e û pir bi başî haya wan li xwandevanan heye. Xwandevan bi giştî di dirêjahiya rojê de tenê du polên dersê hene. Hevdem çendîn demên bêhnvedanê hene ku dikarin di wan deman demê de xwarinê bixwîn, bilîzin û bêhna xwe bidin.

Xwandevanên Fnîlandayê pir kêm dinivîsin û rahênana wan li devrey dibistanê û li malê de heye. Wan tenê nîv demjmêr li malê de rahênan heye, lewma strêseke pir kêm hene. Ya ku hewce be ev li dibistanê de encam didin û ti givaşek li ser wan nine. Bigiştî dersxwanên Fînlandayê nîgeraniya wergirtina nimreyan nînin û ev tenê bala xwe didin li ser yek tiştî: “Hînbûn û bûn bi mirov.”

KURDŞOP
683 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!