Perwerdeya jîngeyî bo zarokan û niştimanekî bi şînkayî yê di paşerojê de

Di tevgera jiyanê de, hinek deman ji bîra me diçe ku zarok temaşeyî me dikin û reftar û koma kiryarên ku dibe ku tiştê bi dîtina me pir asayî xuya bin, ev pir bi hûrî temaşe dikin, heta ku çav li me bikin û ji me hîn dibin! Yek ji wan mijarên girîng ku mijara vê gotara kurt jî, reftara li gel jînge û xwezayê ye.

Roj Qadir

Kurdshop - Di tevgera jiyanê de, hinek deman ji bîra me diçe ku zarok temaşeyî me dikin û reftar û koma kiryarên ku dibe ku tiştê bi dîtina me pir asayî xuya bin, ev pir bi hûrî temaşe dikin, heta ku çav li me bikin û ji me hîn dibin! Yek ji wan mijarên girîng ku mijara vê gotara kurt jî, reftara li gel jînge û xwezayê ye.

Pirsa jîngeparêzî li Kurdistanê

Pirsa jîngeparêziyê li Kurdistanê, di niha de yek ji pirsên herî girîng û xuyaye û me her roj di gel nûçeyên jînge û çalakiyên jîngeparêziyê ser û kar heye. Hîn pirsa jîngeparêziyê di Kurdistanê de mîna welatên pêşkeftî lê nehatiye û hewce ye di vî warî de pir xebat bê meşandin, bi taybet dibe eniyek li zarokên jîngeparêz perwerde bikin.

Lewma, bo paşeroja nîştimana xwe, divê zarokên xwe hîn bikin ku ji xwezayê hez bikin. Bila ev kiryara tenê li rêya axaftinê de nebe, belkû bi kiryarek drust û heskirina xwezayê li hember jînge û jiyana me de hebe.

Çawan zarokên xwe bi awayê jîngeparêz perwerde bikin?

Parastina erd û serçaveyên xwezayî û pêwendî çêkirina  bi ajelan re û herwisa xwezayê, ji wan xalan in ku li temenê zarokatiyê de hînî her mirovî tê kirin. Ev hînkariyên han Ii vê heyamê de destpê dikin ku di dibistan, civak û medyayan de tê pêşxistin. Hînkarî û nasandina jîngeyê, çaksazî di baweriya zarokên me drust dike û di mejî de binecih dibe.

Bo zarokên xwe pirtûkan bixwînin, koma pirtûkên ku li warê ajelan û ev cudahiyên ku di navbera wan de heye. Di dema kirîna pirtûkan de bo zarokên xwe zêdetir balê bidin ser koma pirtûkên ku bo zarokên xwe hildibijêrin naveroka van jîngeparêzî hebe û pêwendî bi ajelan ve hebin. Her çîrokek û her anîmasyonek ku behs ji rêzgirtin li xwezayê ji xwe bigire, dikare pir bandora wê hebe. Helbet di wan çîrokên ku behs ji fêlbazî û xirabiya hinek ajelan dikin, xwe biparêzin, ji ber li ser hizr û dîtinên zarokan bandoreke nerênî çêdibe û dibin bi sebeba dûrketin û bêzarbûna zarokan li ajelan.

Hemû kesayetiyên kartonî yên serdemên zarokatiya me di bîra me de maye, ji be ku li gel wan em mezin bûne. Dibe bi dahênaneke cuda ku ji zarokên xwe daxwaz bikin da ku bi kaxezên bikar hatî, yek ji kesayetiyên kartonî, bi dilê xwe drust bikin û di encamê de bi şêwaza nerasterast hînî sûdên berhemanîn û bandora wî karî li ser jîngehê bikin.

“Dilovanî” jî mîna hemû taybetmendiyên mirovan in ku rahênanê bihêz dike. Zarok bi dîtin reftarên dayîk û bavên xwe, hewl didin ku çav li wan bikin û piştre li lîstikên xwe de wan reftaran birê ve bibin û rahênanê li ser encam didin. Eger wisa ye ya baş ew e li hember wan bûyeran, jîrane reftar bikin. Zarokên xwe hîn bikin ku li gel ajelên derdora xwe bi dilovanî reftar bikin û zirarê negehînin wan.

Di destpêkê de zarok  li gel baskdaran û canliberên din nasyar bikin, bo mînak bo baskdaran kasa xwarinê dabinên û ji wan re tijî dan bikin. Wê kiryrarê li gel zarokên xwe encam bidin, da ku hîn bibin.

Lîstika zarokan, tevî vê ku pê keyfxweş dibin û lezgîniyê jî dide bi zarokan, tevlî xala hînkariyê ye jî. Bi alîkariya zarokan, guldanê dabîn bikin û tovekê di nav de biçînin û agahdarê vê bin. Heta dikarin li gulên amade jî sûdê werbigrin û ev bixwe wî karî encam bidin, da ku zarokên me şêwaza parastin û ragirtina gul û giya bi awayeke rasterast hîn bibin.

Di rojên taybet de bi çandina şitilan an rojeke guncaw a din de şitilekê dabîn bikin û herî kêm her sal carekê li gel zarokan demekê diyarî bikin û ji bo şitlekê navekê dabinên û heyam bi heyam serdana vê bikin û bi hevre qonaxên geşekirina vê bibînin.

Zarokên xwe hîn bikin ku bi şêwazeke drust û guncaw li potansiyela xwe sûdê werbigrin û mîna samana paşeroja xwe temaşe bikin. Bo mînak dema ku temaşey televîzyonê nakin vemirînin û ji wan re şirove bikin ku bikaranîna bê belaş a elekterîk û avê, bo jiyana wan encameke baş çênake û jiyan wan dê tûşî pirsgirêkên cîdî bike.

Şêwazên drust yên bikar anîna amûrên lîstik û defterên resmandin û pênûsên reng bi reng, hînî zarokên xwe bikin. Bo mînak ti demî rûpelên spî nehavêjin û ji zarokên re bibêjin ku resmekê li ser rûyê vê biresimînin û li ser vê yekê tekez bikin ku kaxez zibil nine. Herwisa ji wan re bibêjin ku her du aliyên rûpelên sûdê jê werbigrin, pênûsên reng bi reng bi bê sebeb neverojin û heta dema ku sûdê ji wan werdigrin, wan amûran bikar bênin û wan neavêjin.

Bi drustkirina amûr û tiştên ciwankariyê li paşmayên ku di verotina pênûsên reng bi reng de bicih dimînin, an bi drustkirina cihê pênûsê ji wan butlên pilastîkî ku di her malekê de hene, zarokan hînî dahênanê bikin. Eva jî curek jîngeparêzî ye.

Dawî

Zarokek ku hînî jîngeparêziyê bibe, hînî hezkirina bi nîştiman jî dibe û hewl dide di paşerojê de bibe mirovekî ku ji bo civakê û niştimana xwe sûda wî hebe.

KURDŞOP
755 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!